Dema Reco li bajarê xwe bû haya wî ji çûyina Ewropa ne bû,karê wî baş bû! Rojê pênc satean di pênc bangdana Mela de xwe bi dizî berdida Camiyan. Karê Reco hêsan bû,dema cimaate aniya xwe li secde didan û efû ji xwedayê xwe dixwestin Reco guneh li gunehê xwe zêde dikirin. Rojê herî kêm deh şekalên Nıke,Sêzdeh şekalên Adidas û neh şekalên Puma didizin! Şirikê Reco roja din şekalên ku dizîne li piqaba xwe bar dikirin û berê xwe dida bazareke bajarekî mezin. Hevalê Reco hetanî şeva wê rojê qeytanê şekalekê jî li erdê nedihişt!
Di meha havîna yekê de Hevalê Reco ê herî baş ji Ewropa vegerîya bû bajêr! Niyeta wî ew bû ku çend parsel erdê go çend kîlometra ji bajêr dûr bikire ku piştî çend salan bi nirxekî zêde bifiroşe çend kesên ku bi salan çend quruş dane hev! Reco û hevalê xwe li qehweya kevika bajêr bi tesadufî leqayî hev hatin. Yek ji wî û yek ji wî di dawî de mesele hate ser mal û milk û kar û xebat. Di dawî de hevalê Reco ew qanex kir û berê wî da Ewropa! Reco li Berlinê her roj şeş sed qotikên çopê tevlîhev dikir. Heger şensê wî hebûya ji pênceh qotikan ji xwe re şuşe didan hev û li kevika marketekê qotikên xwe dikirin pere! Ev kar ne karê Reco ê ku her roj dikir bû! Reco di zemanê xwe de li febrîqeya Mercedesê kar kiri bû û her sê rojan ji febrîqeyê parçeyek kiribû bin çembilkê xwe û li derve firoştibû. Dem li dûv demê Reco li Elmanya sê daîreyê sê odê û du xanî kirîbûn! Lê yek ji wan jî ne li ser navê wî bû! Hinekan digot ku Reco li Welêt sê epertman dane ser hev lê yek jê di ber lehîyê de çûye û dewletê heqê sê epertmanên din daye!
Piştî ku xwediyê kar ji Reco haydar bû ew ji kar derxist,tu caran haya wî ji epertmanên Reco çênebûn. Avêtina kar ya Reco jê re bû derfet û berê xwe da pereyên bêkariye. Ji ber ku Reco panzdeha salan ji febrîqeya xwe dizî kiribû û li welatê xwe sê epertman rakirin bûn dewletê her meh ji bilî kirê,av û germ kirina Reco her meh ji sedî heftê maaşê wî ê ku ji febrîqê distand dane!. Reco dinav pereyan de mabû. Nema zanî bû ka bi van pereyan çi bike. Ya ku herî zêde Reco diêşand jî bêkar bûna wî bû. Ewqas mal û milkê wî hebû. Li erebeya herî baş siwar dibû! Dema diçû welat li liqunteya herî bûha xwarina herî bûha dixwar,li Başûre Welatê xwe li otela herî bûha cih kirê dikir û li kêfa xwe dinerî. Lê dilê Reco ye me dikiri û nedikir rehet nedibû.Tiştekî kêm hebû,Reco bi rojan li ser vî tiştî fikirî! Di dawî de dermanê nexweşiya xwe dît.
Recoyê me vegerîya karê xwe ê berê. Êdî mekanê dizîya Reco ne Camî bûn lê malên xelkê bûn. Reco li erebeya xwe siwar dibû û xwe berdida bajarên Elmanya. Wek kesekî posteger li kolan û sikakên bajaran digeriya û çavên xwe li şekalên herî baş digerand. Reco bi ve sayê gellek caran rekor dişikand û nêzî hezar şekalî didan hev. Çi bajarê ku diçûye berî wê cihê qampa pênaberan tesbît dikir û berê erebaya xwe ya tije şekal dida pişt sikaka qampê. Her şekalek bi deh êruya difiroşt û berê xwe dida bajarek din.
Reco ev kar pênc salan berdewam kir. bi hezaran şekal dizîn û bi hezaran jî firoşt. Dema polisên Elmanan bi ser mala wî de girtin ji bilî odeya ku tê de radize mala wî tije şekal bûn. Qanuna Elmana cezayê go sê mehan perqa nêzî mala xwe paqij bike dane. Reco sê mehan li wê perqê ji xwe re tatîl kir. Piştî go cezayê wî qediya sê mehedin li Başûrê Welat xwe da ber tavê. Berî ku vegerê Elmanya ji kirêcîyên xwe kirêyên wan dan hev û pere kirin zêr.Zêrên xwe danîn cem zêrker û li teyara xwe siwar bû û vegerîya Elmanya. Dema posteyên xwe qontrol kir dît ku jê re namyek hatiye :Birêz Reco,me neheqî li te kiriye ku me sê mehan te di karê paqijiyê de şixulandiye. Em lêborîna xwe ji te dixwazin. Emê dawiya vê mihe şeş hezar û şeşsed euro û şêst sentî li ser hesabe cenabê wê razênin. Em dise lêborîna xwe ji we dixwazin û em kêfxweşin ku kesên weke cenabê we li Welatê me dijîn!