Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) di 27’ê Mijdarê de “Operasyona Astengkirina Êrişan” dabû destpêkirin. HTŞ’ê sûd ji mercên herêmî û navneteweyî yên ku hevsengiya hêzan li herêmê guhertin, dîsa êrişên Îsraîlê yên li ser Hizbullaha Lubnanê, her wiha hewldanên Tel Avîvê yên bidawîkirina bandora Îranê û lawazkirina hevalbendên Îranê, di serî de rejîma Baasê, wergirt û ev operasyon da destpêkirin.
ÊRIŞÊN BILEZ Û RÛXANDINA REJÎMÊ
Îsraîlê ku sûd ji sistûbana Îranê ya li Sûriye û Lubnanê wergirt, bi dijwarî li baregehên Hizbullah û milîsên Îranê xist. Di encamê de binesaziya leşekerî ya rejîma Sûriyeyê lawaz bû û leşkerên wê ji eniya li beramberî herêmên kontrola HTŞ’ê vekişiyan. Bi vê vekişînê re zemînek ji HTŞ’ê re çêbû da ku êrişeke berfireh bide destpêkirin.
Operasyonê ji gundewarên rojavayê Helebê dest pê kir. Di nava 48 saetan de rejîma Baasê piraniya herêmên li rojava û başûrê Helebê û beşeke mezin a gundewarê rojhilatê Idlibê ji dest dan.
Destpêka Kanûna 2024’an, hêzên êrişkar ên HTŞ’ê Heleb bi temamî kontrol kir û hêzên rejîma Baasê ber bi parêzgeha Hemayê ve vekişiyan.
5’ê Kanûna 2024’an bajarê Hemayê jî ket bin kontrola HTŞ’ê û hêzên rejîma Baasê li Şam, Hums û gundewarên Dera û Quneytîrayê asê man.
KOMÊN LI BAŞÛR DESTWERDAN KIR, PAYTEXT KET BIN ZEXTÊ
Li başûrê Sûriyeyê, komên xwecih ên li Derayê bi serokatiya Ehmed Ewda ku di çarçoveya lihevhatina li gel Rûsyayê de beşeke herêmê kontrol kiribû, di destpêka Kanûnê de bajar û gundewarên Derayê xistin bin kontrola xwe. Bi vê yekê re hêzên rejîma Baasê ji tevahiya başûrê Sûriyeyê vekişiyan.
Di heman demê de HTŞ’ê êriş li dijî Humsê da destpêkirin. Di encamê de hêzên rejîmê bêyî ku şer bikin ji Humsê vekişiyan û Şam tenê di destê wê de ma.
Hemwextî wê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê toreke nû ya dan û standinan li Astanayê pêk dianî. Di encama dan û standinan de li ser rawestandina operasyonên leşkerî li dijî HTŞ’ê li gundewarên bakurê Humsê li hev kirin. Balafirên Rûsyayê pira Risten a ku Humsê bi Şamê ve girê dide, bombebaran kir. Lê biryarên derdorên derve ne li gorî hesab û lihevkirinên Astanayê bûn. Li ser vê yekê HTŞ’ê pêşdeçûnên xwe ber bi Şamê ve berdewam kirin.
Ji başûrê Sûriyeyê jî êriş li dijî paytextê hatin kirin û Şam hat dorpêçkirin. Di 8’ê Kanûna 2024’an de hêzên êrişkar ketina xwe ya nava Şamê û reva Beşar Esed ber bi Moskovê ve ragihand. Di 8’ê Kanûnê de HTŞ û berpirsê wê El Colanî gihaştin Şamê.
Tevî rola sereke ya komên li Dera û Siwêdayê, lê Ebû Mihemed El Colanî (Ehmed El Şeri) û tevgera wî di çapemeniya erebî û rojavayî de hate destekkirin û komên başûr ên ku rejîma Baasê ji başûr qewitandin û ketin paytextê, hatin paşguhkirin.
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HEWL DA BI PÊŞ DE HERIN, QSD’Ê RÊ LI BER GIRT
Li bakurê Sûriyeyê çeteyên dewleta Tirk hewl dan sûdê ji rûxandina bilez a rejîma Baasê û tevliheviya li welat werbigirin da ku qada dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh bikin. Li ser vê yekê êrişên berfireh dan destpêkirin. Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) heya 27’ê Mijdara 2024’an bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê dan.
11’ê Kanûnê fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo parastina sivîlên li Minbicê gihaştin lihevkirinê ku li gorî wê QSD ji bajarê Minbicê vekişiya.
Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundewar û Bendava Tişrînê berdewam kirin. QSD’ê herêm parast û rê neda ku nexşeya serweriyê bê guhertin.
Tevî zextên dewleta Tirk a dagirker ên li ser eniyên gundewarê Minbicê û Bendava Tişrînê jî QSD’ê di 7’ê Kanûna 2024’an de hêzên rejîmê ji herêmên gundewarên Dêrazorê (7 gund, Bûkemal û Meyadîn), balafirgeha navneteweyî ya Helebê û hin herêmên gundewarên Reqayê qewitandin da ku çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji rûxandina rejîmê negirin û êrişî sivîlan nekin. Piştî ku HTŞ di 9’ê Kanûnê de gihaşt beramberî wan herêman, QDS vegeriya baregehên xwe.
ÎSRAÎLÊ TESÎSÊN LEŞKERÎ RÛXANDIN
Bi rûxandina rejîma Baasê re, Îsraîlê ji tirsa ku HTŞ’ê û hevalbendên wê dest deynin ser tesîsên leşkerî yên rejîma Baasê, di 11’ê Kanûna 2024’an de operasyoneke hewayî ya berfireh li dijî baregeh û nuqteyên leşkerî, depoyên çekan û balafirgehên leşkerî dan destpêkirin. Tê gotin ku ji sedî zêdetirî 90 pêkhatina leşkerî ya artêşa rejîmê rûxand. Li gorî hin raporan, zêdetirî 120 baregehên leşkerî hatin rûxandin, 8 balafirgeh û baregehên hewayî bi temamî ji xizmetê derketin, zêdetirî 30 depoyên mûşekên stratejîk ên Îran û milîsên wê hatin rûxandin. Tê gotin ku zêdetirî 4 hezar çekdarên alîgirên Tehran û Hizbullahê ji Sûriyeyê vekişiyan û kuştiyên wan jî çêbûn.
ÎSRAÎL KONTROLA XWE LI SER BAŞÛR BERFIREH DIKE
Tevî ku salek di ser rûxandina rejîma Baasê re derbas bû, lê Sûriye hê jî bêyî saziyeke leşkerî (artêş, hêzên ewlehiyê, polîs) ye. HTŞ’ê ku desthilata Sûriyeyê bi dest xist, artêş û dezgehên ewlehiyê hilweşandin û qada leşkerî ji aliyê gelek koman ve ku xwe wek artêşa Sûriyeyê nîşan didin, tê kontrolkirin.
Îsraîl li başûrê Sûriyeyê de bi pêş de hat, deverên ji derveyî herêma “Jihevbirina Pevçûnan” ya ku di sala 1974’an de anku piştî Şerê Tişrînê peyman li ser çêbûye, kontrol dike. Niha jî hewl dide ji herêmên başûrê Sûriyeyê (Quneytîra, Siwêda û Dera û gundewarên başûrê Şamê) herêmeke tampon ava bike. Di heman demê de dest danî ser Cebel El Şêx ku bi 20 kîlometreyan dûrî Şamê ye.
Sibe: Hikûmeta demkî bi tundiyê dixwaze desthilata xwe bi hêz bike

