Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kedkarê çandê Evdirehman Zal hate spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayek Azadiyê, Ruhê Şehîdekî, Mîrasek Nemir: Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Newroza Kopê: Dema azadiya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xelfetiyê agirê Newrozê hate vêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Evdirrehman Zal li Amedê merasîm

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Dîrektorê ANF’ê Osman Kiliç li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Remziye Mihemed: Em ê tu carî gav paş ve neavêjin
Rojava

Remziye Mihemed: Em ê tu carî gav paş ve neavêjin

Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed diyar kir ku gel li hember êrişên li ser Rojava di nava berxwedaneke mezin de ye û wiha got: “Ev têkoşîneke hebûnê ye. Em bi jinên xwe, ciwanên xwe û gelê xwe re di berxwedanê de ne. Em ê tu carî gav paş ve neavêjin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Remziye Mihemed ji bo ANF’ê êrişên qirkirinê yên li ser Rojava û berxwedana gelê Kurd nirxand. Remziye Mihemed got ku ji aliyê çeteyan ve hedefgirtina taybet a jinê ji bo şikandina hêza ku civakê ava dike êrişeke bi zanebûn e û bêdengiya rayagiştî ya cîhanê li hember van sûcên şer rexne kir.

‘LI ROJAVA ŞOREŞA JINÊ TÊ HEDEF KIRIN’

Remziye Mihemed wiha axivî: “Di Rojava de 14 sal in şoreşek pêk tê û ev şoreş di heman demê de şoreşa jinê ye. Ev pêvajo bi îradeyeke mezin û bi pêşengiya jinê pêk hatiye û di heman demê de avakirina jiyaneke nû ye. Bi vê şoreşê re jin bûne şervan, siyasetmedar, hevserok, aborînas û perwerdekar.

Di hemû êrişên qonax bi qonax li ser herêmê de jin tên hedefgirtin. Ji ber ku di vê şoreşê de rola pêşeng digirin. Gelek hevalên jin ên pêşeng bi SÎHA’yan hatin hedefgirtin; Zeynep, Hefrîn, Rihan û gelekên din bi vî awayî hatin qetilkirin.

Bi taybetî di êrişên li taxa Şêx Meqsûd de careke din jin hatin hedefgirtin. Bi avêtina cenazeyê şervaneke ewlehiya hundir ji qata duyemîn, dixwestin li hember gel û jinên şoreşger psîkolojiya tirsê biafirînin. Armanc ew e ku rola jinê di berxwedan û têkoşînê de bi tirsê biguherînin. Armanca din jî ew e ku rola jinên pêşeng û şervan bi têgînên mîna ‘namûsê were tepisandin û tirs li civakê were ferzkirin.

Li Tabqa û Reqayê bi hovitiyekê mezin êrişî jiyana mirovan kirin. Bi birîna porê şervaneke jin dixwestin tirsê bigihînin asteke din. Bi êrişên li ser cenazeyan jî xwestin tirsê mezintir bikin.”

‘TÊKOŞÎNA JINÊ WÊ HOVITIYÊ BIŞKÊNE’

Remziye Mihemed bal kişand ku gelê Kurd li qadan û li kêleka şervanên xwe li hember tirs û hovitiyê dixwazin biafirînin rawestiyaye û wiha domand:

“Bi rêbazên şerê taybet, sûcên şer û bêexlaqiyê nikarin berxwedana rast a gelê Kurd paş ve bixin. Gelê Kurd îro rabûye ser piyan û bersiva herî bihêz daye. Ev êriş hemû hovitiyê ne, dermirovî ne û sûcên şer ên eşkere ne. Komkujiyên li ser gelê me tên kirin û êriş li ser cenazeyan tên kirin. Ev hemû li ber çavên cîhanê diqewimin, lê mixabin rayagiştî ya cîhanê di bêdengiyeke mezin de ye.

Îro siyaset û bazarên qirêj ên li ser gel û jinên me tên meşandin ber bi komkujiyên mezin ve diçin. Ev komployeke mezin e. Armanca vê komployê tunekirina şoreşa jinê û bêbandorkirina wê ye. Îro li Rojava sekna jinê, cihgirtina wan li kêleka şervanan, beşdarbûna wan a têkoşînê û hêz dayîna wan a ji têkoşînê re wê komplo vala derxîne. Jinên me îro pêşengên berxwedana Rojava ne; li kêleka şervanên xwe ne, di nava berxwedana YPJ û YPG’ê de ne û heta dawiyê wê gelê xwe biparêzin.

Careke din bang li hemû cîhanê dikin: Xwedî li Şoreşa Rojava û destkeftiyên jinê derkevin.

Hikûmeta demkî ya Şara rasterast hebûn, îrade û mafên jinê dike hedef û ji bo tunekirina wan êriş dike. Dixwaze jin di warê edalet, çand, siyaset û rêveberiyê de cih negirin. Ji ber ku çand û têgihîştina rêveberiyê ya dixwazin ava bikin, hemû rengan ên gelan ji holê radike. Piştî komkujiyên Dûrzî û Elewiyan, niha dixwazin qirkirina li ser gelê Kurd pêk bînin.”

‘LI HEMBER PLANÊN KOMKUJÎ Û QIRKIRINÊ YÊN LI KOBANÊ TÊBIKOŞIN’

Remziye Mihemed diyar kir ku îradeya gelê Kurd dixwazin înkar bikin û li Sûriye bi êrişeke ku hemû cudahiyan bifetisîne re rû bi rû ne û wiha got:

“Em ê li hember van êrişan di nava berxwedan û têkoşînê de bin. Di van êrişan de herî zêde zarok û jin zirarê dibînin. Zarok li rêyên koçberiyê jiyana xwe ji dest didin, dayîk nikarin xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikin, êriş bi komkujiyan bi dawî dibin. Niha bi dorpêçkirina Kobanê re zarok ji sermayê û birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Ev êrişên ku maf û jiyana Kurdan dike hedef, bi armanca komkujî û qirkirinê hatine plankirin.

Her kes hedefê van êrişan e. Bi taybetî gelê Kurd û rayagiştî ya cîhanê divê li hember van komkujî û sîvîlan di mirinê hîştînê de têkoşînê bike. Gelê me xwedî hêza derbasbûna vê dorpêçê ye. Me tu carî êrişî kesî nekiriye; em ji bo parastina gel û destkeftiyên xwe di parastinê de ne û em ê tu carî ji vê yekê tawîz nedin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serokê EHESS’ê Huret: Em bi zanîngehên Rojava re di nav hevgirtinê de ne
Nûçeya Pişt re Gultan Kişanak: Bi êrîşên li ser Rojava dixwazin gelê Kurd tune bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji rêxistinên DYE’yê ji bo Kurdan name ji Rubio re

5 rêxistinên mafên mirovan, lihevkirin û aştiyê yên DYE'yî yên li New Yorkê ji Wezîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Netanyahu hêvî dike ku di nava çend rojan de agirbestê îmze bike

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir ku ev hêvî dike ku di nava çend rojan…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanê QSD’ê Xelef Ehmed şehîd bû

QSDˊê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Şahîn (Ziwêd Xelef Ehmed) di encama krîza dil…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

YRA: Sala 2025’an 9 rojnamevan hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çiyayek Azadiyê, Ruhê Şehîdekî, Mîrasek Nemir: Salih Muslim

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?