Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) bi daxuyaniyeke nivîskî qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anî û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke REPAK di 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de şervanên azadiyê yên ku di azadkirina Şengalê de cih girtine, ked dane, lehengî kirinê û şehîd bûne bi minetdarî bi bîr tînin û failên komkujiyê şermezar dikin.’’
Naveroka daxuyaniya REPAK’ê bi vî rengî ye:
“Deh salan beriya niha li welatê me li dijî gelê Şengalê bi destên hêzên barbariya sedsala 21’an DAÎŞ’ê komkujiyeke mezin pêk hat. Êş û hêrsa ku di encama Komkujiya Şengalê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêşketî hîn jî weke duh di bîra me de ye. Lewra em hemû welatiyên xwe yên ji her temenî ku di komkujiyê de jiyana xwe dest dane bi rêzdarî bi bir tînîn û meşa azadiyê ya ku jinên Şengalê jê re pêşengtiyê dikin, silav dikin.
Gelê me yê Şengalê di nava dîrokê de 73 caran li rastî komkujiyan hatiye. Lê belê tevî hemû komkujiyan jî hemû caran kariye nasname, bawerî, çand û neteweya xwe biparêzin. Berwedana gelê me yê Şengalê her carê planên zalim, dagirker, şah û melîkan vala derxistiye. Ne pêkan e ku çandek, civakek û baweriyeke evqas qedîm bi hêsanî ji holê were rakirin. Gelê me yê Êzîdî di her komkujiyekê de kariye xwe ji xweliyên xwe dubare zindî bike. Hêzên desthilatdar hewl dan ku bi destên qirêj û zalim ên DAÎŞ’ê re ew çand û baweriya mirovahiyê ya berxwedêr ji holê rabikin. Lewra Komkujiya Şengalê weke fîlmekî xofê, weke şanoyeke barbarên sadsala 21’an e ku li pêşberî tevahiya cîhanê bi zindî hate temaşekirin. Em weke jin û cîvaka gelê Kurd baş dizanin ku ev komkujî ji aliyê kîjan neyar û dijmînên me ve hate kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ji nirxên mirovahiyê bêpar, bi hezaran jin, zarok û ciwan qetîl kirin revandin û destdirêjî li wan kirin û di bazaran de ew firotin.
Bi rastî jî ger şervanên azadiyê nehatibûna hawara gelê me yê Şengalê dibe ku felaketên hin mezintir jî pêk bihatana. Em di 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê de şervanên azadiyê yên ku di azadkirina Şengalê de cih girtine, ked dane, lehengî kirinê û şehîd bûne bi minetdarî bi bîr tînin û failên komkujiyê şermezar dikin.
Belê Şengal hate rizgarkirin lê belê mixabin ku hê îro jî xeteriya li ser Şengalê neqediyaye. Hevkar û avakerên DAÎŞ’ê îro jî bi armanca tunekirina vîna gelê me yê Şengalê tevdigerin. Hevpeymana 9’ê Cotmeha 2020’an û êrîşên bênavber ên dewleta Tirk nîşaneyên vê rastiyê ne. Êrişên ku bi balafirên bêmirov pêk tên, gefên dagirkeriyê û pêşîlêgîrtina vegera ji bo Şengalê bingeha fermanên nû ne.
Em weke REPAK’ê bang dikin ku werin di 10’emîn salvegera komkujiyê de ji bo eşkerekirina berpirsên vê komkujiyê em bi hev re hewldanên xwe mezin bikin. Komkujiya Şengalê rasterast weke êrîşeke li ser hebûn, nasname û vîna jinan pêş ket. Ji bo komkujî dubare nebîn û ji bo êşên xwîşken me yên Êzîdî bên pêçandin dîvê em bi berpirsiyarî tevbigerîn. Ev erkeke mirovî û wijdanî ye.
Komkujiya Şengalê bingeha xwe ji nîjadperestî, mezhepperestî û zayendeperestiyê girtibû. Ji bo valaderxistina van êrîş û komkujiyan îro bi pêşengtiya jinên Şengalî têkoşîneke mezin tê birêveberin.
Her wiha çend rojan beriya niha bi pêşengtiya TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê) li Bexda ya peytexta Iraqê bi dirûşmeya ‘Bi têkoşîna hevbeş li dijî qirkirina jinan bibe dengê xwepararastinê’ konferanseke mezin hate lidarxistin. Em jinên Kurd û Ereb ên ku beşdarî vê konferansê bûne silav dikin. Em helwesta jinan a ji bo têkoşîna hevgîrtî pêşketî, girîng dibînîn. Dubare hate îspatkirin tişta ku pêşiya komkujiyan bigere têkoşîn, berxwedan û azadiya jinan e. Garantiya adalet, wekhevî û demokrasiyê azadiya jinan e.
Ji bo parastin û pêşxistina wan mafên mirovî divê em palpiştiya berxwedana jinên Şengalî bikin. Ji bo failên femîsîd û jenosîdê werin darizandin divê deng, dest û hêza me bibe yek. Bi ruhê hevgirtî, bi berxwedan û têkoşîna hevpar em ê pêşiya komkujiyan bigirin.”