Min ew di meha Kanûnê ya sala 2023’an de nas kir ku saleke dijwar a berxwedana Zapê bû. Ji qadeke din hatibû qada em lê bûn. Dema ku me li berxwedêrekî berxwedana hebûnê guhdarî dikir, ew nas kir. Bi gotina ‘Tu yê pirsê ji me jî neke, ne welê?’ Di deng, sekn û kenê xwe de esîltî hebû.
Min ti pirs jê nepirsî, lê di hemû hevpeyvînan de bala min li ser wê bû. Hem hîperaktîf bû hem jî li cihê lê bû timî qala berxwedanê dikir û hevalên xwe motîve dikir. Bi rengê komekê hatibûn. Me hev nas kir, bi naskirinê re jî me dest bi nîaşan kir. Timî qalê kir, timî axivî.
Gava qala hincetên xwe yên çûyîna ji bo berxwedana Zapê dikir, hîn bêhtir sedem didît; ev sedem jî zêde dikir û her tim dixwest biçe. Saetek beriya hevpeyvînê di her saeta ku min ew dît, em li cihekî rûdinişt û diaxivîn. Her ku min li gotinên wê guhdarî dikir min baştir fêhm dikir bê çima jin ên ciwan berê xwe didin van çiyayan.
Niha ew bîranîn hemû têne bîra min, hestên min jî qala demên berê dike. Hebûna her şehîdên ku ji bo azadiya xwe, azadiya gel û garantiya hebûnê şer kirin û şehîd bûn wê demê dihate çi wateyê, niha jî bi heman zindîbûnê di nava jiyanê de ye.
Zindîbûn, hîperaktîfbûn û hêza mayina li ser piyan a gerîla Rêvan ji ber hesta wê ya berpirsyariya ji bo gelê xwe bû. Ji xwe gelek fîlozofan beriya niha gotibûn, hêza ku mirov li ser piyan dihêle hesta mirov a berpirsyariyê ye.
“Bi rastî jî ez ji şer hez nakim. Lê belê zanim ku neçar im şer bikim. Di şer de kêliyeke azad dijîm ku ruh û xwînê dide min. Ne tenê ji bo çûyîna Zapê vê yekê dibêjim. Dibe ku gotina vê yekê hin rexneyên cuda jî bi xwe re bîne. Lê belê ji berxwedanê hez dikim. Dema ku te kamera vekir dibe ku ji ber kelecanê yan jî fikaran nikaribim van bînim ziman, lê belê zanim ku dilê min van dibêje. Ji bo kêliyeke ku xwe azad hîs dikim jî be dixwazim biçim qada berxwedanê.”
Rêvan zanî bû ku li qada berxwedanê wê hebûna xwe biqîre. Berxwedan li hemberî hukmekî înkarê rewşa herî çalak a gotina ‘Ez heme’ ye ku hebûna xwe ispat dike.
Rêvan ku şervana çiyê ya esîl û têkoşer bû, zanî bû ku ev yek ne tenê bi çekê yan jî şer dibe. Nehatibû bîra wê ku berxweedan wê bandorê li fîzîka wê jî bike. Lê belê dema min wêneyên wê yên li qada berxwedanê dît, min dît ku li xwe zêde kiriye û ev yek cihê kêfxweşiyê bû. Ev yek nîşaneya herî şênber bû ku radixist pêş çavan ku berxwedan lê hatiye.
Dirûşma wê ya çalakiyê ev bû; têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê. Di têkoşîna xwebûnê de ji hêviyê wêdetir wê wateyek didît.
Bêrîvan Katar ku li Şirnexê ji dayik bû û mezin bû, şervanek bû ku li çiyê navê Rêvan Aslan li xwe kiribû. Di sala 2023’an de berê xwe dabû berxwedana Zapê. Rêvan 20’ê Nîsana 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Ew der cihê te dixwest lê be. Ji bo hembêzkirina ruhê warekî ku dixwaze lê li ber xwe bide, te xwe amade dîtibû û bi wî rengî bi rê ketibû. Kelecan, coşa Rêvan, hesta berpirsyariya ji bo gel ji mirinê mezintir bû.
Lêgerîna wê ew biribû rêyeke ku ber bi xwe ve diherikî; sekna ruhekî ku di meşa li wê rêyê de israr dike ji aliyê çiyê ve hatibû pêşwazîkirin…

