Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllarî li navenda giştî ya partiyê civiya.
Di civînê de wê mijarên weke qonaxa duyemîn a ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’, şerê Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka-Îsraîlê, rewşa Kurdên li Îranê û bandorên şerê gengaz li ser herêmê werin gotûbêjkirin.
Tê payîn ku di civînê de wê peyama Rêber Apo ya ji bo salvegera ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ şandibû were nirxandin û hate diyarkirin ku wê xebatên siyasî û civakî yên têkildarî pêvajoyê werin plankirin.

