Li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan ên li hemberî girtiyan dewam dikin. Li gorî daneyên Mijdara 2024’an ên Wezareta Edaletê, bi biryara Desteyên Çavdêrî û Îdareyê berdana 8 hezar û 521 girtiyan hate astengkirin.
Di heft mehên destpêkê yên sala 2025’an de ev hejmar zêde bû. Li Girtîgeha Bolûyê piraniya wan girtiyên zêdeyî 30 sal in girtî ne, berdana 30 girtiyan hate astengkirin. Ji wan girtiyên nexweş û temendirêj jî hene.
Desteya pêwendîdar li gel bangên parêzeran û parêzvanên mafên mirovan nayên betalkirin.
Li Girtîgeha bi Hejmara 2’emîn a Xarpêtê ku hem bi astengkirina berdana girtiyan hem jî bi bûyerên êşkenceyê di rojevê de ye, girtî li hemberÎ kiryarên xerab 8 roj in di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.
Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren li hemberî kiryarên xerab çû girtîgeha Xarpêtê, girtî dît û anî ziman ku midûrên girtîgehê binpêkirinan dewam dikin.
Eren diyar kir ku rayedarên girtîgehê gotin, “Li derve çi diqewime ew me eleqedar nake, em bala xwe didin girtiyan” û anî ziman ku di pêvajoya heyî de ji berpirsyariyê direvin.
Serhat Eren di 17’ê tîrmehê de serdana Girtîgeha Xarpêtê kir û hevdîtin bi girtiyan re kir. Eren anî ziman ku di hevdîtinê de gelek binpêkirinên mafên mirovan jê re hatine ragihandin û ragihand ku herî dawî di serdegirtina qawîşê de êşkenceya fîzîkî li girtiyê bi navê Lokman Aslan hate kirin, ew ji qawîşê birin û rojekê li korîdorê sekinandin.
Eren diyar kir ku gardiyanên ketin qawîşa girtiyan li wan dan û got, “Lokman Aslan jî ji ber ku nerazîbûn nîşanî vê yekê da, ew bi tenê derxistin derve û li korîdorê rojekê hate sekinandin, êşkence lê hate kirin. Ev yek tenê mînakek ji kiryarên dema dawî ye. Li girtîgehê pêkanîneke hiqûqî û mirovî nîne.”
‘GIRTÎ BÊYÎ BÊNE DERMANKIRIN VEDIGERÎNIN GIRTÎGEHÊ’
Eren anî ziman ku girtiyên nexweş ji girtîgehê nabin nexweşxaneyê û got, “Bêguman ji bilî vê yekê jî qala gelek binpêkirinan kirin. Yek ji wan jî ew e ku daxwaza girtiyên nexweş a ji bo dermankirinê bi cih nayê anîn. Carna piştî salekê bersiv jê re tê dayin. Hin girtiyan anîn ziman ku rewşa wan ji ber ku gelekî lezgîn e divê biçin nexweşxaneyê, lê belê rêveberiya girtîgehê vê yekê bi cih nîne.
Her wiha dema girtiyan dibin nexweşxaneyê jî bi saetan disekinînin, kelepçekirina destan li wan tê ferzkirin, dixwazin li nava devê wan jî bigerin. Ji ber van kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê girtiyên nexweş beriya bêne dermankirin vedigerin girtîgehê.”
‘BERDANA GIRTIYAN BI KÊFÎ TÊ ASTENGKIRIN’
Serhat Eren bal kişand ser astengkirina berdana girtiyan û anî ziman ku bi taybetî pirsên têkildarî PKK’ê ji girtiyan têne pirsîn û deste li derveyî pêvajoya hatiye destpêkirin biryaran werdigire.
Eren got, “Dawiya dawî pêvajoyên berdana bi şert tê nirxandin. Desteyên Îdare û Çavdêriyê di dema nirxandina kesên ku 30 salên girtîmayinê temam kirine pirsên bi vî rengî li wan dike, ‘Hûn têkildarî PKK’ê çi difikirin? Hûn PKK’ê diparêzin? Hûn endam in? Ji bo hincetê ji dirêjkirina dema înfazê biafirînin pirsên bi vî rengî li wan dikin.”
‘RÊVEBERÎ HELWESTA XWE YA LI DIJÎ PÊVAJOYÊ BI BINPÊKIRINAN NÎŞAN DIDE’
Eren anî ziman ku serlêdana wan a ji bo nirxandina pirsgirêkên girtiyan hatiye redkirin û got, “Li girtîgehê hewl tê dayin ku têkilî û danûstandin bêne astengkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gengaz girtî dixwazin hevdîtinê bi rêveberiyê re bikin; lê belê hevdîtin bi ti awayî nayê qebûlkirin. Dibêjin ‘Eger pirsgirêkên we yên şexsî hebin ji me re binivîsînin û daxwaz bikin. Naxwe em bi we re hevdîtinê nakin’.
Tê gotin, dozgerê girtîgehê û midûrê heyî gotine, ‘Dibe ku li derve pêvajoyeke hebe, pêvajoya aştiyê hebe. Ev yek me eleqedar nake. Pêvajo ne xema me ye. Em li hundir dinihêrin’.
Bi helwesteke xemsar a li hemberî pêvajoyê, li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan zêde dikin.”
‘JI REWŞA GIRTIYAN WÊ WEZARETA EDALETÊ BERPIRSYAR BE’
Serhat Eren ragihand ku girtiyan li hemberî van binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, bi biryar in ku heta rêveberiya girtîgehê paşve gavê biavêje çalakiya xwe dewam bikin û got, “Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê midûrên girtîgehê û Wezareta Edaletê. Divê rêveberiyên girtîgehê yên li ber pêvajoyê radibin bêne guhertin.
Ji binpêkirinên mafên mirovan ên ji niha û pê ve, ji hemû êşkence, kiryarên xerab, giranbûna nexweşiyan a ji ber nedermankirinê û ji rewşa her girtiyekî wê Wezareta Edaletê berpirsyar be.”
Serhat Eren herî dawî bang li Wezareta Edaletê kir ku van pirsgirêkan tavilê çareser bike.