În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Cejna Zimanê Kurdî de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elahe û Elnaz hêjayî Xelatên Wêrekiyê yên Rojnamevaniyê hatin dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJA’yê 8’ê Adarê li Êlih û Îzmîrê da destpêkirin: Jin wê siberojê diyar bikin
Jin

TJA’yê 8’ê Adarê li Êlih û Îzmîrê da destpêkirin: Jin wê siberojê diyar bikin

TJA'yê Îzmîrê û Êlihê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kir. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku berxwedana jinê wê pêvajoyê diyar bike û banga berxwedana li dijî faşîzm û mêrsalariyê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê li Kurdistanê li Êlihê û li Tirkiyeyê jî li Îzmîrê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê kir. 
Jinên ku li ser Cadeya Gulistanê ya Êlihê hatin gel hev, li vir bi dirûşm, çepik û tililiyan govend gerandin. Piştre jî kortej çêkirin û heta pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li Bulwara Turgut Ozal meşiyan. Di tevahiya meşê de ajokaran jî bi qorneyê û jinên li şaneşîn û pacên malên xwe de jî bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan. Welatiyên li ser rêyê jî bi tililî û nîşaneyên serkeftinê meş silav kirin. 
Di meşê de jinan pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ve ber bi 8’ê Adarê ve” vekirin û wêneyên Rojvelat Kizmaz, Îpek Er, Nagihan Akarsel, Jîna Emînî û Denîz Poyraz hilgirtin. Her wiha jinan di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu, namzetên hevşaredariyan, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li meşê bûn. 

LI ÎZMÎRÊ PEYAMA BERXWEDANÊ DAN
Di çalakiya li ber Nûnertiya DEM Partiyê ya Çîmentepe ya Îzmîrê de pankartên “Jin, jiyan, bi azadî bi azadî bi azadî” û “Jin, jiyan, bi azadî 8’ê Adarê re” hatin vekirin û “Destê xwe ji laşê min bigire. canê min, hişê min” û “Jin, “Em bi Jiyan, Azadî Komkujiyên Jinan Rawestînin” û wêneyên siyasetmedarên jin ên girtî û jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin.

Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş jî got, “Jinên Kurd 100 sal in serî li ber pergala serdestiya mêr natewînin. Ji Leyla Qasim heta Viyanan jinên Kurd her tim li ber xwe didin. Dayik di nobetên edaletê  de ne, ciwan û gelê me lii kolanan dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz  dikin.”

Di çalakiyê de Koroya Denîz Poyraz derket ser dikê.

Metna hevpar a TJA’yê ya li Êlih û Îzmîrê hatiye xwendin wiha ye: 
Di vê dema ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin de, beriya her tiştî em tevahiya jinên ku li çar aliyên cîhanê têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, silav dikin. Em jinên ku ji bo azadiya jinê têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku dê bîranîna wan rêya me ronî bike. Bi hêza ku me ji hezaran jinên pêşeng ên wek Rozayan, Sarayan, Evînan, Zelalan wergirtiye, di 8’ê Adara îsal de jî em ê dîsa li qadan, kuçeyan û kolanan bin.
SEDSALA 21’EMÎN DÊ BIBE SEDSALA AZADIYA JINÊ!
Li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê em 8’ê Adarê dîsa di bin siya şeran, qeyranên aborî, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê û newekheviyan de; lê di heman demê de bi têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî polîtîkayên mêrsalarî de pêşwazî dikin.
Di sedsala 21’emîn a ku têkoşîna zayendî bûye qada têkoşînê ya bingehîn de, jin li malan, li kuçeyan, li kargehan û li tevhiya qadên jiyanê xwedî li azadiya xwe, mafên xwe, nirxên xwe û keda xwe derdikevin û destkeftiyên xwe yên ku bûne armanca hişmendiya mêrsalarî diparêzin. Di vê serdema ku tundiya li hemberî jinê zêdetir dibe, kuştinên jinan vediguherin qirkirinê û di heman demê de gelek destkeftiyên jinan dixwazin careke din tên desteserkirin de, em dizanin ku berxwedana jinê di pêvajoya li pêşiya me de diyarker e. Şerên piraliyî yên ku di serî de li Rojava, li tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn tên meşandin, di bingeha xwe de li dijî nirx û afrîneriyên cewherî yên jinan e. Şerê ku dijminatiya jinê ji xwe re dike çavkanî, herî zêde jî jinên Kurd ji xwe re dike armanc. Yên ku pêşengên têkoşîna azadiya jinê Nagehan Akarsel li Silêmaniyê, Evîn Goyî li Parîsê, Firyal Silêman Xalid li Kerkukê qetil kirine divê bizanibin ku têkoşîna azadiya jinê dê teqez bi ser bikeve!
‘EM Ê CIVAKÊ BIPARÊZIN, BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN!’
Bi “polîtîkayên şerê taybet” ên ku li Kurdistanê wek polîtîkayên dewletê tên meşandin, ev tundî û qirkirin gihîştine asteke cuda ya gelekî girîng. Remziye Apaydin, Denîz Poyraz, Fîrdevs Babat, Sakîne Kultur bi tenê çend ji dehan jinên ku di encama van polîtîkayên şerê taybet ên ku bi destê dewletê pêk tên de jiyana xwe ji dest dan. Heman polîtîka bi destê kesên xwedîunîforma ve li hemberî jinên Kurd ên ciwan; bi destê saziyên olperest û paşverû yên îslama siyasî li hemberî civakê; bi destê qeyûman li hemberî saziyên jinan û vîna gelên Kurdistanê tên sepandin. Di heman demê de di tevahiya saziyan de û di tevahiya qadên jiyanê de “mêrbûn” tê vejandin û koletî li ser jinan tê ferzkirin. Sîxurkirin, madeyên hişbir û fuhûş wek amûrên şerê bîrdozî tên bikaranîn û li aliyê din jî polîtîkayên destdirêjî jî di nav de hemû cureyên îstîsmara zarokan pêk tînin. Em vê hişmendiya mîlîtarîst a ku beden, ziman, çand, nasname û bi kurtasî hebûna jinên Kurd ji xwe re dike armanc, nepejirînin!
Em ji Musa Orhanan, Onur Genceran, Îbrahîm Barkinan pir baş pê dizanin ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê, bi vegotinên cudaker, bi efûyên ku di binê navê sererastkirina înfazan de tênê derxistin, kujer û kiryarên tundiyê ji aliyê vê pergalê ve çawa tên parastin! Em hevkarên wan kesên ku hêza dewletê li pişta wan e, zirxê xwe yê “polîtîkaya bêcezahiştinê” li xwe kirine, dizanin dê tu tiştek bi wan nebe û bi tu awayî dev ji kiryarbûnê bernadin jî, baş nas dikin!
Qeyrana aborî ya ku hêzên kapîtalîst û modernîst afirandine û her roj hinekî din kûr dibe, her ku diçe domdartir dibe. Çavakaniyên ku malê civakê ne dikin xizmeta komeke elît û xizanî û nangiraniyê ji gel re rewa dibînin. Li palûkeyan, zeviyan, kargehan, li tevahiya qadên giştî jin wek hêza kar a erzan tê dîtin û rûberî mêtingerî û tundiyeke giran dibe. Di vê çarçoveyê de, em wek TJA di wê baweriyê de ne ku bi 8’ê Adarê têkoşîna kedê ya rêxistinbûyî ya hevpar a jinan dê bigihîje xwediyê wateyeke nû. Li hemberî van polîtîkayên ku dijminatiya jinê dikin û li dijî gel in em ê civakê biparêzin, berxwedanê geş bikin. 
‘EM Ê QADÊN XWE YÊN JIYANÊ BIPARÊZIN!’
Ji aliyê mekanîzmayên darazê yên ku di destê desthilatdariyê de bûne amûr ve, jin her roj bi operasyonên siyasî tên girtin û girtin. TJA jî bi awayekî bi pergal û gelek canan rûberî tundiya darazê bûye. Sepanên faşîst û zayendperest ên li girtîgehan, polîtîkayên dermirovî yên li hemberî girtiyên nexweş, şewitandina înfazan jî domandina van polîtîkayan e. Wek TJA, em careke din dibêjin ku em ê xwedî li nasnameya xwe û destkeftiyên xwe derkevin.
Di sala borî de di erdheja 6’ê Reşemiyê ya ku di encama polîtîkayên rantxurî û talanê ya pergala dewletperest a mêrsalar de li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê veguherî hilweşîneke mezin de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û bêmal man. Her çiqas ji bo tevahiya civakê bandoreke hilweşîner a erdhejê çêbûbe jî, ji bo jinan û zarokan rewş gelekî xerabtir bûye. Desthilatdariya ku bûye sedema tevahiya vê hilweşînê, erdhej jî veguherandiye derfeteke ku desthilatdariya xwe bidomîne. Wargehên Kurdan û elewiyan ji nû ve dagir kiriye, avaniya demografîk guherandiye, erdnîgariya me bêmirov hiştiye, zarokên ku malbatên xwe wenda kirine dane terîqetên olperest û çeteyan û ew rûberî îstîsmarê kirine ku hilweşîn girantir bûye, polîtîkayên xwe yên dijberî xwezayê domandine û talankirina avê, axê, daristanan û tevahiya qadên jiyanê domandiye. Wek TJA, em ê ava xwe, axa xwe, daristanên xwe, xwezaya xwe û tevahiya qadên xwe yên jiyanê biparêzin.
Zimanê me yê dayîkê, nasnameya me tên înkarkirin û bi plîtîkayên qirkirina çandî hebûna me ya civakê tê tunekirin. Wek TJA; ji bo zindîtirkirina zimanê me yê zikmakî, çanda me û nasnameya me, di serî de jinên Kurd, em bangê li tevahiya civakê dikin ku bi me re têbikoşin û di serî de Kurdî, ji bo ku tevahiya zimanan bibin zimanê perwerdehiyê û di destûra bingehîn de bên nasîn, em soz didin ku em ê têkoşîna xwe geştir bikin. 
‘EM Ê RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ XURTIR BIKIN!’
Di vê 8’ê Adarê de, bi ezmûnên xwe yên ku me ji dîrokê palavtine, ji bo hilbijartinên xwecihî yên ku di avakirina bajarên azadîparêziya jinê de gelekî girîng in, em amade ne. Me berendamên xwe bi pêşhilbijartineke ku gelek kes beşdar bûnê û bi rêbaza lihevkirina bajêr diyar kirin û me careke din derxist holê ku demokrasiya xwecihî encax bi civakê re bi pêş dikeve. Em bi biryar in ku em hişmendiya ku tevahiya qadên civakê di destekî de kom dike, zêde navendî ye û “rêveberiyên xwecihî wek qadên xwezayî yên hişmendiya mêrsalar” dibîne veguherînin. Bi hêza jinan a di qadên xwecihî de guherîner û veguherîner em ê siyaseta demokratîk û jiyana wekhevîparêz ava bikin. Em bi biryar in ku bi hevserokatî û nûneriya wekhev, di tevahiya qadên jiyanê de em vîna jinê hêzdartir bikin û hişmendiya rêveberiyêên xwecihî yên demokratîk li civakê belav bikin. Em bi ser ketin, me bi dest xist. Niha dem dema ku em serkeftina xwe û destkeftiyên xwe careke din geştir bikin. Rabe; Dem Dema Azadiya Jinan e!
‘EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN PÊK BÎNIN!’
Ev rewşa civakê ya ku di nava qeyranên piralî de maye, encama rejîma tecrîdê ya ku li Îmraliyê tê sepandin e. Her ku rejîma tecrîdê ya li hemberî Rêzdar Ocalan kûrtir dibe, di serî de jin, tevahiya civakê bi heman awayî dikeve binê pêkutiyê. Di 8’ê Adara îsal de jî, em careke din dibêjin ku, di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiyane, muxatabê bingehîn ê çareseriya tevahiya pirsgirêkên civakî Rêzdar Ocalan e û em careke din dibêjin ku divê demildest bi wî re hevdîtin bê çêkirin. Li hemberî siyaseta înkar û îmhayê, paradîgmaya civaka “demokratîk, xwezaparêz û azadiya jinê” ya ku Rêzdar Ocalan bi pêş xistiye, gavê herî girîng ê rêya ku ber bi jiyaneke aştiyane û civakeke demokratîk ve diçe ye. Tekane rêya sepandina vê paradîgmayê jî ew e ku bê şert û merc  azadiya fizîkî pêk were.
Di vê çarçoveyê de, em Nobetên Edaletê yên bi armanca piştgirîdana grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û şikênandina tecrîda li Îmraliyê yên ku li gelek bajaran hatine destpêkirin, silav dikin û em careke din bangê li sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî dikin ku daxwazên wan demildest bînin cih.
Di 8’ê Adara 2024’an a ku me şiyara “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve” veguherand eniya berxwedanê em careke di serî de bang li jinên Kurd, tevahiya jinan dikin ku li hemberî faşîzmê û mêrsalariyê, piştgiriyê bidin berxwedanê û wê geş bikin. Bi hêza ku em ji vê bangê digirin, em 8’ê Adarê, roja têkoşînê ya tevahiya jinan, pîroz dikin. Jin, jiyan, azadî.”
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rapora 2023’yan : Li bajarên Egeyê mafên 525 jinan hatin binpêkirin
Nûçeya Pişt re Li Viyanayê 5 jin hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nûnerên Rêveberiya Xweser cihê xwe di çeperên şer de girtin

Rêveberiya Xweser a Demokratîk tevlî seferberiya giştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Polîtîkayên AKP’ê yên ji bo jêbirina hişê çandî yê Kurdan

Desthilatdariya AKP'ê bi rêya qeyûman êrîş bir ser hiş û bîra Kurdan, Kurdî û çanda…

Ji aliyê Stêrk TV

Ruhê 12’ê Adarê bi modela netewa demokratîk û Rêveberiya Xweser zindî bû

Hevserokê Komîteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê Kenan Berekat: Dewletê di 12’ê Adarê xwest ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Periya gulan bû Gulperî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?