Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber mala ku doh bi şev ji aliyê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ve hate bombekirin daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê endama TAJÊ’yê Nazê Seado û endamê Meclîsa Komelgeha Digorê Hemo Silêman ve hate xwendin. Endama TAJÊ’yê Nazê Seado destnîşan kir ku dewleta Tirk sûcên mirovahiyê dike û êdî malen sivîlan jî dike armanca xwe xwe û bombebaran dike. Her wiha Seado got ku ger dewleta Iraqê û PDK’ya hevkarê dewleta Tirk rê nedaba wê dewleta Tirk tu carî nedikarî wisa bi rehetî li ser malên sivîlan êrişên xwe yên qirkirinê pêk bîne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi van êrîşên xwe qirkirina civaka Êzidî armanc dike û êrîşên dewleta Tirk ên hewayî weke berdewama Fermana 74’an hatin pênasekirin.
Seado di dawiya axaftina xwe de dewleta Iraqê jî hişyar kir û got: ‘’Çawa axa te rûmeta te ye, kesên te jî rûmeta te ne. Em dewleta Iraqê şermezar dikin ku çawa rê dide dewleta Tirk ku wiha bi rehetî dikare were axa te û welatê te dagir bike û hemwelatiyên te şehîd û birîndar bike. Lê belê em li vir li ser hebûna xwe bi israr in ku çi qasî jî me topbaran bike jî em dev ji doza xwe bernadin û em ê li ber xwe bidin.’’
Endamê Meclîsa Komelgeha Digorê Hemo Silêman jî da xuyakirin ev êrişên dewleta Tirk ên li ser welatiyên sivîl nemerdane ne û êrişên bêbext in. Hemo Silêman di daxuyaniyê de bang li sazî û dewletên ku mafên mirovan diparêzin kir û bêdengiya wan şermezar kir.