Duh piştî 279 rojên di girtîgeha PDK’ê de, rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed, li Dihokê hat dadgehkirin. Dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî cezayê ku desthilata PDK’ê li rojnamevan Silêman Ehmed biriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku revandina Silêman Ehmed a ji aliyê desthilata PDK’ê ve binpêkirin e û têkildarî dema ragirtina wî di girtîgehê de jî hate gotin: “Ragirtina wî li dijî benda 123’yan a nûkirî ya qanûna şêwazê dadgehkirinên sûcan a sala 1971’an e. Li gorî vê bendê jî, mafê girtî heye di 24 saetan de parêzerên xwe bibînin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara li dijî rojnamevan Silêman Ehmed ne adilane ye û wiha hate gotin, “Ji ber ku li gorî benda yekemîn a qanûna 21 a sala 2003’yan ku ji aliyê desthilata Başûr ve hatibû derxistin, hate dadgehekirin.”
Di daxuyaniyê îşaret pê hat kirin ku cezayê li Silêman Ehmed hatiye birîn ne rewa ye û wiha hat gotin: “Hevalê me rojnamevan Silêman Ehmed bi awayekî qanûnî li bajarê Silêmaniyê kar dikir. Lewma cezayê li wî hatiye birîn ne rewa ye, li dijî tevahî pîvan û qanûnên naveteweyî yên têkildarî karê rojnamegeriyê ye.”
Di daxuyaniyê hat bibîrxistin ku Silêman Ehmed tu suc nekirine û bi awayekî fermî derbasî Başûr bûbû. Bang li saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên rojnamevanan jî hat kirin ku ji bo serbestbana Silêman Ehmed tavilê mudaxele bikin.