Di demekê de ku êrişên dijminane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin, plana li dijî gelê Kurd û hebûna wî tê bi rêvebirin, zelal dibe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êriş û planê de li bajarê Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna bi sedan welatiyên tev li banga seferberiyê bûne, ji aliyê cîgirê hevserokên Rêveberiya Xweser Hesen koçer ve hate xwendin.
Hesen Koçer diyar kir êrişên ji 6’ê Çileyê ve, her ku diçe zêdetir dibin û ev tişt anî ziman: “Ev êriş bi armanca tunekirina gelê Kurd û hêzên demokratîk e. Armanca wan ew e ku Rêveberiya Xweser tune bikin. Îro dixwazin DAIŞ’ê vejînin û bi wan gelê herêmê tune bikin. Berxwedana îro li Girtîgeha El Eqtan a li bajarê Reqayê ku bi sedan çeteyên DAIŞ’ê tê de girtî ne, mînak e. Hîn li wir şervanên QSD’ê bi hemû hêza xwe berxwedaneke bêhempa dikin. Tevî êrişan jî hêzên li dijî DAIŞ’ê destwerdanê nakin. Ev tê wateya hêzên navneteweyî şirîkên komkujiyan in.”
Hesen Koçer di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî şerê tunekirinê derketiye û ji tevahî gelê Kurd xwest parastina destkeftî û rûmeta xwe bikin. Koçer wiha pê de çû: “Îro rûmeta gelê Kurd dikin hedef. Neteweya Kurd di bin êrişan de ye. Lewma divê em hemû ji bo parastinê amade bin.”
Hesen koçer got “maskên rûyê hêzên navneteweyî aşkera bûne û rastiya wan di ne destwerdana girtîgehên DAIŞ’ê de diyar bû” û wiha dewam kir: “Diyar bû ew dixwazin dewleteke terorîst li ser desthilatdariya Sûriyeyê be. Wê jî li dijî Heşdî Şebî ya li Iraqê bidin şerkirin. Divê gelê me ji bo parastinê amade be. Em ê hemû destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Divê gelê Kurd dest ji malên xwe bernede.”
Hesen Koçer her wiha bang li hêzên demokratîk ên cîhanê kir ku xwedî li berxwedana Rojava derkevin û wiha axivî: “Bila gelê Kurd li hemû welatên cîhanê çalakiyan li dar bixe û bi taybet li welatên Ewropayê. Divê em bibin xwedî biryar.”
Hesen Koçer di dawiya axaftina we de jî got: “Em ê tu carî dest ji xaka xwe bernadin, me aştî xwest lê wan xwest teslîmiyetê li ser me ferz bikin. Di civîna dawîn de dibêjin çekên xwe deynin û teslîm bibin.”

