Yekşem, 1 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Em li gel gelên Îranê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz wê bi şîara ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ were pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arakçi-Huseyîn civiyan: Îran wê baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Iraqê hedef bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Holloway: ‘Azadiya Ocalan wê deriyê demokrasiyeke kûr veke’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Demir: Avêtina gavên zagonî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star bernameya 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    12 salan de 5 hezar û 659 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya TAJÊ eşkere bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve
Çand û Hûner

Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

Ya ku wê li pey xwe hişt ne tenê rabirdûyeke şoreşgerî bû; wê mîrateyeke wêrekiyê li pey xwe hişt ku ber bi paşerojê ve dimeşe. Dûrî gelê xwe, ji bo têkoşîna gelekî din dilê wê lê da. Ev jiyan pênaseya herî şênber û radîkal a 'piştevaniyê' ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hin jiyan hene ku ne tenê dijîn; her wiha bi xumxumî diherikin û li nava erdnîgariyan deng vedidin, dibin xeta berxwedanê. Alina Sanchez, yan jî bi navê ku pê tê naskirin Lêgerîn Çiya navê jiyaneke bi vî rengî ye. Pirtûka bi navê Lêgerîn – A Quest for Freedom dide ser şopa vê jiyana awarte ku ku ji Latîn Emerîkayê bi rê dikeve û xwe digihîne Rojhilata Navîn, ji armancên Pan-Emerîkayê xwe digihîne çiyayên azad ên Kurdistanê. Pirtûk ne tenê biyografiyek e; di heman demê de manîfestoyeke azadiyê ye ku li wateya raperînekê, şoreşekê û mirovbûyînê dipirse.

Alina li Patagonya Arjantînê ji dayik bû û hîn di ciwantiya xwe de bi raperîneke navxweyî ya li dijî bêedaletiyê mezin bû. Ji bo perwerdeya tipê werbigire çû Kubayê. Doktorî ne tenê ji bo başkirina bedena mirovan dît, doktorî li ber çavê wê karekî ji bo başkirina birînên civakî bû. Lê belê feraseta wê ya ‘başkirinê’ ji korîdorên nexweşxaneyên nûjen û sînorên sîstemê gelekî mezintir bû. Dilê wê guh da qîrînên bêdeng ên cîhanê. Qalibên şexsî yên modernîteya kapîtalîst red kir û berê xwe da çiyayên ji jiyana kolektîf. Lêgerîn di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de ne tenê mêvanek bû; ew bû pêşeng, bû hevrê, bû sembol.

Û rojekê berê xwe da Rojava. Li gel şoreşgerên jin ên Kurd ên li wê derê nas kir, di nava şer de jiyan parast, bi navê azadiyê bû çeperek. Lewma belasebep navê ‘Lêgerîn’ li xwe nekir. Ev nav ne tenê nasnameyeke nû bû, her wiha şêweyekî hebûnê bû. Ew êdî ne tenê kesek bû; ew navê heqîqetê, wekheviyê, aştiyê û azadiya jinê bû.

Pirtûk qala jiyana Lêgerîn dike, lê di heman demê de mirovên pirtûkê dixwînin jî rûbirûyê rastiya xwe dike. Em li kîjan erdnîgariyê ji dayik bibin jî gelo em çiqasî dikarin bêedaletiyê ji nedîtî ve bên? Gelo şoreş tenê teoriyeke polîtîk e, yan jî şêweyekî jiyanê ye ku divê her roj jinûve bê avakirin?

Ev berheman ku ji aliyê Benedetta Argentieri ve hate berhevkirin, ne tenê portreya şoreşgerekê ye; dengvedana rûmeta mirovahiyê li erdnîgariyan e. Çîroka Lêgerîn dema ku bi kûrahiya îdeolojîk a tevgera jinên Kurd re dibe yek, hingî rewşeke xurt a hestewarî û entelektuelî derdikeve holê. Di rûpelên pirtûkê de li hemberî çîrokên ezeztiyê yên modernîteya kapîtalîst, pratîka jiyana alternatîf a hevparbûyîna azad bi şênberî tê nîşandan.

Ev kûrahiya pratîkî radixe pêş çavan ku Lêgerîn ne tenê fîgureke fikrî ye; wê bi bedena xwe, bi keda xwe û bi jiyana xwe di nava armancên xwe de xwe helandiye.

Û 17’ê Adara 2018’an dema ku li Rojava di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da ne tenê bîranînên xwe li pey xwe hişt; her wiha gotinek, hêviyek û berxwedanek li pey xwe hişt. Navê Lêgerîn êdî ne tenê li Kurdistanê, di helbestên Latîn Emerîkayê de, di nava xewn û xeyalên azadiyê yên li çar aliyên cîhanê de dijî.

Ji ber ku jiyana wê ne tenê temenek bû; veguherî fikrekî ku mirovan bi hêviyê xwe lê girtin.

Û niha çîroka Lêgerîn ne li pirtûkê, lê li hişê kolektîf ê mirovahiyê hate nivîsandin.

Ya ku wê li pey xwe hişt ne tenê rabirdûyeke şoreşgerî bû; wê mîrateyeke wêrekiyê li pey xwe hişt ku ber bi paşerojê ve dimeşe. Dûrî gelê xwe, ji bo têkoşîna gelekî din dilê wê lê da. Ev jiyan pênaseya herî şênber û radîkal a ‘piştevaniyê’ ye. Ji ber ku Lêgerîn bi zimanê gerdûnî yê azadiyê diaxivî; ji sînor, ziman û çandan derbas bû…

Ev pirtûk bi qasî vegotina jiyanekê, ji bo bihîstina heqîqeta wê jiyanê ye.

Û ew heqîqet hîn jî bang li me dike.

Pirtûka Lêgerîn – A Quest for Freedom ji navnîşanên meyman.org û pirtukxane.net dikare bê peydakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn
Nûçeya Pişt re Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê dewam dikin: Herî kêm 27 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li dijî Şaredariya Şileyê operasyon: 22 kes hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Şileyê de, polîsan 22 kes binçav…

Ji aliyê Stêrk TV

QSDˊê nasnameyên du şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSDˊê nasnameyên du şervanên xwe ku di meha Tebaxê de di dem…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeyek Brîtanî serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeyek Brîtanî ji bo ku pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji nêz ve bişopîne, îro…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên ji Amûdê: Bila zarokên me tavile werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Plaftorma Yekîtiya Netewî ya jinên Kurd encamnameya bi 21 xalan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?