Yekşem, 2 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo vegera koçberên Êzidî banga pêkanîna şert û mercan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li parzûngeha petrolê ya li Hewlêrê şewat derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Ertak hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 8 jin di bin metirsiya darvekirinê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 11’emîn a Komkujiya Zergelê de li Binarê Qendîlê bîranîn hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festivala Munzurê de îşaret bi çareseriya demokratîk û hemwelatîbûna wekhev hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamtiya Yekîtiya Şaredariyên Tirk a ji bo Kerkûkê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meşa ji no nan û aşitiyê bi coş li Rihayê hate pêşwazîkirin
Rojane

Meşa ji no nan û aşitiyê bi coş li Rihayê hate pêşwazîkirin

Baskê “Meşa Budçeyê Ji Bo Nan û Aşitiyê” ya ku ji çar aliyan ve ji aliyê DEM Partiyê ve hate destpêkirin, li Rihayê bi govend û muzîkê hate pêşwazîkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Baskê Meşa Budçeyê Ji Bo Nan û Aşitiyê ya ku ji çar aliyan ve ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve ji bo balê bikişîne ser xizanî û krîza aborî li dijî budçeya sala 2026’an a ku li Meclisê tê gotûbêjkirin, gihişt Rihayê. Meşvan li ber Deriyê Wêranşarê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê ve bi govend û erbaneyan hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê, Endama MYK’ê ya DEM Partiyê İlknur Birol û Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezir Çoşkun Parlak li ser navê girseyê daxuyanî dan. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku budçeya sala 2026’an a hikûmetê “bi bijardeyên alîgirê şer û sermayedar hatiye amadekirin.”

‘BUDÇE JI BO ŞER, TANK Û TOPAN TÊ HERIKANDIN’

Îlknur Birol diyar kir ku ew ji bo daxwazên rast ên gel ragihînin derketine rê û anî ziman ku budçe ji hewcedariyên civakî dûr e. Birol da zanîn ku budçeya sala 2026’an “ji bo komek sermayedar, pîşesaziya parastinê û polîtîkayên şer çavkaniyan vediqetîne.”

Îlknur Birol wiha got: “Em li budçeyê dinêrin, ‘gelo aşitî tê de heye, wekheviya jinan tê de heye, siberojek ewle ji bo zarokan tê de heye?’ Lê em dibînin ku demeke dirêj e bijardeyên siyasî dahata civakê ji komanên sermayeyê re herikîne. Xwarina rojekê ya zarokan, stargeha ciwanan, mûçeyê teqawîdan di vê budçeyê de tune ye.”

‘EM Ê DAXWAZAN BI ÇUVALAN BIGIHÎNIN PARLAMENÊ’

Îlknur Birol anî ziman ku armanca meşê ew e ku gotina gel bigihîne Enqereyê û eşkere kir ku heyetên ji çar aliyan ve hatine wê roja yekşemê daxwazên nivîskî radestî parlamenê bikin. Îlknur Birol got, “Em ê nameyan çuval çuval bibin parlamenê. Dema ku budçe tê gotûbêjkirin, em ê gotina gel bînin ser kursiyê. Têkoşîna me wê dewam bike.”

‘BI MILYONAN KES JI VÊ BUDÇEYÊ MEZINTIR IN’

Parlamenter Vezir Çoşkun Parlak di axaftina xwe de gotina Serokomar Erdogan a “Dinya ji 5’an mezintir e” bi bîr xist û got, “Bi milyonan mirov ji vê budçeyê mezintir in.”

Parlak destnîşan kir ku budçeya Tirkiyeyê esasen li ser polîtîkayên şer hatiye avakirin û got, “Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, pirsgirêka demokrasî jî nayê çareserkirin. Ciwan mehkûmî rêyên koçberiyê dibin; sedema vê jî polîtîkayên têne şopandin e.”

‘DIVÊ MÛÇEYA KÊMTIRÎN HERÎ KÊM 45 HEZAR LÎRE BE’

Parlak anî ziman ku krîza aborî rasterast bi pêvajoya aştiyê ve girêdayî ye û got, “Divê mûçeyê herî kêm 45 hezar lîre be, ev jî têrê nake.”

Baskê meşa DEM Partiyê sibe, wê bi Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê û rêxistinên kedkaran re ji Parka Alişellî ya navçeya Xelîliyê heta Meydana Topçû bimeşe. Piştre heyet wê serdana fabrîke û atolyeyên tekstîlê bike û paşê derbasî Dîlokê bibe û meşa xwe bidomîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbol, Aydin û Erziromê meş: Ne ji bo şer, ji bo kedkaran budçe
Nûçeya Pişt re Meşvanên Çukurovayê gihîştin Mêrsînê: Em aştî û nan dixwazin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

17 sal cezayê girtîgehê li Nevzat Bahtiyar hate birîn

Nevzat Bahtiyar ê ji doza kuştina Narîn Guran jinûve hate darizandin, 17 sal cezayê girtîgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK’ê li Amedê fotokapan îmha kir û li Sêrtê jî pankart bi darve kir

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), ragihand ku wan di çarçoveya çalakiyên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Shirin Ebadi: Azadiya Abdullah Ocalan mercê esasî yê pêvajoyê ye

Xelatgira Nobelê Shirin Ebadi: Azadiya Abdullah Ocalan û serketina muzakereyên yekser ên navbera herdu aliyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di sala 11’emîn a Komkujiya Zergelê de li Binarê Qendîlê bîranîn hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

647 malbatên ji Serêkaniyê, ji bo vegerê hatin agahdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di Festivala Munzurê de îşaret bi çareseriya demokratîk û hemwelatîbûna wekhev hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?