Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de yên li Stenbol û Enqereyê hatin lidarxistin, îşaret bi rewşa girtiyên nexweş hat kirin û ji bo girtiyên nexweş bên dermankirin doza berdana wan hat kirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina F” ya ku her hefte li dar dixe, di hefteya 669’an de li ber avahiya komeleyê kom bû. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Alî Osman Kose (67) ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 a Tekîrdagê tê girtin hat sekinandin. Di daxuyaniyê de pankartên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” hatin berzkirin.
Parêzvanê mafên mirovan Turker Demîrcî ku daxuyaniyê xwend, diyar kir ku girtiyê bi navê Alî Osman Kose tevî ku gelek nexweşînên wî hene jî bi awayekî “ne hiqûqî” li girtîgehê tê girtin û nexweşiyên Kose rêz kirin. Demîrcî got: “Alî Osman Kose yê 67 salî ku 40 sal in di girtîgehê de ye; nexweşîna pençeşêrê û hipertansiyon pê re heye û li gel vê guhên wî baş nabihîzin, ji ser hişê xwe diçe, nikare baş baixive û bi zorê dimeşe. Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike.”
Demîrcî ku îfadeya parêzer Doga Încesûyê ya ku çûbû serdana Kose ragihand wiha got: “Muwekîlê min Kose bi kursiya bi teker anîne cihê hevdîtinê. Wî diyar kir ku her tim gêja wî diçe û nikare li ser pêyan bisekine û hema bêje guhên wî baş nabihîsin. Diyar kir ku ne ji hevalên wî yê hucreyê be wê nikaribe bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike.”
Demîrcî destnîşan kir ku divê dengê girtiyên nexweş bê bihîstin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
ENQERE
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 541’ê de ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li Kolana Sakaryayê kom bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê dermankirinê nayê astengkirin, ji girtiyên nexweş re azadî” hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Hadî Elçîçek ê li Girtîhgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê girtin hat sekinandin.
Endama ÎHD’ê Kezban Kalinê der barê girtiyê nexweş Hadî Elçîçek de ev tişt gotin: “Hadî Elçîçek di 16’ê Sibata 1999’an de hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hat darizandin û cezayê muebbetê yê girankirî lê hat birin. Paşê biryara binpêkirina darizandina adil at dayîn û piştî vê biryarê Elçîçek di 9’ê Kanûna 2021’ê de ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan û darizandin jinûve dest pê kir. Piştî hat berdan li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê hat dermankirin û nexweşxaneyê ji sedî 86 rapora astengdariyê da wî.”
Kezban Kalinê diyar kir ku Elçîçek bi nexweşîna pençeşêrê û nexweşîna dil ketiye û got: “Ji ber vê kemoterapî dibû. Tim diçû nexweşxaneyê. Berî bê berdan jî di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de bû.”
Kezban Kalinê diyar kir ku piştî dosye çû Dadgeha Bilind û dadgehê dosyeyê erê kir, Elçîçek di 7’ê Çileya 2025’an de ji nava nivînan hatiye derxistin û ew birine Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê. Kezban Kalinê da zanîn ku divê Elçîçek ji ber nexweşîna xwe di şertên hijyenik de bijî, lê belê şert û mercên girtîgehê ji bo wî ne guncan in.
Kezban Kalinê bilêv kir ku Elçîçek nikare bi tena serê xwe bijî û xwest demildest bê berdan.