Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe, li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek hevpar weşandin û bang li hemû gelê Kurd kirin ku piştgiriyê bidin berxwedanê.
Daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:
“Li ser navê Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê û Yekîtiya Dewletên Serbixwe em bang li hemû gelê Kurd dikin, ku bi hevdengî xwedî li berxwedana Rojava derkevin. Îro dijminê ku planên di sala 2014’an nikaribû pêk bîne careke din li ser kar e, li dû rakirina tola DAÎŞ’ê û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye.
Kurdên Rûsyayê vê wek lîstokeke ku divê bi awayeke lezgîn were xirakirin, dinirxînin. Taktîka ku hêzên noker, faşîst bi kar tînin heman wek lîstokên berî 100 salan e. Ti ferqek di navbera biryarên HTŞ û biryarên Îttıhat-î-Terakî tune ne. Bi gotinên xapînok û derewîn li pey heman armancî ketine – careke din gelê Kurd di komkujîyê re derbas bikin û bê statû bihêlin. Lê belê gelê Kurd dîroka xwe baş nas kiriye û careke din destûr nade ku di mijara tayinkirina qedera Kurdistanê de hêzên din biryarê bidin. Kurd dîroka xwe bi têkoşîna xwe dinivîsînin û rêyeke din tune ye.
Em wek Kurdên li Rûsyayê û welatên Yekîtiya Dewletên Serbixwe şervanên YPG û YPJ silav dikin! Îro roja rûmetê ye! Îro roja xîretê ye! Îro roja xwedîderketina li keda şehîdan e! Her bijî têkoşîna gelê Kurd! Her bijî berxwedana Rojava!”

