Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 5’ê Cotmehê rêya Tebqa-Selemiyê li ber çûn û hatina rêwiyan girt.
Ajokaran diyar kirin ku ew ji neçarî berê xwe didin hin rêyên din û bi rêya qaçaxçiyan derbas dibûn, lê hêzên hikumetê ew rê jî girtin.
Rêya Tebqa-Selemiyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve vekirî ye û rojane bi dehan wasayît hewl didin derbas bibin, lê ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve têne astengkirin.