PKK têkoşîna xwe ya herî mezin a 45 salan ji bo afirandina nasnameya azad a Kurd meşand. Di nava vê pêvajoya ji nîv sedsalî de nasnameya Kurd a azad, cewherî û nû şênber bû. Herî zêde Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şerekî xurt û serketî yê vê têkoşîna nasnameyê dimeşînin. Aliyekî îdeolojîk û siyasî yê vî şerê rûmetê heye. Yek ji şehîdên azadiyê ku ev guherîn di şexsê xwe de şênber kir Salîh Dayan bi nasnav Berxwedan Gabar bû.
Hevalê Berxwedan bi kesayetiya xwe ya veguherî mînaka şênber a Kurdê serketî bû.
Salîh Dayan sala 1995’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya derdor û malbata xwe, ji PKK’ê bi bandor bû. Her wiha ji be welatparêziya derdora xwe, timî dibû hedefa kiryarên şerê taybet ên dijmin. Dijmin her tim hewl dida îqna bike ku Kurd bêhêz e û ti carî nikare serî li ber vê pergalê rake. Ferz dikir ku dewlet ji her tiştî mezintir e û divê serî li ber bê tewandin. Yek ji kesên ku ev yek qebûl nedikir jî Salîh bû. 7 salan li dibistanên dijmin xwend û fêhm kir ku ev rê tiştekî nade wî û dibistan terikand. Di temenê biçûk de xwe li pêşberî malbat û derdorê berpirsyar dît û ji bo piştgiriya madî bike di gelek karên giran de xebitî. Dema ku dixebitî jî rastiya jiyanê bêhtir dît û fêhm kir ku jiyan tê wateya têkoşînê û zû bû xwedî kesayetiyekî têkoşer. Wî li pêşberî her zehmetiyê li jiyanê dipirsî û vediguherî. Di kesayetiya xwe de ji aliyê cewherî ve nûbûn diafirand.
TEVLÎ NAVA REFÊN ŞOREŞÊ BÛ
Salîh di sala 2015’an de yekemcar li ser pirsgirêka welêt kûr bû. Lewma hîn bêhtir qîmet da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Ji bo nasnameya ku sîstemê da wî rizgar bibe û nasnameya xwe ya nû biafirîne tevlî nava refên şoreşê bû. Ew ji ber bûyereke ji nişka ve tevlî vê rêyê nebû bû. Wî digot, ‘Ez hatim ji bo hesabê sedan salan ji dewleta Tirk bipirsim’. Rawestgeha wî ya destpêkê ya rêya şoreşê, parçeyê Rojava yê welatê wî bû. Tecrûbeyên xwe yên destpêkê yên şer li vê derê wergirt. Niha ne ji bo malbateke biçûk, lê ji bo welatekî mezin ked dida. Roj bi roj di kesayetiya xwe de ew hêz diafirand ku Kurdistanê ava bike. Nasnameya azad li vê derê gelekî bi pêş diket.
BAWERIYA WÎ HÎN MEZIN DIBÛ
Di şer de her ku şareza dibû, dijmin li ber çavên wî biçûk dibû. Ji xwe bawer dikir û baş fêhm dikir ku heta xwedî îrade be wê her cûre êrişên dijmin bêkêr bin. Ji gelek pêvajoyên akademiya leşkerî û îdeolojîk derbas bû û xwe gihand asteke şareza, berê xwe da şerê çiyê. Min cara destpêkê ew li Zapê li Kunişka dît, ku ber bi çalakiyekê bi rê diket. Baskên êriş, parastin û koordîneya çalakiyê bi rê ketibû. Hevalê Berxwedan jî tevî Avareş li ser doçkayê bûn û dema ku hevalan xwe vedikişandin wê li gir bixista û parastina hevalan bikira.
RONAHIYA LEHENGAN MEZIN DIKIR
Piştre di sala 2023’an de min ew li Zapê dît. Ji xwe bawer bû, bi tevlîbûneke samîmî pêşengî ji bicihbûna yekîneyan a li qadê re dikir. Vê carê pêşeng û berpirsyar bû. Ji pêvajoyeke giran a şer û berxwedanê derbas bûbû, şahidî ji şehadeta bi dehan hevrêyên xwe yên leheng re kiribû. Her şehadetê hêrsa wî ya tolhildanê mezin kiribû. Di wezîfeyê de barê herî giran hildida, dida pêşiya hevrêyên xwe, qad nas dikir û bêfikar tevlî her wezîfeyê dibû. Di çavên wî de şopa ronahiya hevrêyên berxwedanê hebû. Hevrêyên xwe yên şehîd di nava xwe de nemir kiribû ji bo bibe şopdarekî wan ê rasteqîn xwe hîn şênber û xurt kiribû.
ŞOPDARÊ RASTEQÎN Ê HEVRÊYÊN XWE BÛ
Di çalakiyan de bi mîsyona pêşengiyê rabû û niha şopdarekî rasteqîn ê hevrêyên xwe bû. Dema ku şehîd ket di nava amadekariya çalakiyê de bû. Di şexsê hevalê Berxwedan de mînaka şênber a Kurdê veguherî û kesayetiya serketî hebû. Hevalê Berxwedan ku di bin fermandariya Tîrêj de pratîk û çalakiya xwe ya destpêkê ya li çiyê kir, bû hevrê û şopdarekî rasteqîn ê Tîrêjan. Berxwedan û yên mîna wî rêya azadiyê nîşanî Kurdan didin. Rêya wan yekane rêya serketinê ye.