Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî bi tevlîbûna xwendevan û mamosteyan bi daxuyaniyekê hate pîroz kirin.
Beriya daxuyanî were xwendin ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê xwendevana bi navê Sosin Bayar ve daxuyanî hate xwendin.
Sosin Bayar di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku Roja Zimanê Dayîkê li cîhanê cejna hebûnê, dengê nasname û hişyarkirina hestên mirovahiyê ye û wiha got: “Zimanê dayîkê mîna şîrê dayîkê helal û pîroz e. Ew yekemîn awaze ku dikeve guhê zarok û yekemîn roniya ku tarîtiya nezanînê qetandî ye. Dema mirov bi zimanê xwe diaxive, dîroka bav û kalan, êş û janên sedsalan û kenê zarokatiya xwe tîne ziman.”
Sosin Bayar di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand li ser girîngiya zimanê dayîkê û wiha domand: “Ziman malbata me ya mezin e. Ger winda bibe, ne tenê rêziman an jî ferhengek winda dibe; rê nîşanderekî gerdunî, şêwazek a dîtina cîhanê û mîrateya hezaran salan winda dibe. Ji ber wê, parastina zimanê dayîkê rûmeta mirovahiyê ye. Her ziman di gulistana cîhana mirovan de gulek cuda ye. Rengê Kurdî bi dengê dengbêjan, bi qêrîna çiyayan û bi nermahiya helbestên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran hatiye neqişandin. Ev ziman, tevî hemû qedexe û bişaftinan jî xwe gihandiye roja îro.”
Sosin Bayar di dawiya daxuyaniyê de ji bo parastina zimanê xwe bang li tevayî gelê Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste em jî weke gelê Bangladeş ji bo fermîkirina zimanê xwe li her derê rabin ser piyan, li hemberî dagirkeran dengê xwe bilind bikin û heta bi destxistina azadiyê bimeşin. Bila ev roj bibe sedemê hişyarbûna wijdanan. Bila zarok bi zimanê xwe bikenin, bi zimanê xwe xewnan bibînin û bi zimanê xwe cîhanê bi guherînin.”

