Dewleta Tirk ji bo fetisandina Şoreşa Rojava, konsepta êrîşeke sîstematîk dimeşîne. Bi taybetî di pêvajoya dawî de zêdebûna êrîşên li ser Rojava, nîşan dide ku planên dagirkeriyê hîn kûrtir û berfireh bûne. Ev êrîş yekser ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên paramîlîter ve yên qaşo di bin navê “Artêşa Millî ya Sûriyeyê” de xwe rêxistin dikin, tên meşandin.
Li Rojava gel di çarçoveya paradîgmaya netewa demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin de, bi şerê gel ê şoreşgerî bersiva van êrîşan dide. Bi taybetî jî berxwedana li derdora Bendava Tişrîn, Qereqozax û Minbicê pêş ketî, tenê ne parastineke leşkerî, di heman demê de îradeya şoreşgerî ya gelê Kurd nîşan dide. Dewleta Tirk ji bo planên dagirkeriyê pêşde bibe, binesaziyên krîtîk ên mîna Bendava Tişrînê hedef digire û hewl dide gel teslîm bigire. Li dijî vê yekê gelê Kurd bi çalakiyên nobetê û berxwedanên girseyî, dagirkeriyê pûç dike.
Di vê meqaleyê de konsepta dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Rojava, êrîşên bi rêya qaşo Artêşa Millî ya Sûriyeyê tên meşandin û stratejiyên berxwedana gelê Kurd a li dijî van êrîşan, wê bi perspektîfa 4 parçeyên Kurdistanê bên nirxandin.
STRATEJIYA DAGIRKERIYÊ YA DEWLETA TIRK Û QAŞO ‘ARTÊŞA MILLÎ YA SÛRIYEYÊ’
Dewleta Tirk li şûna ku yekser li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd şer bide destpêkirin, li ser şerên wekaletê planên dagirkeriyê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de, ‘Atêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO)’ ya li Sûriyeyê li herêmên dagirkirî hatî avakirin, di rastiyê de ji çeteyên selefî yên mîna DAÎŞ û El Nûsrayê hatine berhevkirin û çêkereke paramîlîter a girêdayî Tirkiyeyê ye.
Karên esas ên SMO’yê ev in:
Li ser navê dewleta Tirk meşandina şerê wekaletê: Tirkiye şûna ku yekser artêşa xwe bişîne qadê, çeteyên SMO’yê bi kar tîne û êrîş dike.
Gelê Kurd neçarî koçê kirin û guhertina çêkera demografîk: SMO li herêmên dagirkirî li hemberî gelê Kurd zext, talan, komkujî û polîtîkayên ferzkirina koçberiyê dimeşîne.
Jinûve zindîkirina DAÎŞ’ê: SMO’yê gelek endamên berê yên DAÎŞ’ê tevlî xwe kiriye û bi vê çêkerê re Tirkiye jinûve DAÎŞ’ê dixe nava liv û tevgerê.
Li sîstema ekonomîk û binesaziya Rojava, derb xistin: Cihên stratejîk ên mîna Bendava Tişrînê, ne tenê hedefên leşkerî, di heman demê de çavkaniyên jiyanê yên gel in. Tirkiye bi destê SMO’yê hewl dide van qadan sabote bike.
Dewleta Tirk bi van polîtîkayan dixwaze sîstema demokratîk, rêveberiya xweser û azadiya jinê ya li Rojava ji aliyê gelê Kurd ve hatî afirandin, tune bike. Lê belê gelê Kurd bi şerê gel ê şoreşgerî bersiva vê konsepta dagirkeriyê dide.
BENDAVA TIŞRÎN Û QEREQOZAX: SEMBOLA BERXWEDANÊ
Bendava Tişrînê ne tenê ji bo Rojava, ji bo pêdiviya av û elektrîkê ya hemû Sûriyeyê, navendeke krîtîk e. Bendav di sala 2015’an de ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Bendav ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve tê parastin. Lê belê, dewleta Tirk bi êrîşên li ser Bendava Tişrînê re dixwaze gelê Kurd birçî, têhnî û di nava tarîtiyê de bihêle.
Dewleta Tirk yekser bendavê hedef digire û bi vî rengî hewl dide kar û xebatên wê asteng bike. Gelê Kurd bi çalakiyên nobetê yên li Bendava Tişrînê re nîşan da ku ev der nayê teslîmkirin. Dewleta Tirk bi çeteyên SMO’yê hewl dide herêmê dagir bike. Lê belê hêzên QSD’ê û berxwedana girseyî ya gel van êrîşan pûç dikin. Berxwedana li Bendava Tişrîn û Qereqozaxê, tenê ne şerekî leşkerî, di heman demê de manîfestoya parastina azadiya Rojava ye.
QONAXÊN NÛ YA WELATPARÊZIYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ
Li gorî dahûrandinên Rêber Apo, welatparêzî ne tenê meseleyeke hezkirinê ye; di heman demê zanebûna gel a xweparastin û avakirina sîstema xwe ye. Şerê gel ê şoreşgerî ya li Rojava hatî pêşxistin, tam ev e.
Konsepta berxwedanê ya dema nû, li ser van lingan tê avakirin:
Parastina leşkerî: Bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD’ê xeteke berxwedanê tê hûnandin ku gel jî beşdarî şer bibe.
Berxwedana sivîl: Di nobetên Bendava Tişrînê de çalakiyên ku tevgerên jin û ciwanan li dijî dagirkeriyê pêk anî, dibe sedem ku gel îradeya xwe nîşan bide.
Perspektîfa Netewa Demokratîk: Rojava projeya jiyana hevpar a Kurdan, Suryanan û gelên din e. Lewma şerê gel ê şoreşgerî di heman demê de vediguhere şerekî azadiyê ku gelên cuda tîne ba hev.
Girêdana bi ‘Pêngava ji Rêber Apo re azadî’: Heta kuRêber Apo bi fîzîkî azad nebe, gelê Kurd bi tam wateya xwe azad nabe. Ev zanebûn yek ji çavkaniyên motîvasyonê ya herî girîng a têkoşînê ye.
LI ROJAVA BERXWEDAN MEZIN DIBE, PLANÊN DAGIRKERIYÊ PÛÇ DIBIN
Stratejiya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li hemberî Rojava, tenê ne êrîşeke leşkerî ye, planeke tasfiyeyê ya berfireh a ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e. Lê belê, bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî gelê Kurd van hewldanên dagirkeriyê pûç dike û şoreşê diparêze.
Ji gelê ku li Bendava Tişrînê nobetê digire, heta ciwanên ku li Minbicê li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin, gelê Kurd dizane ku ev şer tenê li çeperan na, li her qada jiyanê didome û tevdigere. Welatparêzî, tenê ne parastina xakê; zindîkirina şoreşê û avakirina siberojê ye.
Li ber ronahiya dahûrandinên Rêber Apo, têkoşîna li Rojava parçeyekî doza azadiya hevpar a hemû gelên bindest e. Ev berxwedan bi îradeyeke welê mezin dibe ku hemû planên dagirkeriyê pûç bike.