Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Mîtînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ wê bê şopandin ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî desteserkirina şaredariyan wê li Êlihê bê lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban ku li sê bajarên şaredariya wan hate desteserkirin lêkolîn kir, anî ziman ku qeyûm rêya aştiyê dixitimîne.
Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Ahmed Şehbaz berxwedana li dijî darbeya qeyûm silav kir û ev bang kir, “Li dijî êrîşên dewleta Tirk, serhildana topyekûn şert e. Divê kesek serî li ber hêzên mîna AKP-MHP ên faşîst netewînin.”
Di rêwîtiya xwe de em şahidiyê ji hovîtiya dewleta Tirk re dikin û xwe digihînin Qada Berxwedanê ya Sergelê. Li berxwedana bi heybet û moralê bilind ê gerîla rast tên.
Dewleta Tirk ku êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, xwezaya Kurdistanê jî talan dike. Yek ji qadên ku bi sedan dar ji ber bombardûmanê şewitîn û ji kokê ve hatin rakirin, Qada Sergelê ye.