Bûyerên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê bêne şopandin.
Êrişên hêzên çete û HTŞ’ê yên ser bi hikumeta Sûriyeyê ya Demkî yên li dijî bajarên Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê peyamek weşand û bang li Kurdistaniyan hemûyan kir ku li dijî şerê li ser gelên Rojhilata Navîn, hilweşîn û metirsiya qirkirinê li ser bingeha civaka demokratîk û yekîtiya gelan bi berpirsyariyê rabin.
Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku ‘mafê hêviyê’ li hemberî cezayê heta bi hetayê yê girankirî garantiyek e û destnîşan kir ku bicihanîna mafê hêviyê wê tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd bike.
Ahmet Ozmen anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna li Tirkiyeyê meseleya Kurd e û got, “Eger hûn ji perspektîfa ewlekariyê li meseleya Kurd binihêrin, hûn nikarin bi pêş ve biçin. Pêvajoya pêncî salên dawî li ber çavan e.”
Bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û Meclîsa Jinan wê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê Deklarasyona 8’ê Adarê bê eşkerekirin.

