Duşem, 12 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê şîna ji bo Onder hatî danîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Sakîne Cansiz rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mûstafa Tekîk hevrêyekî gelekî hêja bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP’yiyên di greva birçîbûnê de ne: Girtîgehên bi Tîpa Bîrê ji bo her kesî xeterî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dîmenên Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Afirîner û ragirê çanda Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ‘ji bo destpêkên nû’ biryara fesixkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encama danezanê ya PKK’ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK’ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara min a destpêkê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava Durziyan de cih û rola jinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Encamnameya Konferansa ji bo Rojhilatê Kurdistanê hate weşandin
Rojane

Encamnameya Konferansa ji bo Rojhilatê Kurdistanê hate weşandin

Di encamnameya Konferansa Rojhilatê Kurdistanê de bang li hemû hêz û partiyên bi bandor ên Kurdistanê hate kirin ku daxwazên rewa yên gel bi cih bînin, dawÎ li dabeşbûnê bînin û ji bo yekîtiyê xwe bi rêxistin bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Konferansa Rojhilatê Kurdistanê ku di 26-27’ê Nîsana 2025’an de li Hollandayê lidarxistin, bi daxuyaniyekê encamên wê hatin ragihandin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Konferans kete bin bandora 2 bûyeran: Konferansa Yerêzî û Yekhelwestî ya Rojava û teqîna trajîk a li Bender Ebbasê (Îran). Vê yekê jî kir ku ev xebat kêmtir hate şopandin. Beşdarên konferansê tevî xuyakirina serketin û piştgiriya xwe ji konferansa Rojava re, pê re jî ji xebat û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê serketin xwestin. Her wiha sersaxî ji malbatên qurbaniyên sivîl ên karesata Bender Ebbas xwestin û hikûmeta Îranê ji trajediyek wiha re berpirsyar dizanin.”

‘DIBE KU RÊÇA GUHERTINAN BER BI ROJHILATÊ KURDISTANÊ VE JÎ BÊ’

Encamnameya konferansê bi vî rengî dewam kir:

“Her çend biryara lidarxistina vê konferansê vedigere dema pêkhatina konferansa sedsaliya Peymana Lozanê, lê piştî wê biryarê û bi taybetî di şeş mehên derbasbûyî de li hemû herêma Rojhilata Navîn pêlek guhertin û tê de jî Kurdistan xistine bin bandora xwe. Şerê 7’ê Cotmehê, ger xaleke werçerxê nebe jî, bêguman katalîzorek bû ji bo hinek guherandinên li pey hev ku hê jî berdewamin û dibe heya salên dahatî jî berdewam bin. Her çend hêşta jî gelek mijar nezelal in û îhtîmala her pêşhateke lihevhatî ya bûyeran xûya be jî, lê bandorên van guhertinan heta niha li du herêmên Rojava û Bakurê Kurdistanê de xwe didin xuyanîkirin. Tê çaveranî û nirxandin ku li gorî xwezaya hevkêşeyên civakî, siyasî, herêmî û gerdûnî, bi awayekî rêça guhertinan ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve jî bê û pê re jî rewşeke cuda û nû çêbibe.

Bêguman bêyî van hevkêşe û guhertinan, civîn, nîqaş û şêwirmendiyên çalakvan û hêzên siyasî yên li Kurdistanê her tim pêwîstiyek girîng û demê bûye, lê di vê rewşa nû de pêwîstiyek wiha gelek zêdetir xwe dide xuyanîkirin. Ev konferans encama fikarên kesên beşdarbûyî ye ji ber paşeroja Rojhilatê Kurdistanê.

POLÎTÎKAYÊN XIZANHIŞTINA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Ezmûnên dîrokî vê rastiyê ji me re eşkere dikin ku her cûre ji hev dûrbûn û tevlîheviyên navxweyî dibine sedema ji destçûyîna an jî windakirina gelek derfetan. Li hemberî wê yekîtî û hevgirtinê wê garantiyek be ji bo bikaranîna guncawtir a derfetan û misogerkirina serketinên herî zêde. Di heman demê de her çend diyalog û şêwirmendiya berdewam şertekî pêwîste ji bo encamwergirtina ji her awayê xebat û têkoşînekê, lê bêguman mercekî têr û tije nîne. Ji ber ku ew dikare wekî piraniya mînakên salên bihûrî, civîn û nîqaşan tenê di vegotin û xemilandina wêneyekî delal û nexşandî de bimîne û tucarî rêya mebest û berxwedanê nestîne. Ezmûna serhildan: Jin, Jiyan, Azadî ezmûna herî nêzîk e ku di germahiya tevgera civakî ya herî mezin ji salên 60’ên Hetavî de ji me re daselmandin ku ji hev dûrketin û ji wê jî girîngtir dijminatiya di navbera hêzên siyasî de dikare me heya sînorê şerê navxweyî bibe û ev jî bibe sedemek ji bo windakirina derfeteke bêmînak û sepandina awayekî bêhîvîtiyê bi ser civakê de.

Ev tev di demekê de ne ku piraniya xelkê Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke aborî ya pir dijwar de û di bin xêza hejariyê de dijîn. Kurdistan çavkaniya gelek keresteyên kanên girîng e, lê hema bêje hemû ji wan têne talankirin. Û heta li Kurdistanê ti kargeh jî nehatine avakirin da ku wan bi kelûpelên nû re vegûherînin. Ji ber vê yekê ti beşek ji dahata wan ji Kurdan re venagere. Diyardeyên wekî qaçaxçîtî û Kolberî bûne diyardeyên girîng ku ji bilî hemû metirsiyên xwe yên li ser jiyana mirovan, gelek encamên çandî û civakî hildigirin û civakê bi dij-çandek sûdwergir ve girêdidin. Di heman demê de, diyardeya kolberiyê di salên dawîn de pir zêde bûye û bêtir mirov neçar mane ku serî li vî karê ne-pîşeyî bidin, ku her sal dibe sedema kuştina bi dehan kesan. Sektora çandiniyê jî ji ber nebûna plansaziyeke sîstematîk û kêmbûna avê ya salane paşve maye û êdî nikare ji bo cotkar û baxçevanan çavkaniyeke dahatê ya qebûlkirî be. Ev hemû bi gendeliya sîstematîk, senteralîzim, kombûna kapîtalê di dirêjahiya hemû dîroka wan ya stemkaranede û dûrxistina wê ji destên mirovên îzolekirî yên wekî Kurdan, rewş sed qat xeratir û dijwartir kiriye.

ZEXTÊN LI SER CIVAKÊ Û TALANKIRINA XWEZAYÊ

Di heman demê de, asta tepeserkirinên hikûmetê li dijî çalakvan û xwepêşanderan li Kurdistanê li gorî deverên din ên erdnîgariya Îranê bi berdewamî digihîje astên bilind, dijwar û serkûtên sîstimatîk bidarê zorê li ser vê civakê têne sepandin. Jinên Kurd ku di pêşengiya tevgera civakî-siyasî ya Kurdistanê de ne, bi taybetî ji şoreşa Jin, Jiyan û Azadiyê vir ve rastî zext û zordariyên din jî hatine. Her wiha kêmneteweyên zayendî di her du warên civakî- dewletî de jî zexteke giran dibînin.

Jîngeha Kurdistanê ji ber gelek sedeman ji pêşxistina sektûra geştiyariyê (torîsimê) bigire heya projeyên veguhestina avê û di dawiyê de jî ji ber sedemên ewlehiyê, bi wêraniyeke bêhempa re rû bi rû maye. Gola Urmiyê mînaka herî berçav a vê rewşê ye.

Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên nerast ew gol zuha bû, lê pêre êdî niha ew bûye gefek ji bo tenduristî û jiyana mirovên li deverên derdorê. Ji wê zêdetir çalakvan û rêxistinên jîngehparêz di nav hedefên sereke yên tepeserkirina Komara Îslamî a Îranê de ne û tevî hemû qurbaniyên wan, bi sedan ji wan hatine girtin, zindanîkirin an jî ji karên xwe yên debara jiyanê hatine derxistin. Bêguman, hejariya zêde û dagîrkirin û îstismara xwezaya Kurdistanê ji aliyê mafyaya serdest ve sedemên din yên van wêrankariyên wanane. Niha jîngeh bûye beşek ji rant û gendeliyê ku hikûmet ji bo parastina desthilata xwe pêşkêşî beşên girêdayî bixwe dike ku hebûna xwe bidomînin.

Hemû krîzên navbirî civak gihandiye ber sinorê hilweşînê, ji ber vê yekê li gorî salên berê, rêjeya tawanan gelekî zêde bûye û nirxê sermayeya civakî hîn bêtir kêm bûye.

Koçberî bi taybetî di nav ciwanan de, ewqas zêde bûye ku bi sedan Kurdên Rojhilatê Kurdistan li hemû sînoran bi metirsiya bazirganiya mirovan re rû bi rû mane. Di salên dawiyê de sedan kesan di noqimbûn (binavbûna) kelekên koçberan de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî anketeke nefermî, li hin gundên Kurdan, ji sedî 80ê xortan rêya koçberiyê girtine û dibe ku di demek nêzîk de hin gund bi tevahî werin valakirin.

Ji ber vê yekê, divê her civîn, hevdîtin û nîqaşek ber bi nexşerêyek pratîkî ji bo çareseriya pirsgirêk û tevgerên piralî yên civak û tevgera siyasî ya Kurdistanê ve were birêvebirin û teorî û ramanan veguherîne nexşerêyek berfireh a guncaw li gorî rastî û pêdiviyên serdemê. Lê belê piraniya civîn û konferansên ku li derveyî Kurdistanê têne lidarxistin tenê di qadeke teorîk de dimînin û pir hindik bala xwe didin rastiya jîngehê û jiyana rastîn a gelê Kurd li Kurdistanê.

PARADOKSÊN KURDBÛN, ÎRANÎBÛN, PARTÎBÛN!

Bi van şiroveyan re, divê em bibêjin ku him di asta zanînê de û him jî di asta çalakiyên siyasî de em di krîzek kûr de dijîn. Ev diyarde bandorê li ser hemû hêzên siyasî, rewşenbîr û çalakvanên civakê dike. Bi gotineke din, em ketine nav çend paradoksan: Kurdbûn, Îranîbûn an jî partîbûn!. Ev piralîbûn di navbera civaka sivîl û rewşenbîrên Kurd de kûrtir bûye û bûye paradoksek. Ne partî û ne jî rewşenbîr nikarin çareseriyekê ji bo pirsgirêka biyosiyasî peyda bikin, wate nikarin zincîra pirsgirêkên ku gelê Kurd di jiyana xwe ya takekesî û kolektîf de wekî mirovan rojane dijî û girêdayî wan e lêkolîn bikin. Wan nekarîne alternatîf an destpêşxeriyan ji bo van pirsgirêkan bibînin û pirî caran pirsgirêkan vedigûherînin hin aliyên derûnî ku bi rastiya objektîf re di nakokiyeke kûr de ne.

Bo nimûne: ew ramaneke wekî „dewleta Kurdî“ wekî xiyanet bi nav dikin, lê ew ji bo hêza afirîner û îmkanên pêkanîna vê ramanê di pratîka siyasî de ti sînoran destnîşan nakin. Ev bêçalakî û îsrara berdewam pirsa girîng a ku hilbijêr bi wateya xwe ya giştî, çiye, bi xwe re tîne. Heta çi radeyê li gorî daxwazên gel e?

Ev krîz û şikestin him di navbera Kurdan bi xwe de û him jî di navbera Kurdan û Îraniyan de heye. Ev yek bûye sedema tevlihevkirina xetên di navbera xiyanet, têkoşîn, caşitî, welatparêz û vana hemû nav û têgehên lîstikî û di pratîka siyasî de, nemaze di medyaya girseyî de, xaleke krîzê ya mezin di gotara siyasî ya Kurdî de derxistine holê. Ev paradoks, bi taybetî piştî şoreşa „Jin, jiyan, Azadî“, bêtir eşkere bûn. Rast e ku Kurda di demeke kurt de karîn bibin aktorekî siyasî li Îranê lê ev paradoks û krîz, ku demek dirêj e di kevneşopiya siyasî ya Kurdan de kok girtiye, bû yek ji sedemên windakirin anku serneketinê. Di heman demê de, aliyê din yê neteweperestiyê jî heye.

Ji aliyekî ve elîta Îraniyan hewl da ku ji derfeta siyasî ya ku ji aliyê Kurdan ve hatiye afirandin sûd werbigire da ku Komara Îslamî hilweşîne û ji aliyê din ve jî, pirsgirêka Kurd û neteweyên din îzole û bêbandor bikin. Bi wateyek din destûra hebûna serbixwe ji tevger û civakê û wê vediguherînin paşverûtiyek ji civak û netewperweriya Îranî re.

Li ser vê bingehê, meydana siyasî ya Îran û Kurdistanê wiha dikare were wesifkirin:

Ji aliyekî ve Kurd di nav Îranê de bi qeyraneke naskirina pozîsyona xwe wekî kêmnetewe an jî komeke etnîkî re rû bi rû ne û ji aliyê din ve jî ew bi bertekeke berfireh a zanînî û gotûbêjî ya dewleta neteweyî ya Îranê re rû bi rû ne. Li vira ye ku rola çîna siyasî an jî rewşenbîriya Kurd di diyarkirina berjewendiyên giştî û pêşîgirtina li çêbûna Yugoslavyayeke nû li Rojhilatê Kurdistanê de kêm dibe. Ji ber ku jeopolîtîka Rojhilat bi taybetî ji Mako heta Mukriyanê Jêrîn, ew erdnîgariyeke pir hesas û tije metirsiye û ji ber pevçûnên çaverêkirî dikare ji bo Kurdan bibe qada komkujiyê. Ji ber vê yekê, bêyî ku van rastiyên pir xetere yên eşkere werin hesibandin, ti bername an jî ti ramaneke siyasî nikare bibe kevirê bingehîn yê nexşerêyekê ku bi hevkêşe û pêdiviyên jiyana rojane ya mirovan re hevseng be.

NIRXANDIN, PÊŞNIYAR Û BIRYARÊN DI KONFERANSÊ DE HATIN WERGIRTIN

Li gorî van rastiyan û li gorî analîz, axaftin û nêrînên ku di panelên vê konferansê de hatine nîqaşkirin, encamnameya vê konferansê van xalan dixwaze:

1. Civaka sivîl herî kêm di sê dehsalên dawiyê de mijara sereke ya tevgerên li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî îspat kiriye ku gelê Kurd ji bo têkoşînê û heta ji bo qurbaniyên mezin amade ye.

Hemû partî, bi taybetî partiyên siyasî, digel rêzgirtina li hebûna serbixwe ya civaka sivîl û dûrî hewildanên tepeserkirin û partîkirina saziyên sivîl û civakî, ji bo rêxistinkirina gelê Kurd bi qasî ku dikarin, bixebitin.

2. Bi veger û nêrîna li ser hemû ezmûnên dîrokî, yekîtî xala sereke ya her têkoşîn û lîstikê di qada siyasî û yasayî de ye. Em bang li hemû hêz û partiyên bi bandor ên li Kurdistanê dikin ku daxwazên rewa yên gel bicîh bînin û dawî li dabeşbûnê bînin û gavên pratîkî ji bo yekîtiyê bi şêweyeke rêxistinî hilînin.

3. Em bang li hemû hêzên Kurdistanê dikin ku piştî avakirina enî an platformek herêmî, hewl bidin ku ji bo hêzên din ên dijberî Îranê, ji civak û komên etnîkî bigire heya partiyên neteweyî, formek bi vî rengî biafirînin. Ev bi destnîşankirina komek pîvanan wekî demokratîkbûn, lîbertaryanîzm û dûrketina ji her cure dîktatoriya faşîst an otorîter pêk tê.

Di berdewamiya vê hewldana heyî û vê konferansê de, di paşerojê de konferansek din a neteweyî ji bo hemû partiyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê yê were lidarxistin, da ku bibin yek û xwe ji bo rûbirûbûna hemû guhertinên ku muhtemilen di paşerojeke nêzîk de çêbibin amade bikin. Ev jî tê wê wateyê ku Kurdistan bi xwe bûyerçêker e û ne her tim bertekek li hember bûyeran e. Ji ber vê yekê, em bang li hemû partiyan dikin ku tevîhev hevdîtinan pêk bînin.

Ji pêşerojê re werin û di vê rewşa hesas û hestiyar de berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin.

Em ji bo çêkirina hîmê bihêz û bingehîn ê siyasetek stratejîk û berfireh ji bo ewlehiya neteweyî û berjewendiyên bilind ên Kurdistanê, banga lidarxistina konferansek ji bo hemû partî û hêzên li hemû beşên Kurdistanê dikin.

Xebat ji bo avakirina navend an jî odeyek fikirî, lêkolîn û şêwirmendiya zanistî û akademîk ku ji pisporên herêmî û biyanî yên di warên cûrbicûr de pêk tê, da ku lêkolînên berdewam li ser hewcedarî û îmkanên ku tevgera civakî-siyasî ya Kurdistanê di roja îro û pêşerojê de pê re rû bi rû ye, werin kirin.

Bi li berçavgirtina şoreşa: Jin, Jiyan- azadî û şiyanên sînordar ên vê dirûşmê û ramanê yên jinan, divê jin di pêvajoya biryardan û di hemû rêxistinên civaka siyasî û sivîl de xwedî pozîsyon û rolên xwe yên kesane û yasayî bin. Ji ber vê yekê em bang li hemû partî û rêxistinên siyasî dikin ku ji bo vê armancê gavên cidî û pratîkî bavêjin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
Nûçeya Pişt re MAK’ê bang kir ku di 1’ê Gulanê de têkoşîn bê mezinkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PDK’ê cezayê ‘3 qutî piskêt ji gerîla re biriye’ li mamosteyekî birî!

Hat zanîn ku dadgeha Hewlêrê bi hinceta ku ‘3 qutî piskêt ji gerîla re biriye’…

Ji aliyê Stêrk TV

Navê kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin diyar bûn

Dewleta Tirk a dagirker li Serbajêr wesayîta malbatekê kir hedef. Di êrîşê de Bûrhan Seîd,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya têkildarî êrişê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya li bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Biryarnameyek nû ji Trump: Bihayê dermanan wê ji sedî 30 heya% 80 kêm bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li ser sînorê Hindistan-Pakistanê rageşî kêm bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Afirîner û ragirê çanda Apoyî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?