Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Mûrat Karayilan biryara komîsyona Meclîsê ya ji bo çûyîna Îmraliyê weke biryareke “rast û di cih de” pênase kir û got, ji bo rêveçûna pêvajoyê divê hevdîtin bi muxatabê esasî re bê kirin. Karayilan got, têkiliyên Kurd û Tirkan di asteke krîtîk de ye.
Prof. Giovanni Russo Spena anî ziman ku bi saya wêrekî û jîrbûna siyasî ya Rêber Apo di meseleya Kurd de qonaxeke krîtîk hate derbaskirin û got, “Serketina pêvajoyê bi gavên dewleta Tirk ve girêdayî ye. Azadiya Ocalan ji bo me esas e.”
Gerîlayên YJA Starê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê axivîn û banga “Em xwe bi rêxistin bikin, xurt bikin û azad bibin” li jinan hemûyan kirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê axivîn û diyar kirin ku piştî damezrandina PKK’ê li Kurdistanê berxwedaneke bêhempa derkete holê ku 48 sal in dewam dike.
Gerîlayên HPG’ê Bawer Kobanê û Zeryan Rênas ragihandin ku wan bi PKK’ê re rastî û hebûna xwe nas kirin, rêya rast dîtin û niha jî wê di vê rêyê de têkoşîna xwe dewam bikin.

