Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Siyasetmedar Huseyîn Yilmaz anî ziman ku mayindebûna “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bi xurtkirina siyaseta demokratîk û avêtina gavên qanûnî ve girêdayî ye û got, divê zemîna hiqûqî û civakî ya dema nû bê avakirin.
Siyasetmedara Kurd û aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat ragihand ku jinên Kurd divê bibin hêza esasî ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk û destnîşan kir ku li derveyî meclîsê divê komîsyoneke şopandinê ya jinê bê avakirin ku pêvajoyê bişopîne.
Dîroknas Sedat Ûlûgana diyar kir ku Lozan di hişê siyasî yê Kurd de ne weke metneke dîplomatîk, lê weke destpêka serdemeke qirkirinê ya demdirêj tê bîranîn û got, “Salên 1925-1936’an mîlada rêze komkujiyên Kurdan, Lozana wê ye.”
Dema ku em van belgeyan hemû tînin gel hev, em dibînin ku 3’yê Tebaxê ne ji nişkê ve hat; ew encama planeke 10 salî ya bêparastinê bû ku bi destê Bexda û Hewlêrê bi hev re pêk hatibû.

