– Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
– Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akipa, têkildarî daxwazên di civînên “Aştî û Civaka Demokratîk” de ku li Kurdistanê hatine lidarxistin û çavdêriyên xwe axivî. Akipa got: “Ew eleqe û kelecana zêde ya di civînan de dihat hîskirin, rasterast ji bo Birêz Ocalan bû. Daxwaza herî bingehîn a gel, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bû.”
– Girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 2 a Amedê tên girtin, derbarê binpêkirin, zextên li ser wan tên meşandin de ji şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re name şandin. Girtiyan di nameyê de, diyar kirin ku ew ji gelek mafên bingehîn ên wekî tenduristî, civakî û mirovî bêpar in û gotin, “Hewl didin jiyanê vediguhernin êşkenceya psîkolojîk.”
– Xalide Engîzek, Berfîn Nûrhaq a ku di 13’ê Kanûna 2021’an de di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bibû, di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got: “Em ê di her serdemeke têkoşîna xwe de bîranîn û sekna heval Berfînê ji xwe re bikin mînak. Heval Berfîn bû sembola ked, fedakarî û dilnizmbûnê.”
– Zanyarê siyasî Toros Korkmaz pozîsyona Rêber Apo bi Nelson Mandela re berawird kir û got, “Yekane gava ku wê hemû dudiliyên pêvajoyê ji holê rake û rewabûnê misoger bike, azadiya Abdullah Ocalan e. Divê hêzên demokratîk vê daxwaza azadiyê bi dengekî bilindtir biparêzin.”
– Hevberdevka Înîsiyatîva Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd, nêzîkatiyeke ku rastiya gelê Kurd û civaka wê ya rêxistinkirî esas digire, pêwîst dike.
– Arkeologan li deşta Pişder a Başûrê Kurdistanê atolyeyeke çêkirina kulikan a ji serdema hesinî ya baş hatiye parastin keşif kirin. Ev vedîtin nîşan dide ku hilberîna seramîkê bi pergalekê rêxistinkirî û kolektîf dihate meşandin.
– Karkerê vegerandina qirêjan Veysel Aytar, ku biryarên valakirina embarên Şaredariya Kadıkoyê bi berxwedanê paş xistibûn jî çekçekên wan ên ji aliyê zabitayan ve hatiye desteserkirin negirtine, got: “her roja ku ez neçim ser kar, ji dermankirina keça min a nexweşa epîlepsiyê diçe.”
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windahiyan û girtiyan wê bên şopandin.

