– Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
– Celal Uzuntaş ê 81 salî ku di Komkujiya 33 Guleyan de bav, ap û bapîrê wî hat qetilkirin wiha got, “Komkujiya 33 guleyan komkujiyeke tirsnak bû. Em hê jî di bin êşkenceyê de ne, Kurd dîsa tên qetilkirin.”
– Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Çiya Firat anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk û vekirina qadên berfireh ji DAÎŞ’ê re li herêmên dagirkirî bandoreke neyînî li şerê wan a li dijî DAÎŞ’ê kir û got; “Divê dewletên Rojhilata Navîn jî piştgiriyê bidin têkoşîna QSD’ê.”
– Komeleya Rojnamevanên Jin bertek nîşanî biryara îdamê ya Îranê da û got: “Em bang li hemû saziyên çapemeniyê û rêxistinên jinan dikin ku ji bo rawestandina cezayê îdamê bikevin nav liv û tevgerê.”
– Nerazîbûnên li hemberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser axa başûrê Kurdistanê her ku diçin berfirehtir dibin û têkildarî vê yekê mamoste dibêjin: “Divê meseleya netewe û welat berî her tiştî be û divê em bi hev re li dijî dagirkeriyê rawestin.”
– Endama Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên diyar kir ku şer bandorê li ser jin û zarokan dike û got, “Divê destkeftî û berxwedana ku jinan di Şoreşa Rojava de bi dest xistiye bibe malê hemû jinan. Da ku ew jî li hember van kiryaran rabin û yekîtiya xwe ava bikin.”
– Siyasetmedarên Suryan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê êrîşî gundên Suryaniyan dike û gotin ku ji ber herêm şewitandine gundiyên Kildaniyên Suryan ên Aşûrî ji neçarî cih û warên xwe terk kirine.
– Siyasetmedarên Iraqê, diyar kirin ku bicih bûna dewleta Tirk li nava xaka Iraqê binpêkirina mafên navneteweyî ye û gotin ku ew li dijî vê yekê çalakiyên sivîl pêk tînin.