Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyan têne lidarxistin wê bêne şopandin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk têdikoşin, li çeperan salvegera damezrandina PKK’ê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê diyar kirin ku ji bo PKK’ê gotin, “Di nava PKK’ê de her tişt li ser nûbûnê hatiye avakirin. Her kesên di nava lêgerîna azadiyê de ne, dikarin xwe di nava vê têkoşînê de bibînin.”
Rêxistina Îstîxabaratê ya Federal a Swîsreyê di rapora ewlekariyê ya sala 2024’an de ragihand ku pîvanên bingehîn ên pergala cîhanê heliyane û wê sîstemeke nû ya cîhanê ava bibe. Di beşa têkildarî Kurdan de hate gotin, “PKK ku nûnerê bingehîn ê Kurdan e, ji bo naskirina nasnameya Kurdan têdikoşe û li Ewropayê xwe ji tundiyê vedigere, vê polîtîkaya xwe dewam dike.”
Dayika Gulîzar beriya niha bi 10 salan mîrateya berxwedanê ya li dijî êşkence, zext û zilmê li pey xwe hişt û çavên xwe li jiyanê girt.
Beriya niha bi deh salan min nameyek ji te re nivîsî bû û diyar kiribû ku hebûna te ji bo keç û xortên te gelekî hêja ye. Rojek piştî nameya min, te koça dawî kiribû. Mİn gelekî dixwest ku di kêliya dawî de li gel te bim. Weke ewladekî wezîfeya xwe ya dawî bi cih bînim… Nameya girtî Denîz Kaytan.