– Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û geşedanên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
– Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir ku xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin û li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin.
– Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mezlûm Gabar diyar kir ku Pêngava 1’ê Hezîranê destwerdana xeta Apoyî ya li dijî hêzên komploger û tasfiyeger e û got: “Xwestin tevgerê ji xeta serketin û serfiraziyê dûr bixin û baweriya tevgerê bişkînin.”
– Di dema ku dewleta Tirk sûcên şer didomîne, ji aliyê hêzên navneteweyî ve tu bertek nayê nîşandan û hikûmeta Iraqê jî ji nedîtî ve tê. OPCW jî xemsar dimîne.
– Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze hilbijartinên xwecihî bên kirin û wiha pirsî: “Eger em şaredaran hilbijêrin wê zerarê bide kê û çi dibe?”
– Şaredariya Dêrikê ya ku ji qeyûm hat standin, ji bo pirsgirêkên deyn, av û rê li çareseriyê digere.
– Parêzer Şukru Alpsoy diyar kir ku di van demên dawî de yek ji xalên herî zêde li ser “sîxuriya bibandor” nîqaş tê kirin û got ku bi vê re maf û azadiyên herî bingehîn wê bê cezakirin.
– Hejmara 231’an a Newaya Jin bi sernavê “Dema Xweparastinê” derket.