– Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
– Merasîmên bîranînê yên di salvegera êrîşa ku 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê Êzidî dayî destpêkirin de, tên lidarxistin wê werin şopandin.
– Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.
– Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê îro li Wanê bicive.
– Di dîrokeke ku hebûna gelê Kurd jî tine tê hesibandin de, Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li dijî çand û zimanê gelê Kurd, dijminahiya xwe carek din nîşan da. Ev konsepta êrîşkar polîtîkayên li dijî gelê Kurd ên li Sûriyeyê û berxwedana gelê Kurd anî bîra me.