Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Dûran Kalkan diyar kir ku bi gavên sala 2025’an re hîmek hate danîn û got, “Yên ku dixwazin astengiyê bikin hebin jî vegera ji vê pêvajoyê nîne. Çi dikin bila bikin, wê nikaribin Kurdan û Tirkiyeyê li rewşa berê vegerînin.”
Ji bo meşa 10’ê Çileyê ya ji bo ronîkirina komkujiyên Parîsê li Swîsreyê amadekarî têne kirin. Nûneran bang kirin ku ji her kantonê bi otobusan tevlîbûn li meşa Parîsê bê kirin.
Alîkarê Serokê ABF’ê Îbrahîm Karakaya nerazîbûn nîşanî helwesta desthilatdariyê ya li hemberî komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê û gefên li ser Rojava da û got, “Aştiya dewletan ji xwe li ser berjewendiyan e. Aştiya mayinde tenê bi aştiya gelan dibe.”
Şervanên QSD’ê di salvegera 1’emîn a berxwedana Bendava Tişrînê de axivîn û gotin, “Berxwedana Tişrînê serketina şerê gel ê şoreşgerî ye. Bi gelê me re berxwedaneke dîrokî ya weke Stalingrad û Keleha Dimdimê hate nîşandan.”

