Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Dilovayê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Paradîgmaya Rêber Apo paradîgmayeke avaker e û ji nû ve çêker e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Erzîncan binpêkirin bi dawî nabin: Lêgerîna tazî, qedexeya axaftina bi Kurdî û tecrîd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Savaş Çelîk: Hate revandin, êşkence dît, tevî ku sûcên li ser wî bêbingeh in jî nayê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li Tirkiyeyê di sala 2024’an de herî kêm 6 hezar û 94 binpêkirina maf pêk hatine

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG NRÇ: Bûn temîneta pêşeroja me ya azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pasûrê darbenda pirê hilweşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel ji bo dengdanê diçe Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncaw

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê şehîdên Garê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Romayê festîvala Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Şeva Çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê Festîvala Çand û Dîroka Kurd hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Rojên Fîlmên Serçavan’ bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyeyê ji ber ziwatiyê li ber hilweşînê ye
Civak & Ekolojî

Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyeyê ji ber ziwatiyê li ber hilweşînê ye

Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê dike. Raporên navneteweyî nîşan didin ku ziwabûna çavkaniyên avê, hilweşîna çandiniyê, bahoza xwê û zexta koçberiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Îran di bin bandora giran a ziwatiya herî hişk de ye. Gelên li herêmên rojava û bakurrojavayê welêt dimînin, bi taybetî jî yên li Rojhilatê Kurdistanê dimînin di nava krîzeke giran a ekolojîk de ne ku jiyanê li wan tengav dike. Pispor û saizyên navneteweyî dibêjin, ziwatiya 2025’an ne tenê rewşeke avhewayî ye; di heman demê de ji ber rêveberî û bikaranîna şaş a avê, polîtîkayên dewletê û xemsariya jîngehî ya salên dûr û dirêj veguheriye hilweşîneke bingehînî.

RÊJEYA BARÎNÊ YA MEHANE DI BIN 2 MM’YÎ DE YE

Li tenajenay avê ya Rojhilatê Kurdistanê baran li gorî nîveka dema dirêj ji sedî 70 heta 90’î kêm bûye. Li gorî raporên Saziya Avê ya Îranê li gelek herêman rêjeya barana ku mehan dibare daketiye binê 2 mîlîmetreyî. Ev rêje bi taybetî li xeta Sine, Seqiz, Bokan û Hewramanê karê çandiniyê aniye ber rawestandinê. Ji ber ku çem ziwa bûn, qenalên avdanê jî bi giranî bêkêr man; her wiha ji ber ku li sedan gundî kişandina avê ji bîran zêde bû, rêjeya ava li binê erdê jî daketiye asteke krîtîk.

Encama herî balkêş a ziwatiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê têkçûna Tejaneya Gola Ûrmiyeyê ye. Ûrmiye ku wextekê duyemîn mezintirîn gola xwê ya Rojhilata Navîn bû, li gorî wêneyên peykê yên nû yên NASA’yê, halê hazir bi temamî ziwa bûye. Pîvandinên zanistî yên li derdora golê hatin kirin, radixin pêş çavan ku asta avê di nava 50 salên dawî de bi rêjeya ji sedî 96 kêm bûye û piraniya qada golê veguheriye çola ji xwê.

Sedemên sereke yên vê rewşa dramatîk projeyên rêveberiya avê û gelek bendav in ku li ser çemên bi ser golê ve diherikin hatine çêkirin. Li gorî çavkaniyên zanistî, di nava sih salên dawî de nêzî 50 bendavên mezin li tejaneyê hatin çêkirin. Hin çavkanî dibêjin, hejmara van bendavan ji 48 heta 70’î ye. Bi van bendavan û kişandina avê re ava bi ser golê ve çikiya ye.

Di nava çemên sereke yên ku Gola Ûrmiyeyê xwedî dike, 13 çemên mayinde yên li tejaneyê hene. Bi taybetî çemê Zarrinehê ji sedî 42 ê ava diçe ser golê peyda dike; ya duyemîn jî çemê Siminehê ye ku ji sedî 13 ê ava diçe ser golê jê tê. Ev herdu çem jî ji çiyayên Zagrosê dizên; Çemê Zarrinehê ji başûrrojhilatê tejaneyê diherike, Çemê Siminehê jî ji herêma Bakurê Kurdistanê diherike.

PIRANIYA AVÊ DIBE DÛKEL

Bendav û bikaranîna avê ne tenê herikîna avê dibire; di heman demê de rêjeya herikîna avê ya ber bi tevahiya tejaneya golê jî bi rengekî dramatîk kêm dike. Li gorî lêkolîneke zanistî, li gel kêmbûna rêjeya avê ya ber bi tejaneyê, zêdebûna ava ku ji bo çandiniyê tê bikaranîn bandoreke mezin li ser kêmbûna ava ber bi golê ve dike, ku av beriya bi ser golê ve biherike, ber bi qadên cuda ve tê herikandin.

Li gel vê yekê barana yekser a bi ser golê ve dibare û çemên biçûk jî tevkariyê li golê dikin. Lê belê ji ber ku di sîstema golê de qenala derketinê nîne (sîstema tejaneyê ya girtî) gol tenê bi baranê û ava ji çem xwedî dibe; her sal rêjeyeke mezin a avê dibe dûkel an jî bi rêya çandiniyê û bikaranîna ava binê erdê winda dibe.

Lewma ji bo civakên li Rojhilatê Kurdistanê, bendavên li ser çemên Zarrineh û Simineh hatine çêkirin, zêdebûna avdan û kişandina avê ji binê erdê hem li ser golê hem jî li ser çavkaniyên avê yên xwecihî yên li herêmê veguherîne gefeke krîtîk.

METIRSIYA BAHOZA XWÊ

Bi ziwabûna xwê re xelkê herêmê bi gefeke nû re rû bi rû ye: Bahoza xwê. Xwê ya ku bi bê li hawirdorê belav dibe, bi ser zeviyên çandiniyê ve direşe, her wiha dibe sedema nexweşiyên hilmstandinê û li ser tenduristiya zarokan rîskê mezin dike. Li derdora golê berhemdariya xakê ya li gundan kêm bû; ava li bîran ji ber qirêjbûnê nikare bê vexwarin. Raporên hawirdorê yên Neteweyên Yekbûyî hişyariyê didin ku di salên pêş de derdora Ûrmiyeyê dikare dakeve asta binê ‘xeta jiyanê’.

Bandora civakî ya ziwatiya li Rojhilatê Kurdistanê her sal hîn giran dibe. Analîzên Saziya Avê ya Îranê diyar dike ku li tevahiya Îranê ji sedî 92 ê bikaranîna avê li sektora çandiniyê ye. Her wiha radixe pêş çavan ku têkçûna hilberîna çandiniyê herêmên bejahî çawa hildiweşîne. Ev rewş li Rojhilatê Kurdistanê hîn bi dijwarî tê dîtin; ji ber ku cotkarên li herêmê hem barê kêmbûna baranê hem jî yê newekheviya herêmî û siyasî ya belavkirina avê hildigirin. Ji ber kêmbûna mezin a li hatineyên çandiniyê li sedan gundî keriyên heywanan têne kêmkirin, amûrên cotkariyê têne firotin û dest ji karê çandiniyê tê berdan. Bi gotina gelê xwecihî ‘Hem ava binê erdê tê kişandin, hem jî ciwan xwe ji gundan vedikişînin’. Bi taybetî nifûsa ciwanan a navbera 18 û 35 salî ber bi bajarên mezin ve koç dike.

Koçberî bi giranî ji herêmên Sine, Seqiz, Merîwan û Bokanê dibe. Gundiyên li van herêman dibêjin, ava vexwarinê ya bi tankeran tê anîn carna bi hefteyan nagihêje wan, bîr jî bi giranî ziwa bûne. Hin gund mehên havînê bi temamî vala dibin, bi barana zivistanê û biharê re gundî jinûve lê bi cih dibin. Lê belê ev rewş asta civakî ya herêmê xera dike. Ziwatî êdî ne tenê pirsgirêkeke aboriyê ye; yekbûna gundan, avaniya malbatê û li ser çandê veguheriye krîzekê ku gefeke daîmî li wan dixwe.

NEWEKHEVIYA LI SER BELAVKIRINA AVÊ

Xusûseke din a ku vê rewşê giran dike, newekheviya li ser belavkirina avê ye. Aktorên xwecihî yên li Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, piraniya avê li navendên bajaran, li kargehên çandiniyê yên bi piştevaniya dewletê û navendên pîşesaziyê tê belavkirin, gundên Kurdan ji bernameyên belavkirina avê bi rêk û pêk bepar têne hiştin. Lêkolînên serbixwe yên ku rêveberiya avê ya li Îranê lêkolîn dikin, nîşan didin ku di pêvajoya plansaziyê ya navendî de civakên li Rojhilatê Kurdistanê hema bibêje qet xwedî mafê gotinê nînin, projeyên pêşvebirina herêmî bêyî ku pêwîstiyên civakê û ekosîstema herêmî li ber çavan bêne girtin, têne amadekirin.

Saziyên navneteweyî jî vê rewşê pişrast dikin. Li gorî nirxandina hevpar a Banka Cîhanê û Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî asta ava binê erdê ya li tejaneyên bakurrojavayê Îranê salê bi qasî metreyekê kêm dibe. Karên zanistî nîşan didin ku bi taybetî li Tejaneya Gola Ûrmiyeyê ku Rojhilatê Kurdistanê jî di nav de ye, ziwabûn û bixwêbûna xakê li hin herêman ji sedî 40 derbas kiriye. Li gorî lêkolînan bahoza ji xwê ya ji ber ziwabûna Gola Ûrmiyeyê rû dide li herêmê dibe sedema zêdebûna nexweşiyên bêhnstandinê, li nava zarokan jî nexweşiyên astim û alerjîk zêde dike.

Krîza ku di nava van şert û mercan de li Rojhilatê Kurdistanê derketiye holê ne tenê weke krîzeke hawirdorê her wiha weke pêvajoyeke hilweşînê ya civakî tê nirxandin. Pispor hişyariyê didin ku eger dest lê neyê werdan wê di nava 10-15 salên pêş de li Rojhilatê Kurdistanê koça girseyî, hilweşîna çandinî û xisara hawirdorê ya ku vegera ji wê nebe, rû bide.

PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ

Li hemberî felaketa rû daye aktîvîstên hawirdorê yên li Rojhilatê Kurdistanê bi salan e dixwazin av bi rengekî wekhev bê belavkirin û di rêvebirina avê ya herêmî de gel xwedî mafê gotinê be. Lêkolînên serbixwe yên ku polîtîkayên avê yên li Îranê lêkolîn dikin vê daxwazê piştrast dikin; mînak Enstîtuya Avê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIWI) di raporên xwe yên li ser nirxandina sedemên avanî yên krîza avê ya li Îranê de diyar dike ku bi taybetî li herêmên hindikahiyan av li gorî armancên aborî û siyasî tê belavkirin, herêmên Kurdan jî bi rêk û pêk ji çavkaniyan bêpar têne hiştin. Ji ber vê yekê jî banga aktîvîstan ne tenê têkildarî hawirdorê ye, her wiha daxwazeke edalet û wekheviyê ye.

Bikaranîna teknîkên avdanê yên nûjen yek ji sernavên sereke yê ku tê nîqaşkirin. Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) gelek caran destnîşan kir ku rêbazên avdanê yên li Îranê bêkêr in û sîstemên avdanê yên heyî salane ji sedî 30 ava gol û tejaneyên çem kêm dike. Lê belê li gorî rapora ‘Nirxandina Rêveberiya Ava Çandiniyê ya Îranê’ ya FAO’yê, hikumeta navendî ji bo vê veguherînê budçeya pêwîst venaqetîne û projeyên xwecihî jî di asta plansaziyê de dimînin.

Kêmkirina bikaranîna ava binê erdê yek ji daxwazên herî krîtîk ên li herêmê ye. Daneyên sala 2024’an ên Saziya Hawirdorê ya Îranê radixin pêş çavan ku li tejaneyên Azerbaycan a Rojava û Rojhilatê Kurdistanê rêjeya ava binê erdê salnne bi qasî metreyekê kêm dibe. Rapora ‘Profîla Krîza Avê ya Îranê’ ku Banka Cîhanê heman salê weşand, eger ev kêmbûn neyê rawestandin, zêdeyî 600 gundên li herêmê wê heta sala 2030’î ji ava vexwarinê bêpar bimînin. Li gel vê yekê jî hikumet li şûna ku kontrola li ser sondajên ava bîrên kûr ên ji bo pîşesazî û çandiniyê tê bikaranîn zêde bike, li gelek herêman ji nedîtî ve tê û dibe sedem ku hîn bêhtir av ji binê erdê bê kişandin.

Bangên ji bo restorasyona çemên ziwabûyî bê encam mane. Rêjeya avê ya çemên Zarrineh, Simineh, Siwar û Gadar ên Rojhilatê Kudistanê ku gol û tejaneyên hawirdorê xwedî dikin, di nava 20 salên dawî de ji sedî 50 kêm bûye. Navenda Lêkolînên Hîdrolojiyê ya Îranê diyar dike ku ev kêmbûn tenê bi sedemên avhewayê nikare bê vegotin, beşeke mezin ji ber çêkirina bendavan û avdana ji bo çandiniyê ye.

Yek ji xalên herî krîtîk jî rehabîlîtasyona Tejaneya Ûrmiyeyê ye. Hikumeta Îranê di sala 2016’an de projeyek bi navê ‘Bernameya Zindîkirina Gola Ûrmiyeyê’ eşkere kir, lê belê raporên Dadgeha Şêwirmendiyê nîşan didin ku heta sala 2023’an tenê ji sedî 35 ê budçeyê hatiye bikaranîn, ji sedî 70 ê projeyê tenê li ser kaxizê maye. Di rpaora nirxandinê ya sala 2024’an a Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên YekbûYî de hate ragihandin ku di nava şert û mercên heyî de kapasîteyeke nemaye ku gol li rewşa xwe ya xwezayî vegere, lewma banga destwerdana navneteweyî ya lezgîn kir.

DIBE KU ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ JI HOLÊ RABE

Rêxistinên hawirdorê yên li herêmê vê rewşê weke ‘destpêka hilweşîneke ku vegera wê nîne’ dinirxînin. Li gorî karekî ku li Zanîngeha Oxfordê hate weşandin, hilweşîna bi temamî ya Gola Ûrmiyeyê ne tenê ekosîstemê wê çandinî, ava binê erdê û kapasîsteya jiyanê bi demdirêjî veguherîne ku vegera ji wê nîne.

Banga xelkê herêmê zelal û bi biryar e: Av bi rengekî wekhev bê belavkirin, civakên xwecihî di rêvebirina avê de xwedî mafê gotinê be projeyên rehabîlîtasyona Tejaneya Ûrmiyeyê bi budçeyeke rasteqîn bêne bicihanîn û edaleta hawirdorê bê pêkanîn. Di rewşeke berevajî de li beşeke mezin a Rojhilatê Kurdistanê dibe ku şert û mercên jiyanê bi lez ji holê rabin. Ev yek hişyariyeke hevpar e ku hem di asta zanistî hem jî di asta civakî de tê kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncaw
Nûçeya Pişt re Çarenûsa Demokrasiyê di Cîhaneke Manîpûlasyonê de
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Klîba ‘Berxwedana Kobanê’ derket

Hunermend Çetîn Oraner bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê strana “Berxwedana Kobanê” ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Metirsiya li ser jiyana Onder hîn jî dewam dike

Nexweşxaneya Florence Nightingale ragihand ku 'Metirsiya li ser jiyana Onder hîn jî dewam dike' ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Îmraliyê wê biçe Başûrê Kurdistanê

Heyeta Îmraliyê wê li bajarên Hewlêr û Silêmaniyeyê yên Başûrê Kurdistanê hin hevdîtinan bike.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Dersim bi rengê payîzê xemilî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Dilovayê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Dorşînê di bin çavdêriya leşkeran de bi tonan dar hatin birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Romayê festîvala Nagîhan Akarsel

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?