Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya Îmraliyê wê di rojên pêş de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Ciwanan nerazîbûn nîşanî zextan da: ‘Em ê serî netewînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tezkereyên têkildarî Bayindir û Ozel ji Komîsyona Têkel re hate şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên meha Gulanê li Mîçurinskê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ dê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Rojane

Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Di çalakiyên ku li dijî 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hatin lidarxistin de, wiha hate gotin, “Em dixwazin teqez azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Sibat 2026 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Bi wesîleya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêber Apo, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistink

ÊLIH

Bi pêşengiya DEKUP’ê bi minasebeta salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li Êlihê bi ronahiyên feneran meş hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan, gelek sazî, dezgeh û bi sedan kes li Cadeya Gulîstanê kom bûn û bi pankarta “Bi ronahiya heqîqetê  ber bi azadiyê ve” heta ber bi avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Xaçerêyê meşiyan. Di dema meşê de tim dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Îmrali”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”  û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.

Girseya ku gihîşt ber avahiya DEM Partiyê ya Êlihê daxuyanî hat dayîn. Ewilî Hevserokê TUHAY-DER’ê yê Êlihê Hasan Arigtekîn daxuyaniyê xwend.

‘SIYASETA ÎNKARÊ BI ÎRADEYA ABDULLAH OCALAN TÊK ÇÛYE’

Hasan Arigtekîn diyar kir ku ev plana tarî li hember îradeya azadiyê ya gel û biryardariya çareseriyê ya Rêber Apo a li Îmraliyê nîşan da û têkçûyînek dîrokî xwariye û wiha got: “Gelê Kurd û hevalbendên wan ji bo pûçkirina vê komployê bedelên giran dane. Bi çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan çembera agir çêbû û bi mîlyonan kes li meydan û girtîgehan li ber xwe dan û nehiştin ku komplo bi bedelên mezin bi ser bikeve. Siyaseta înkar û tunekirinê bi îradeya Abdullah Ocalan têk çûye. Navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e. Ji ber vê divê tavilê azadiya rêzdar Ocalan bê misogerkirin.”

‘GELÊ KURD LI DIJÎ ÎNKARÊ SED SAL E LI BER XWE DIDE’

Piştre Parlementerê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan axivî û diyar kir ku gelê Kurd sed sal e li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Kamuran Tanhan wiha pê de çû: “Em vê roja reş şermezar dikin. Armanca vê komployê tunekirina gelê Kurd bû. Lê îro, gelê Kurd bi milyonan li her çar perçeyên Kurdistanê radibe ser piyan û îradeya xwe nîşan dide. Dema hûn li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê binêrin, hûn ê hebûna gelê Kurd bibînin.”

Daxuyanî bi dirûşman ve bi dawî bû.

MÊRDÎN

Platforma Saziyên Demokratîk di salvegera komploya navneteweyî li navenda Mêrdîn, û navçeyên Artûklû, Qoser, Dêrik, Şemrex, Kerboran û Nisêbînê çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin û komplo hat şermezarkirin.

Hezaran welatiyên li Qada Azadiyê ya navçeya Qoserê hatin cem hev, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û daxuyanî dan. Daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin xwend diyar kir ku Komplo têkoşîna ciwan, jin, têkoşerên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala hat derxistin.

Piştî daxuyaniyê welatî bi dehan çirayên hêviyê ber bi esman ve firandin. Çalakî bi berzkirina diruşman bi dawî bû.

RIHA

27’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Apo, li bajarê wî Rihayê hat protestokirin. Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, girseya ku li Qada Topçu ya li navçeya Xelîliyê kom bû, bi pankarta “Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin! Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” dest bi meşê kir. Welatiyan roniyên telefonên xwe pêxistin û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” meşiyan.

‘SIYASETA ÎNKARÊ BI ÎRADEYA RÊZDAR OCALAN TÊK ÇÛYE’

Girse heta ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan meşiya û li wir daxuyaniyek hate dayîn. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di daxuyaniyê de wiha got: “15’ê Sibata 1999’an ku ji aliyê gelê Kurd ve wekî ‘Roja Reş’ tê binavkirin, salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan rêzdar Abdullah Ocalan e. Ev dîrok îro jî di navenda nîqaşên çareseriya demokratîk de ye û bandora wê li ser siyaseta Tirkiye û cîhanê berdewam dike.”

Ayşe Surucuyê destnîşan kir ku komploya navneteweyî li hemberî biryardariya çareseriyê ya Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bi awayekî dîrokî têk çûye û wiha axaftina berdewam kir: “Di vê pêvajoya krîtîk de, fikir û hêza çareseriyê ya rêzdar Ocalan fersenda herî mezin e ku pêşkêşî gelên me hatiye kirin.”

‘BILA MAFÊ HÊVIYÊ BÊ SEPANDIN’

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku kesên komplo organîze kirin negihîştin armancên xwe û wiha got: “Xwestin têkoşîna azadî û rûmetê ya gelê Kurd tune bikin, lê ev têkoşîn li hemû cîhanê mezin dibe. Komployekî nû li Rojava hat ceribandin, lê ev komplo jî bi destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat têkbirin. Gelê Kurd êdî dixwaze gavên şênber bên avêtin. Divê ‘Mafê Hêviyê’ tavilê bê sepandin û mercên xebatê yên rêzdar Ocalan bên verastkirin.”

DÊRSIM

Platforma Saziyên Demokratîk a Dêrsimê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Êve roşta raştîye verva ozadîye” (Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve) hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Dêrsimê Ozcan Ateş komplo şermezar kir.

Piştre parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu axivî û diyar kir ku bi vê komployê tunekirina hebûna gelê Kurd hatiye armanc kirin û ev tişt got: “Ev komplo di şexsê rêzdar Ocalan de ne tenê li dijî Kurdan bû. Îro êrişên li ser Rojava jî encama vê komployê ne. Êrişên li ser Rojava, êrişên li dijî paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk in ku rêzdar Ocalan ava kiriye. Ev êriş îro bi polîtîkaya tecrîdê berdewam dikin.”

Ayten Korduyê ji bo sepandina “Mafê Hêviyê” bang kir û got: “Em vê hişmendiya komployê ya berî 27 salan şermezar dikin. Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan teqez bê mîsogerkirin.”

XARPÊT

Platforma Saziyên Demokratîk a Xarpêtê li Garaja Xozatê daxuyanî da. Pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve, em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin” hat hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Xozatê Saadet Yavuz metna hevpar xwend û komplo şermezar kir.

ÇEWLÎG 

Platforma Saziyên Demokratîk a Çewlîgê li Qada Bajêr daxuyanî da. Hevserokê DBP’ê yê Çewlîgê Şevket Kalindamar ji bo têkoşîna li dijî komployê bê xurtkirin bang kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Çewlîgê Sedat Ormangoren jî got: “15’ê Sibatê ne tenê dîrokek e, roja fêmkirina vê destwerdana tarî, teşhîrkirina wê û têgihîştina heqîqetê ye. Di heman demê de banga xurtkirina têkoşîna aştî û demokrasiyê ya gelan e.”

ESKÎŞEHÎR

Rêxistina DEM Partiyê ya Eskîşehîrê li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevserokê Eskîşehîrê Bektaş Turkmen diyar kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê perçeyekî komployê ye û ev tişt got: “Divê pergala tecrîdê bi dawî bibe û mercên xebat û ragihandinê yên azad ji bo rêzdar Abdullah Ocalan bên amadekirin. Naskirina Mafê Hêviyê ne tenê daxwazek e, ji bo têkbirina komployê pêwîstiyek e. Em ê wekî DEM Partiyê ji bo jiyanekê demokratîk, adil û wekhev têbikoşin.”

CIZÎR

Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hat protestokirin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bûn. Girseya ku bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” ber bi Çerxereya Dortyolê ve meşiyan.

Di meşê de bi domdarî dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” hatin berzkirin û dowîzên bi nivîsa “Hûn nikarin bi milyonan kesan bixin odeyeke teng” hatin hilgirtin. Welatiyan ronahiyên telefonên xwe pêxistin û tarîtiya şevê ronî kirin.

Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DBP’ê yê Cizîrê Bager Aşkin di axaftina xwe de diyar kir ku heta Rêber Apo azad nebe, kes azad nabe. Piştî wî, Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri metna hevpar xwend û destnîşan kir ku komplo têk çûye û Rêber Apo bi ser ketiye.

‘HETA ABDULLAH OCALAN AZAD BE EM Ê TÊBIKOŞIN’

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî komploya navneteweyî şermezar kir û ev tişt got: “Gelê Kurd her sal li dijî komployê li qadan e. Yahya Menekşe berî 15 salan dema komplo şermezar dikir hat qetilkirin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Me ev komplo nas nekiriye û em ê nas nekin. Ne komploya 15’ê Sibatê û ne jî komployên li ser Rojava, em tu carî qebûl nakin. Gelê Cizîrê dê her tim xwedî li îradeya xwe derkeve. Heta ev roja reş bibe ronahî, em ê têkoşînê berdewam bikin. Kurdan li Rojava bersiva komployê da. Îro dixwazin komployê nû bikin, lê gelê Kurd dê li dijî vê heta dawiyê li ber xwe bide.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” heta ber avahiya partiyê meşiya.

DENÎZLÎ

Rêxistina DEM Partî ya Manîsa li Pîra Taş a Horozkoyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta, “Bi ronahiya heqîqetê ve ber bi azadiyê” hate vekirin û dirûşmeyên, “Azad bike Rêberti”, “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partî ya Manîsayê Evîn Gunsel jî îşaret bi paradîgaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê kir û wiha got, “Em ê rê nedin komploya ku dixwazin di serî de li erdnîgariya Kurdsitanê û Rojhilata Navîn bixin dewrê.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin
Nûçeya Pişt re Îlham Ehmed: Entegrasyoneke rast a li Sûriyeyê bandor li welatên cînar jî bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Swêdê êrîşî dibistanê hate kirin: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Orebro yê Swêdê êrîşî navendeke perwerdehiyê hate kirin. Di encama êrîşî de êrîşkar…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan çalakiya xwendina pirtûkên Rêber Apo lidarxistin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Dêrazor û Reqayê li ser pirtûka ‘Pirsgirêka Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Navê şehîd Ziyad Heleb li pitikê nû jidayikbûyî hat kirin

Malbata Ebufesih ê ji Serêkaniyê, navê endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Heleb…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şandeya Îmraliyê wê di rojên pêş de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Alexis Tsipras bi partiyeke nû vediger siyasetê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meclîsa Ciwanan nerazîbûn nîşanî zextan da: ‘Em ê serî netewînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?