Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe

Rêveberiya Xweser a Şengalê destnîşan kir ku komploya duyemîn a 15’ê Sibatê piştî Sûriyeyê li dijî Iraq û Şengalê jî xistine meriyetê û ev hate gotin: ‘’Rêya rawestandina şer, pêkanîna aşitî û çareseriya mayîn de di azadiya Rêber Apo re derbas dibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Sibat 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Îro 27’emîn salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo ye. Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî li ber navenda Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ya li geliyê Kersê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Daxuyanî bi tevlîbûna TAJÊ, Ciwan û hemû saziyên Şengalê ve ji aliyê Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê Kendal Çiya ve hate xwendin.

‘KOMPLO BI TÊKOŞÎNÊ HATE TÊKBIRIN’

Daxuyanî bi şermezarkirina komployê destpê kir û şehîdên di têkoşîna dijî komploya navnetewî de canê xwe fedakirine hate bîranîn û wiha hate gotin: ‘‘Em 27’emîn salvegera 15’ê Sibatê ya komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo û gelê Kurd şermezar dikin. Bi komployê qirkirina gel û baweriyên Rojhilata Navîn hate hedef kirin. Gelê me ji kêliya destpêkê ya komployê ve armancên pişt komployê fêmkir û kete tevgerê. Hemû şehîdên azadiyê yên di têkoşîna li dijî komployê de canê xwe fedakirine birêzdarî bibîrtînin. Rêber Apo û gelê me bi sekin û têkoşîna xwe ya bênavber, komployê kirin sedema mezinkirina têkoşîneke bênavber a azadî û demokrasiyê. Têkoşîna Rêber Apo, gel û gerîlayên azadiyê, hebûna gelê Kurd û gelên azadîxwaz bi hemû cîhanê da qebûlkirin. Komploger bi girtina Rêber Apo re dixwestin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz tune bikin. Lê bi mezinkirina têkoşînê ev plan têkçû, gelê me xwe zêdetir rêxistin kir û têkoşîna xwe gerdûnî kir.’’

‘KOMPLOYEKE NÛ TÊ MEŞANDIN’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, tevî bangên Rêber Apo jî hêzên şerxwaz di têkbirina aramiya herêmê de bi israrin û wiha berdewam kir: ‘‘27 sale Rêbertiya me dibin tecrîdeke dijwar de tê girtin. Rêbertî, li hember siyaseta wan a tecrîdkirinê grava Îmraliyê veguherand akademiyeke pêşxistina fikrê civaka demokratîk. Di demeke ku Rojhilata Navîn kirine qadeke şerên qewmî, mezhebî û olî, Rêbertî fikra netewa demokratîk a bihevre jiyankirina gelan pêşxist. Bi vî awayî xwest pêşî li fitneyên nû yên navbera gelan de bigire. Ji bo vêya jî Rêber Apo xwest, 27’ê Sibata 2025’an pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê û hemû herêmê pêşbixe.’’

‘ÊRİŞÊ PARADÎGMAYA RÊBER APO YA NETEWEYA DEMOKRATÎK TÊ KİRİN’

Di daxuyaniya de îşaret bi êrişên li ser paradîgmaya Rêber Apo ya netewa demokratîk jî hate kirin û wiha hate gotin: ‘‘Banga aşitî û civaka demokratîk weke manîfestoya sedsalê bû. Hêzên şerxwaz yên dijî aşitiyê li hember vê hemleya Rêber Apo ya ji bo parastina gelê Kurd û hemû gelan, pêleke nû ya şer li herêmê pêşxistin. Ji bo Kurd di nîzama nû ya herêmê de cih negirin, li Helebê bi rêya HTŞ’ê û komên çete yên ser bi dewleta Tirk êrişê civaka Kurd û Êzidî kirin. Êrişên dijî Rojava û Helebê, bi erêkirina hêzên navnetewî pêkhatin. Biryara êrişê li Fransayê hate girtin û li Helebê kete meriyetê. Ev jî weke komployeke nû ya 15’ê Sibatê bû li dijî gelê Kurd û gelên azadîxwaz yên herêmê. Bi van êrişan xwestin fikrê Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ku bihevre jiyankirina gelan esas digire ji holê rakin. Her wiha di şexsê Rojava de xwestin dawî li hebûna Kurdê Azad û nîzama civaka demokratîk bînin. Rêber Apo ku vêya pêşdîtibû û hişyarî kiribû, ji Îmraliyê tevî hemû derfetên kêm û zextan jî roleke mezin lîst û pêşî li encamgirtina komploya duyemîn girt. Her wiha di serî de gelê Kurd û civaka Êzidî, hemû dostên gelê me li her devera cîhanê ketin tevgerê û li pişt biryara berxwedanê ya Rojava sekinîn. Berxwedana Rêber Apo, gel û şervanan pêşî li planên qirkirinê girtin. Lê komplo hîn jî dewam dike.’’

‘PİŞTÎ SÛRİYEYÊ Niha GEF Lİ IRAQ Û ŞENGALÊ DİXWİN’

MXDŞ’ê di daxuyaniyê li ser bandorên komploya navnetewî ya li ser Şengalê jî bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li ser Êzidiyan û ev hate gotin: ‘‘Niha jî berpirsên dewleta Tirk a dagirker piştî Sûriyeyê gefa êriş û qirkirinê li gelên Iraqê û bi taybet jî li Şengalê dixwin. Hakan Fîdan eşkere gef li civaka me ya Êzidî xwar ku hîn jî birînên me yên fermanê ne hatine pêçan. Herçend dewleta Iraqê hişyarî dabin dewleta Tirk jî, ji bo pêşî li êrişên li ser gelê me bigire helwesteke têrker û cihê baweriyê nîne. Şengal ji ber parçeyek ji axa Iraqê ye, her alozî û rewşeke neyînî ya li Şengalê rû bide, ewê gefê li hemû aramiya Iraqê bixwe. Divê Iraq serî ji zext û gefên dewleta Tirk re netewîne û neyê lîstikan. Em dikarin hemû pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi dewleta Iraqê re bi diyalogê çareser bikin.’’

‘Jİ BO ÇARESERİYÊ EM Jİ DİYALOGÊ RE AMADE NE‘

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku MXDŞ’ê ji diyaloga bi dewleta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan amadeye û wiha hate gotin: ‘‘Em weke Rêveberiya Xweser û civaka Êzidî amade ne ku hemû pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê bi Iraqê re çareser bikin. Lê mixabin, em dibînin ku berovajiyê daxuyaniyên fermî yên dewletê, hinek plan li dijî herêma me dixin tevgerê. Çawa li Afganîstan û Sûriye, El-Qaîde, Talîban û HTŞ, fermî kirin û kirin dewlet, em dibînin li Iraqê jî çeteyên DAIŞ’ê, di bin navê Heşda Sûnî de tên komkirin û fermîkirin. Em weke civaka Êzidî vê biryarê xeter dibînin û qebûl nakin. Nabe çete werin fermîkirin û kiraseke qanûnî li wan were kirin.

BANGA JI BO IRAQ û GELAN

MXDŞ’ê bang li Iraqê kir ku pirsgirêkên civaka Êzidî bi rêyên siyasî û hiqûqî çareser bike û ev hişyarî jî hate kirin: ‘‘Em bang li dewleta Iraqê dikin ku pirsgirêkên civaka Êzidî û Şengalê bi rêyên hiqûqî û siyasî çareser bikin. Herweha em bang li raya giştî û tevahî civaka Êzidî dikin ku li hember van lîstokan şiyar bin û bêdeng nemînin, ji bo pêşî li fermanên nû venebe.’’

‘DİVÊ MAFÊ HÊVİYÊ Jİ BO RÊBER APO WERE NASKİRİN’

Di dawiya daxuyaniyê de jî MXDŞ’ê xwest mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were naskirin û ev bang hate kirin: ‘‘Dewleta Tirk a di alozî û şerên li herêmê de roleke diyarîker dilîze, divê dawî li siyaseta şer bîne û guh bide bangên Rêber Apo yên ji bo aşitiyê. Rêya çareseriya mayînde û aşitiyeke birûmet jî di azadiya Rêber Apo re derbas dibe. Divê saziyên navnetewî ji bo naskirina mafê hêviyê ji bo Rêber Apo, erkên xwe bicîh bîne.  Ji ber heya Rêber Apo azad nebe, wê şer li herêmê bi dawî nebe û hemû gelên me dibin metirsiya qirkirinê de bin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MSD: Yekane vebijerka bidawîkirina krîzê çareseriyeke siyasî ya navxweyî ye
Nûçeya Pişt re Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di dema rejîma Baasê de rewşa Kurdî: Li her qada jiyana civakî qedexe bû

Rejîma Baasê 49 salan Kurdî li her qada jiyanê qedexe kir. Li her kesên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Dewlet li dijî çûk û darê Kurdan jî dijmintiyê dike

Rayedarên DEM Partiyê bal kişandin ser şewatên li Kurdistanê û diyar kirin ku dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz li Îdirê hate pîrozkirin: Hevalên me yên li girtîgehan wê azad bibin

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan li Îdirê di pîrozbahiya Newrozê de axivî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?