Rojnamevan Arîf Aslan ku ji bo nûçe bişopîne derket kolanê û hat binçavkirin 10 roj in di binê çavan de ye.
Rojnamevan Arîf Aslan û nûçegîhanê DÎHABER’ê Selman Keleş, ku di 20’ê Adarê de ji bo nûçeyê bişopîne derketin kolanê û hatin binçavkirin, 10 roj in hê sewqî dozgeriyê nehatine kirin. Aslan û Keleş hê li Midûriyeta TEM’ê tên rawestandin.
Hêjayî gotinê ye ku wê Rojnamevan Aslan û Keleş di 26’ê Adarê de sewqî dozgeriyê hatibûna kirin, lê ji ber hînceta li dozgeriyê kar pir e hefteyekê hate taloqkirin.