Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em Kurd ji rêveberiya demokratîk re namzet in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navek, du jiyan: Agir Adar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rojnamevan Kaya: Her ku hûn bêdeng bin, wê dor were we
Rojane

Rojnamevan Kaya: Her ku hûn bêdeng bin, wê dor were we

Rojnamevan Nîhat Kaya bal kişand ser tecrûbe û kesayetiya entelektuel a rojnamevanê hate qetilkirin Azîz Koyluoglû û got, xemsariya muxalefet û hêzên xwe çepgir dihesibînin, dibe sedema êrîşa li dijî rojnamevanan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Nîhat Kaya qala têkoşîna Azîz Koyluoglû kir ku 27’ê Çileyê li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi balafira bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) hate qetilkirin.

Nîhat Kaya anî ziman ku wî di sala 2005’an de Azîz Koyluoglû nas kir û got, “Di sala 2005’an de dema ku min dest bi karên çapemeniyê kir Azîz perwerde dida me. Hurmeta wî ya li karê xwe bal dikişand; rû li ken bû, lê belê ti carî cidiyeta karê xwe ji bîr nedikir. Heman cidiyek ji mirovên li hemberî xwe jî hêvî dikir. Ji kamermanniyê heta bi nûçegihanî û edîtoriyê li gelek qadan xwedî tecrûbe bû. Dem bi dem bername jî çêkir. Li her qada çapemeniyê kar kir, bi gelek berpirsyariyan rabû.

Yek ji taybetmendiyên sereke yên Azîz ew bû ku dilxwazê perwerdekirina mirovên li derdora xwe bû. Wî tecrûbeyên xwe parve dikir û hewl dida mirovan bi pêş ve bibe. Bi vî rengî tevkarî li gihîştina gelek rojnamevanan kir. Gelek hevalên me yên ku îro bi saya wî gav avêtin nava vê qadê, kar dikin. Mîrateya Azîz Koyluoglû bi rêya rojnamevanên ku wî perwerdekiribû, dewam dike.

‘JÎR Û JÊHATÎ BÛ’

Em demeke dirêj bi hev re man. Piştî sala 2005’an li Hewlêrê em bi hev re xebitîn. Azîz jîr û jêhatî bû; di demeke kurt de hînî ziman dibû û dikarîbû têkiliyê bi mirovan re dîne. Bi saya vê taybetmendiya xwe li Hewlêrê hem di têkiliya bi mirovan re hem jî di mijara ziman de alîkariyeke mezin da me.

‘PÊŞDÎTÎ Û XWEDÎ HÊZA ŞÎROVEKIRINÊ BÛ’

Bi medyayê re timî di nava têkiliyê de bû û şîrove dikir. Pêşdîtina wî û hêza wî ya şîrovekirinê her roj hîn bêhtir bi pêş diket. Meraq dikir; her tişt dişopand û şîrove dikir. Li mirovan guhdarî dikir, çapemenî dişopand û ev dane şîrove dikir. Dema ku mirov bala xwe bidin ser şîroveyên wî yên dema dawî, tê dîtin ku pêvajoya çiqasî rast nirxandiye û berê dîtiye.”

ÊRÎŞÊN BI QETILKIRINA APÊ MÛSA DESTPÊ KIRIN, DEWAM DIKIN

Nîhat Kaya got, “Dewleta Tirk bi rengekî eşkere êrîşî wan rojnamevanên li nava çapemeniya Kurd dike ku dikarin rast şîrove bikin, paşerojê dibînin û perspektîfê pêşkêşî civakê dikin” û ev nirxandin kir, “Hin rojnamevan bi êrîşên hewayî, hinek jî bi rêbazên cuda hatin qetilıkirin. Ji Apê Mûsa û vir ve êrîş dewam dikin. Di nava sala dawî de gihîşt asta herî bilind. Di 23’ê Tebaxa 2024’an de hevalên me Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Ev êrîş bi zanebûn û bi armanc hatin kirin. Baş dihate zanîn ku rojnamevan bûn. Armanc bêdengkirina mirovan bû.

Wê demê hevalê me Azîz jî li Silêmaniyeyê bû. Hevalên me Gulistan û Hêro li vê derê hatin qetilkirin; ev yek êrîşek li ser civata çapemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê bû. Lê belê hevalê me Azîz li hemberî vê helwdana tirsandinê bêdeng nema. Di nava hefteya ku komkujî hate kirin tevlî bernameyê bû, axivî û şîrove kir. Dewleta Tirk û mejiyê wê yê faşîst nekarî hevalê me Azîz bêdeng bike. Di 19’ê Kanûna 2024’an de li Rojava hevalên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi heman rêbazê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin qetilkirin. Ev bûyer tesaduf an jî qeza nîne; bi zanebûn hatin qetilkirin. Herî dawî hevalê me Azîz bi heman rêbazê hate şehîdxistin.”

‘XEMSARÎ DIBE SEDEM KU HÎN BÊHTIR ÊRÎŞ BÊNE KIRIN’

Nîhat Kaya anî ziman ku ji ber wêneyên hevalên wan ên rojnamevan ên hatin qetilkirin li ser dîwarê wan cih nemaye ku daliqînin û got, “Mixabin nerazîbûneke mezin nayê nîşandan. Divê neyê jibîrkirin, ku her bêdengî hebe wê dor bê her kesî. Her ku bêdeng be, yên ku li hemberî vê desthilatdariyê hebûna Kurdan qebûl dikin jî divê zanibin ku wê bibin hedef. Niha bi taybetî CHP û rojnamevanên muxalîf eger hêdî hêdî têne girtin, sedema bingehîn a vê yekê xwedîderneketina wan a li pirsgirêka Kurd û rojnamevanên Kurd e.

Eger muxalefet bi rastî jî dixwaze xwedî li wan derkeve, divê xwedî li hevalên me derkeve ku îro têne qetilkirin. Ev rewşa ji ber xemsariyê eger ji holê neyê rakirin, qanûnên gerdûnî yên azadiya fikirî nikarin bêne parastin. Ji bo parastina van nirxan, divê mirov li gorî wijdan û qanûnan tevbigerin û cihêkariyê nexin navbera rojnamevanan. Dewleta Tirk êrîşî rojnamevanan dike, lê belê muxalefet û derdorên ku xwe çepgir pênase dikin bêdeng dimînin. Ev bêdengî dibe sedem ku êrîş hîn zêde bêne kirin.”

‘JI BO ÇAPEMENIYA AZAD, WINDAHIYEKE MEZIN E’

Nîhat Kaya destnîşan kir ku Azîz Koyluoglû, Seyît Evran û hevalên wan ên din ji bo ronîkirina rastiyan gelekî hewl dan û got, “Ji bo vê nûçe, dosya amade kirin û bernameyên nîqaşê çêkirin. Ev kar civakê ronî dike. Lê belê ev rewş desthilatdariyê û hêzên tarî aciz dike. Dawiya dawî hevalê me Azîz hate qetilkirin. Hem ji bo kevneşopiya çapemeniya azad, hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo derdorên çep û sosyalîst hem jî ji bo her kesên li Tirkiyeyê xwe muxalîf dibînin, şehadeta hevalê me Azîz Koyluoglû windahiyeke mezin e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
Nûçeya Pişt re QSD: 3 çete hatin kuştin, wesayiteke leşkerî hate îmhakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Vîetnamê bager: 3 kes mirin, bi hezaran kes bêmal man

Li Vîetnamê ji ber Bagera Kajiki herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li gorî DYE’yê Îranê beriya êrîşê ûranyûm nebir cihekî din

Li gorî Qesra Spî, Îranê beriya êrîşan ûranyûma dewlemendkirî nebir cihekî din.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?