Rozerîn Kalkan piştî esareta 10 salan di 9’ê Sibatê de ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Alîaga Şakran a Îzmîrê hate berdan. Rozerîn Kalkan piştî hate berdan, vegeriya warê xwe Mêrdînê.
Rozerîn Kalkan a ku bi rêya hewayî hate bajêr, ji aliyê malbata xwe û rêveberên TUHAY-DER’ê ve bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.
Hevseroka Mêrdînê ya TUHAY-DER’ê Ayşe Bozan di pêşwazîkirinê de axivî û daxwaza azadiya hemû girtiyan kir.
Rozerîn Kalkan jî diyar kir ku girtiyan ji Rêber Apo û kesên ji derve re silav şandiye û destnîşan kir ku girtî wê têkoşîna rûmetê bidomînin.
Kalkan ê ku sala 2016’an li Mêrdînê hate binçavkirin û girtin, piştî li girtîgehên cuda cuda ma, 2 caran berdana wê bi hincetên kêfî hatibû taloqkirin.

