Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) daneyên 10 salên dawî yên dema Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li ser çapemeniyê meşandine, eşkere kir. Li gorî daneyan di 10 salên dawî de herî kêm 131 rojnamevan hatin girtin, ji van 77 rojnameger bi sûcê “heqareta li serokomar kirine” hatin cezakirin û 5 jê hatin kuştin.
RSF’ê bi bîr xist ku piştî hewldana leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an gelek rojnamevanên ji rojnameyên Ozgur Gundem, Cûmhûriyet, Sozcu û Zamanê hatin girtin, RSF’ê di sala 2018’an de Tirkiye weke “girtîgeha rojnamevanan a herî mezin a li cîhanê” îlan kir.
Hat diyarkirin ku gelek rojnamevanên wekî Abdurrahman Gok, Tolga Şardan, Merdan Yanardag, Bariş Pehlîvan û Furkan Karabay bûne hedef.
Her wiha li ser platformên wekî Twitter, Wikipedia û Instagram ên di serdema Erdogan de hatin qedexekirin jî rawestiya.