Komeleya Mexdûrên Kurdistanê di 9’ê Çileyê de bi navê mexdûr Shahwan Abdulrahman, Maki Rewend û welatiyê DYE’yê John Does li hemberî malbata Barzanî li Dadgeha Herêmê ya Columbiyayê doz vekir. Serlêdana li dijî malbata Barzanî ku weke ‘Rêxistina Sûc a Barzanî (BCE) hate pênasekirin, bi nûmaraya 1:24-cv-00278-RDM li dosyayê hate qeydkirin.
Analîst Michael Rubin serlêdana nû ya li hemberî ‘Rêxistina Sûc a Barzanî’ ji ajansa me re nirxand û anî ziman ku giliyê li Dadgeha Herêmê ya Columbiayê hatiye kirin tê lêkolîn û got, “Serê Masrour Barzanî di nava belayekî mezin de ye.”
‘YÊ KU TÊ DARIZANDIN RÊVEBERIYA HERÊMA KURDISTANÊ NÎNE, MESRÛR E’
Michael Rubin bal kişand ser dosyayê ku Mesrûr Barzanî bi êrîş, îftira û heqaretê tê sûcdarkirin û anî ziman ku Mesrûr Barzanî ji bo betalkirina dozê hewl dide. Rubin got, “Mesrûr dereg kir, yan jî xwediyên dozê beriya niha dema ku doza xwe vekişandin, fêhm nekir bê çi bûye. Xwediyên dozê dest ji dozê bernedan, li şûna vê bi fermana dadger doz hîn qewîn kir û pirsên têkildarî destnedana serweriyê beralî kirin. Ya ku tê darizandin Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê nîne, Mesrûr e. Ji bo revandina mirovan û kuştinê, ji bo sûcên en parçeyekî dewletê ye daxwaza destnedanê nikare bê kirin. Dibe ku hîn jî ji Mesrûr heye ku karibe dozê betal bike, lê belê ev ê gelekî zehmet be. Hinekî din li hemberî Masrour li Virginiayê jî doz dan destpêkirin. Dadgeha ku ev doz lê hate destpêkirin, mînakên ku xwediyên dozê bal kişandibûn ser, diyar kiribû. Li gorî Mesrûr wê dadgeh bi esasî mînakên xwe ji nedîtî ve bê, lê belê ev wê pêk neyê.”
Di serlêdana nû de ya li Dadgeha Herêmê ya Columbiayê hate kirin, giliyê van kesan hatiye kirin: Malbata Barzanî û kesên têkildarî vê malbatê Mesud Barzani, Mesrur Barzani, Waysi Barzani, Muksi Barzani, Mulla ‘Babo’ Mustafa Barzani, Jeyra Mohamad Khaled, Katja Vrecar Barzani, Areen Masrour Barzani û Barzani, her wiha Jonathon S. Moore, Joe R. Reeder, Valerie Cupp, Juli Mai Sanford, Laura Geho Harris, Rubar Sandi, Treefa Aziz, Arfan Saleh Omar Sherwani, Omar S. Barzini, Entifadh Kamal Qanbar, Hamza Salim, Hikmet Bamerni, Hayman Quass, Dasko Shirwani.
Michael Rubin bal kişnad ser têkiliya navbera Joe R. Reeder û Masrur Barzani û got, “Navê Joe Reeder jî derbas dibe ku di dozê de parêzerê Masrur e. Ev rewş ne ji rêzê ye, lê belê xwe dispêre delîlên têkildarî sûcên Reeder ên sextekarî û sûcên din. Divê Masrur niha motîvasyona parêzerê xwe lêpirsîn bike; Gelo Reeder hewl dide Masrur rizgar bike, yan jî Masrur hewl dide Reeder rizgar bike?”
Di dozê de bersûcên ji malbata Barzanî bi sûcên êşkence, binpêkirina qanûna têkoşîna li dijî terorê, sûcên li dijî mirovahiyê, kuştinên bi kêfî, sûcên li dijî astengkirina qirkirinê, sûcên nefretê, sextekarî û spîkirina pereyê reş têne sûcdarkirin. Michael Rubin di dawiya nirxandina xwe de ji bo Masrur Barzanî got, “Hêvîdarim Mesrur bi Rûsî zane, ji ber ku ev kar, ya li girtîgeheke Emerîkayê yan jî bi sirgûna mîna Beşar Esad dikare bi dawî bibe.”