Di daxuyaniya wezaretê de hate îdîakirin ku balafirên bêmirov ên DYE’yê ji aliyê hêzên Rojava ve ji bo keşfa çekên hesas yên ji hêzên Ûkraynayê re hatine dayîn û diyarkirina hedefan tên bikaranîn.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got: ‘’Ev firîn îhtîmala derketina şerê li gel balafirên Rûsyayê zêde dike û ev rîska şerê rasterast ya li gel Tifaqa Rojava û Federasyona Rûsyayê zêde dike.’’
Ji destpêka şerê Ûkraynayê heya niha di navbera Rûsya û NATO’yê de hesabpirsînek berdewam dike.
Moskowa jî krîza li Ûkraynayê weke ‘’şerekî berdevarî’’ yê di navbera xwe û Tifaqa Rojava de pênase dike û îdîa dike ku ger alîkariya leşkerî ya Emerîka û mutefikên wê didin Ukraynayê bi dawî bibe, ew ê jî şerî bidin sekinadin. Her wiha Moskowa dibêje ku ger NATO’yê ji fikarên ewlehiyê yên Rûsyayê re rêz bigirta, şerî qet dest pê nedikir.
Ev demeke dirêj e ku hin rêxistinên îstîxbaratê yên Ewropayê jî îşaretên manend didin. Di meha Sibatê de servîsên Estonyayê yên îstîxbaratê ragihandibûn ku Rûsya ji bo şerekî demdirêj ê li gel Rojava di nava amadekariyan de ye.
Her wiha di 27’ê Xizîranê de di navbera Ûkrayna û Lîtvanya û Estonyaya endamên Yekîtiya Ewropayê de peymaneke ewlehiyê hate îmzekirin.
Peymana ku li gel YE’yê hatî îmzekirin, nîşaneya teahûda mijarên weke ji Ûkraynayê re şandina çekan, perwerdeya leşkerî, hevkariya parastinê û paqijkirina tepînkan jî di nav de alîkariya di warên ewlehî û parastinê de ye.