Yekşem, 12 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak ê beşdarî merasîma şewitandina çekan bû: Ji bo rêveçûna pêvajoyê qanûna çarçoveyê divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Şengalê bang: Em cangoriyên xwe li Solaxê bi hev re bi bîr bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî tevlî danişînê nebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Halîde Turkoglû: Polîtîkayên qeyûm kuştinên jinan zêde dike
Jin

Halîde Turkoglû: Polîtîkayên qeyûm kuştinên jinan zêde dike

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên me yên ku ji bo jiholêrakirina newekheviyê polîtîka diafirîne, kuştina jinan zêde dikin û got: "Desthilatdarî rasterast berpirsê qirkirina jinan e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta bernameyên xwe yên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî li Kolana Marmara ya navçeya Avcilar a Stenbolê da. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û gelek jin tevlî bûn.

Halîde Turkoglu di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ê heta 25’ê Mijdarê her roj li dijî tundiya dewlet-mêr li qadan bin û wiha got: “64 sal berê xwişkên Mîrabel ji aliyê Trujillo ve hate qetilkirin. Hewl dan weke kuştineke kiryar nediyar bidin nîşandan. Hem qetil kirin hem jî ji bo dernekeve holê, ji darazê bigirin heta gelek mijaran manîpulasyonê kirin. Me dît ku li pişt vê kuştinê tundiya mêr-dewlet heye, jinên têkoşer bi destê desthilatdariyê tên qetilkirin.

Jin li gelek cihên cîhanê li aliyeke tundiya mêr li aliyê din jî tundiya dewletê eşkere dikin. Ji ber ku pergala desthilatdariya mêr dijminê jinan e. Ev desthilatdariya mêr îfade dike ku em jin li cîhanê ne wekhev in. Em dizanin ku li cihekî ku wekhevî nebe tundî heye. Ji têkoşîna xwişkên Mîrabel a li dijî tundiya mêr-dewleta heta îro qonaxa xwe ku em gihiştine li gelek cihên cîhanê deng bilind dibin.

Têkoşîna jinan li aliyeke li dijî faşîzmê têdikoşe, li aliyê din jî li dijî tundiya mêr têdikoşe, li aliyeke li dijî tundiya sermayeyê têdikoşe, li aliyê din jî li dijî cihêkarî û nîjadperestiyê têdikoşe. Ev pergala kedxwariyê ku desthilatdariya mêr afirandiye, di serî de li jinana ji bo hemû gelan weke rejîma zextê vedigere. Ji ber vê yekê eger em jiyaneke azad û wekhev bixwazin, divê jin azad û wekhev bin. Heta ku jin azad û wekhev nebin gel û civak azad û wekhev nabin. Ji ber vê yekê em bi her aliyê ve vê tundiyê teşhîr dikin.”

PEYMANA STENBOLÊ

Turkoglu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û wiha got: “Peymana Stenbolê di şevekî de betal kirin. Di şevekî de ji bo komkujiyên jinan zêde bibe, çi ji destê wan hat kirin. Ev yek tevahiya 22 salan gav bi gav xistin dewrê, lê bi betalkirina Peymana Stenbolê di şevekê de li vî welatî mêr mafê kuştina jinan di xwe de dîtin. Bawer kirin ku ew ê hê rehetir qetil bikin û dîtin ew ê bêceza bimînin. Pirsgirêka me ya herî mezin ji nûve pêkanîna Peymana Stenbolê ye.

EM Ê 18’Ê MIJDARÊ LI PÊŞIYA WEZARETÊ BIN

Li vî welatî di encma şer de pirsgirêka koçber û penaberan heye. Jin ji ber şer neçar dimînin welatê xwe biteriqînin, Tirkiye jî di nav de li welatên ku koçber bûne, dibin hedefa tundiyê. Em ê bi jinên koçber û penaber re li dijî tundiya ku dibînin di têkoşînê de hevpar bibin. Em ê bibêjin piştevaniya jinê dide jiyîn. Em ê di 18’ê Mijdarê de li pêşiya Navenda Vegerandinê ji bo teşhîrkirina tundiya li ser jinên koçber û penaber daxuyanî bidin. Jin wê ji 20’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê li dijî komkujiyên jinan serhildana xwe kolan bi kolan mezin bikin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi TJA’yê re meşên xwe li dar bixin. Li bajarên weke Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê bi platformên jinan re serhildan û gotina xwe ya li dijî komkujiyên jinan mezin bikin.

QEYÛM RÊ LI BER KUŞTINÊN JINAN VEDIKE

Li vî welatî siyaset bi xwe ji xeynî tundiyê tîştek nade jinan. Her tundî, tundiya di nava vê civakê de mezin dike. Gelo hûn dikarin bifikirin, welatek heye û rêveberên wî welatî li şûna ku li dijî şer siyaseta aştiyê pêş bixe, bi polîtîkayên qeyûmê êrîşî îradeya gel û jinan dike. Pergala hevserokatiyê temînata wekhevî û azadiyê ye. Îro li vî welatî pergala me ya hevserokatiyê temînata azadiya jinan e. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên me ku sitagehên ji bo parastina jiyana jinan vedike, navenda jiyana jinan vedike, ji bo ji holê rakirina newekheviya vî welatî polîtîka diafirîne, dibe sedem ku kuştinên jinan li bajaran zêdetir bibe.

Gelo em amade ne di 25’ê Mijdarê de serhildana xwe mezin bikin? Em amade ne li kolanan dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biqîrin? Wê demê em bi hev re dibêjin, ‘Jin, Jiyan, Azadî.’ Heta ku ev hêz, îrade û motîvasyon di me de hebe tu kes nikare barîkat deyne pêşiya me, kes nikare îradeya me desteser bike. Ev wêrekî, ev têkoşîn û ev dîroka berxwedanê di me de heye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Êlihê berxwedana MAK’ê berdewam dike
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Viyan Kobanê: Tişrîn ji bo me keleha dawî bû

Yek ji fermandarên YPJ’ê Viyan Kobanê got, “Berxwedana li bendava Tişrînê, bi berxwedana gel û…

Ji aliyê Stêrk TV

DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ragihand ku girtina parlamentera berê ya HDP'ê Ayla Akat Ata…

Ji aliyê Stêrk TV

Kamyoneke bi madeyên hişbir dagirtî ya ji Tirkiyeyê diçû Iraqê, hate girtin

Wezareta Karên Hundir a Iraqê ragihand ku hêzên ewlekariyê kamyoneke 1,1 ton captagon (madeya hişbirinê)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?