Çarşem, 16 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kav: Axaftina Hayrî Dûrmûş a li dadgehê manîfesto bû!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sabahat Erdogan Saritaş: Jehrkuja şerê taybet, rêxistinî ye
Rojane

Sabahat Erdogan Saritaş: Jehrkuja şerê taybet, rêxistinî ye

Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku desthilatdarî hewl dide tundiyê li her qadê belav bike û got, "Rêxistinî jehrkuja şerê taybet e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş êrîşên nijadperestî yên li ser ziman, çand û hemûna Kurdan ji ANF’ê re nirxand.

Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku tespîta ‘Yên pirsgirêka Kurd çareser nekin wê ji hev bikevin” rastiyeke dîrokî ye û got, ya bi serê desthilatdariya AKP-MHP’ê bê jî wê ev be.

Sabahat Erdogan Saritaş polîtîkayên şerê taybet nirxand û got, “Rewşa neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tundiya vê dema dawiyê zêde bûye, di çend kategoriyan de dikarin bêne nirxandin. Bi kurtasî tundî êdî ne tenê bi çekê yan jî hin amûran tê kirin, sernavekî cuda yê bi navê ‘Polîtîkaya şerê taybet’ heye ku ya herî xetere ye. Li bajarên Kurdistanê fûhûş, narkotîk û tiştên mîna wan her sal hîn zêde dibe ku ev yek tesaduf nîne yan jî ji pirsgirêka Kurd cuda nîne. Di vir de jî hedefa bingehîn jin û ciwan e. Lewma em gelekî girîng dibînin ku jin û ciwan li hemberî van polîtîkayan zane bin, baldar bin. Em qala mijareke welê dikin ku gelekî berfireh e, gav bi gav tê bicihanîn. Lewma ev yek çawa tê ferzkirin divê em jî bi heman rengî bi sebir, daxwaz û têkoşînê bi demdirêjî çareser bikin. Weke ku min got, hedefa bingehîn jin û ciwan e. Ne tenê li Tirkiyeyê yan jî têkildarî Kurdan, li her devera cîhanê dema ku netewe dewlet ava bûn, van sîsteman bi giranî jin û ciwan kirin hedefa xwe. Ji ber vê jî her tim bû karê sereke yê vê sîstemê ku bi ser jin û ciwanan ve biçe.”

JEHRKUJA ŞERÊ TAYBET RÊXISTINÎ YE

Sabahat Erdogan Saritaş ragihand ku li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet ên li ser qadên çandî, civakî û polîtîk fûhûş, narkotîk û sîxurî hatiye belavkirin û got, “Polîtîkayên şerê taybet ne tenê li hemberî şexsekî ye, li dijî civakê bi temamî ye. Polîtîkaya şerê taybet niha mîna tecrîdê li her qada jiyanê belav bûye û hewl tê dayin ku civak bê girtin, di tarîtiyê de bê hiştin. Bi narkotîk, fûhûş, sîxurkirin, asîmîlasyon û koçberkirina bi zorê re jin û ciwan ji civakê, ji jiyana rêxistinî û welatê xwe têne dûrxistin û berê wan didin jiyaneke sexte û şehsî. Mînaka Gulistan Dokû mînaka herî şênber e. Dokû jineke ciwan bû ku kete xefika van polîtîkayan ku hîn jî aqûbeta wê nayê zanîn. Li hemberî dewleta mêr a ku bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide li Kurdistanê hebûna xwe dewam bike, bêguman têkoşîna herî xurt rêxistiniya me ya xweser e. Ji bo parastina hebûn, nasname û azadiya xwe divê em ji her demê bêhtir kedê bidin, têbikoşin. Jehrkuja polîtîkayên şerê taybet rêxistinî ye, em bi vê baş zanin û li her qadê jî qala vê dikin.”

DESTHILATDARÎ HEWL DIDE TUNDIYÊ LI HER QADÊ BELAV BIKE

Sabahat Erdogan Saritaş bi bîr xist ku gelek mirov ji ber ku bi Kurdî axivîne yan jî bi Kurdî stran gotine, govend gerandine hatine girtin û got, “Mînaka herî şênber a ku nîşan dide ev polîtîka li nava tevahiya civakê hatiye belavkirin zext û qedexeya li ser Kurdî ye, serdegirtina dawetan û girtina mirovan e. Bi salan e em dibêjin ku tecrîd wê li nava tevahiya civakê bê belavkirin. Ya ku bûye jî ev bi xwe ye. Eger wê li ser Kurdan tiştek bê ceribandin ev yek gav bi gav tê kirin û piştre li nava hemû Kurdan tê belavkirin. Ya ku diqewime ev e. Desthilatdarî hewl dide tundiyê li hemû qadên jiyanê belav bike. Hewl dide bi rêya rageşî, dijminatî, dijberî û nijadperestiyê vê yekê bike. Kurd, Ermen, Elewî, jin, ciwan, karker, kedkar, xwendekar, rêxistinîn pîşeyî yanî her kesên li ber vê yekê radibin bi salan e timî vê dixin rojevê. Yên ku destavêtin û destdirêjî ne xema wan e ji bo karibe mirovên govendê digerînin, yan jî jêbirina nivîsa ‘Destpêkê peya’ ya bi Kurdî peyda bikin, bi şev û roj dixebitin. Stran, dirûşm û govendan ji xwe re dikin hincet û diavêjin ser dawetan.”

Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku di pêvajoyên hilbijartinê, mîtîngan û li her qada çapemeniyê tê dîtin ku polîtîkayên wan ên li hemberî Kurdan dawiya dawî têk diçin.

EM Ê TI QEDEXEYÊ NAS NEKIN

Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku gel û siyaseta Kurd ne xerîbê van polîtîkayan e û got, “Rêbaza me ya berxwedanê diyar e. Em ê ti qedexeyê nas nekin, em ê govenda xwe hîn mezin bikin, hîn bêhtir bi zimanê xwe biaxivin, stranên xwe bi dengekî hîn bilindtir bistirên û xwedî li îradeya xwe derkevin. Bêguman di siyasetê de em ê hîn bêhtir biaxivin, rêyên nû biafirînin. Em aliyê çareseriyê ne, yanî aliyê sêyemîn e. Em ê her tim li ber şer, xizanî, nijadperestî û polîtîkaya tinehesibandinê rabin. Siyaseta me siyaseta jiyanê ye. Em ê tekperestiyê ti carî qebûl nekin. Di nava civakê de jî wê bersiva vê nebe. Tişta ku 100 sal in diceribînin mîna ku nû peyda kirine pêşkêş dikin. Dema ku li dîrokê binihêrin wê bibînin ku ev yek bi kêr nayê. Em xwedî rabirdûyekê ne ku nîşan dide ku lîstikên bi vî rengî yên erzan bi ser nakevin. Em baş zanin bê çi dikin, çi diparêzin, desthilatdarî jî bi vê zane. Ji xwe ew rojev heta astekê têk çû, ji ber ku civakê paşve gav neavêt. Govenda xwe gerand, stranên xwe got, bi Kurdî axivî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Operasyona Reqayê: 26 kes tevî çekên xwe hatin girtin
Nûçeya Pişt re Tûran: AKP dixwaze dest dîne ser zeviyên çandiniyê yên cotkaran
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şahîn: Êrîşên dewleta Tirk divê bêne rawestandin

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku divê êrîşên dewleta Tirk û…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Mexmûrê: Hemû hewldanên me wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo be 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya “Xurtkirina Diyaloga bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Nagîhan Akarsel li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn

Nagîhan Akarsel bi beşdariya gelek jin, welatparêz û azadîxwazan li cihê ku lê hat qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kav: Axaftina Hayrî Dûrmûş a li dadgehê manîfesto bû!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê cejna Dayikên Aştiyê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?