Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    OHD: Biryara DMME’yê ya AÎHM’ê 12 sal in nayê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qada pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin Newrozê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şaha Xelîl: Ev siyaseta ku li Sûrîyê tê meşandin rê li pêşiya xeteriyan vedike
Rojava

Şaha Xelîl: Ev siyaseta ku li Sûrîyê tê meşandin rê li pêşiya xeteriyan vedike

Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgara Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şaha Xelîl dîyar kir ku Hikûmeta Şamê ya demkî bi van kiryarên xwe ên li ser pêkhateyan, wê rê li pêşiya xetereyên mezin û şereke mezin ê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de veke.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bi rûxandina Rêjîma Baas re hevîyên gel ên mezin hebûn ku ew sîstema hişk û yekalî bi dawî bû. Lê belê Hikûmeta Şamê ya demkî ev hêvîyên gel binpê kirin û ji kêlîyên despêkê ve ye sîyaseta xwe ya yekalî û yekreng dide ferzkirin. Gelên li Suwêdayê yek ji wan  pêkhateyan e ku ev sîstem careke din qebûl nekir û dest bi rabûn û serhildanên xwe kirin. Lê dîsa jî çawa li ser Elewiyan bi nijadperestî êrîş hatin kirin û gel bi komkujiyan re rû bi rû ma, îro jî li Suwêdayê û li ser gelê Durzî heman tişt dubare dibe.

 

Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgara Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şaha Xelîl têkildarî alozîya li Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ev alozî bi salan e berdewam dikin lê belê di van demên dawîn  de kûrtir bûne û got: ‘’Ji destpêka Şoreşê û heta niha Sûriye di nava rewşeke gelekî aloz de ye. Lê belê di van demên dawîn de komkujîyên ku li ser pêkhateyên li Sûriyeyê pêk tên ên weke Elewî û niha jî Durziyên li Suwêdayê, ev ne kiryar û hişmendiyên demkî ne, ji despêka Şoreşa Sûriyeyê ve û heya niha tim kuştin, revandin, girtin, êrîş û koçberkirin berdewam in. Ger em li Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî  binêrin, em ê ji destpêka Şoreşê bibînin, van komên çete ên ku êrîş, kuştin, talan û wêrankirin li ser tevahiya gelê Sûriyeyê pêk anîne ne, her wiha zihnîyeta ku didin meşandin jî bi salan e li ser perwerde bûne û di nav de mezin bûne û yekser ê ku ew perwerde dikirin û destek dida wan jî dewleta Tirk bû.”

Şaha Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ev komkujîyên ku tên kirin ji qanûnên mirovahiyê derbas dikin û wiha axaftina xwe domand:  ‘’Ev komên çete ji destpêka Şoreşê û heta roja îro ve ye li Berava Sûriyeyê û li Suwêdayê di bin navê Îslamê de van komkujîyan û van kiryarên xwe pêk tînin. Lê belê zihniyet, bûyer û komkujîyên ku ji alîyê Hikûmeta Şamê ya demkî ve îro tên kirin, ji qanûnên mirovahiyê derbas dikin. Beriya rûxandina rêjîma BAAS’ê gelê Elewî hemû ne alîgirê wê sîstemê bûn lê belê di bin navê alîgirên rêjîmê de ango tenê li ser Elewiyan komkujî li ser wan hate meşandin. Lê belê gelê Rojava ji ber ku berîya her tiştî mirovahiyê esas digire ji bo wê her bi gelê xwe yê Elewî re dilbiêş bû.’’

Şaha Xelîl piştre bal kişand li ser sîstema ku îro li Sûriyeyê tê meşandin û diyar kir ku hişmendî heman ya berê ye û got: ‘’Beriya rûxandina sîstema BAAS’ê ev kiryar li ser Kurdan dihatin meşandin lê belê ne bi heman rengî bi kuştin, revandin û destdirêjiyê bi sedan Kurd di bin êşkenceyê û zîndanên rêjîma BAAS’ê de hatin qetilkirin. Her wiha sîyaseta ku îro tê meşandin di wê demê de jî dihate meşandin. Bi rêya helandina civakê û şerê taybet bi şerekî sar civak pûç û tune dikirin. Ev tê wateya ku hişmendîya ku îro li Sûriyeyê heye, heman hişmendiya yekalî, yekrengî, yekdengî û yekolî ye. Ev rewş heta dema destpêkirina Şoreşa Rojava berdewam bû’’

Şaha Xelîl di dewama axaftina xwe de anî ziman ku kiryarên li ser Elewîyan hatin meşandin îro li ser Durziyan tê meşandin û ev yek anîn ziman: ‘’Em dibînin ku îro heman kiryarên ku li ser Elewîyan hatine kirin, îro Hikûmeta Şamê ya demkî li Suwêdayê li ser Durziyan jî dike. Eger Hikûmeta Şamê ya demkî  sîyaseta xwe bi vî awayî li ser gelan berdewam bike, wê nikaribe Sûriyeyeke wekhev û ewle ku her kes bikaribe têde cih bigire, ava bike. Eger êrîşên xwe bi vê hişmendîyê dewam bikin wê rê li pêşiya xeteriyên mezin vekin.’’

Şaha Xelîl di dawîya axaftina xwe de eşkere kir ku gelê Kurd daxwaza welatekî wekhev û her kes bi rengê xwe têde cih bigire, dikin û got: ‘’Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaz dikin ku mîna berê dewleteke ku bi yekreng, yekol û yekdengî nebe, daxwaza me ew e ku hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi reng, ol û dengên xwe bi hev re bijîn. Em di proje û felsefeya xwe de vê yekê dipejrînin. Lê belê ger Hikûmeta Şamê ya demkî van kiryaran bide meşandin, ew ê rê li pêşiya xeteriyên mezin ên weke parçebûn, nakokîyên netew û olan veke û wê di encama wê de şerekî herî mezin û kûr di nava pêkhateyên Sûriyeyê bi xwe de çêbibe, ev jî wê rê li pêşiya alozîyên girantir veke.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Spanyayê êrîşên nîjadperestiyê
Nûçeya Pişt re Prof. Kieser: Sepanên Peymana Lozanê PKK’ê derxist holê 
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Encamnameya şêwira li dijî dagirkeriyê hate eşkerekirin

Di encama konferansa şêwira li dijî dagirkeriyê de banga berxwedaneke topyekûn û seferberiyê hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê ji bo 10 kesan cezayê dervekirinê hat birîn

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku Îranê li 10 kesên ku tevlî serhildanên “Jin, Jiyan,…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa çeteyan a li derdorê Bendava Tişrînê hat têkbirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Coşa Newrozê li Rojava dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn: 8 sal in dagirkerî û binpêkirin didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî û nûnerê Hikûmeta Demkî li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?