Parêzer Mûharrem Şahîn têkildarî entegrasyona demokratîk ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku nîqaşên entegrasyonê divê teng û bi yek alî neyê nirxandin û got, “Divê aliyên civakî, siyasî û dîrokî yên meseleyê bêne nirxandin. Li cîhanê mînakên wê hene. Pêvajoya entegrasyonê piştî Şoreşa Fransayê bi neteweperestiyê re belav bû. Nuqteya esasî ya divê bê nîqaşkirin çarçoveya entegrasyonê ye. Aborî ye, siyasî ye, yan jî îdeolojîk e?
Nêzîkatiya bingehîn a ku birêz Abdullah Ocalan bi taybetî destnîşan dike, entegrasyona demokratîk e. Ev yek cudahiyeke gelekî girîng e. Li Tirkikyeyê ji bo avakirina civakeke demokratîk beriya her tiştî pêwîste lihevkirina civakî ya berfireh pêk were. Ev lihevkirin jî divê bi feraseteke ji cihêrengiya aborî, siyasî, civakî û çandî bê nirxandin. Heta ku lihevkirineke ji hemû pêkhateyên civakê pêk neyê, mirov nikare qala demokratîkbûnê bikin.”
‘DIVÊ QANÛNÊN DERBASBÛNÊ YÊN DEMOKRATÎK BI CIH BÊNE ANÎN’
Şahîn anî ziman ku gava destpêkê ya entegrasyona demokratîk qanûnên derbasbûnê yên demokratîk e û got, “Perspektîfa çareseriya demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan pêşkêşî civakê kir, pêşî li pêvajoyeke rasteqîn û xurt a aştiyê vekir. Perspektîfa aştiyê ku Birêz Ocalan di ‘Deklerasyona Çareseriya Demokratîk’ de danî holê, di wê astê de ye ku ne tenê îro, dikare paşerojê ava bike. Pêvajoyeke aştiyê ya girîng li pêşiya me ye. Divê ev pêvajo bi gavên şênber û lezgîn bê pêşvebirin. Gava destpêkê jî qanûnên derbasbûnê yên demokratîk e.
Ji van qanûnan re qanûnên derbasbûnê yan jî qanûnên entegrasyonê tê gotin. Lê belê divê bi taybetî bê destnîşankirin ku hin pêkanînên lezgîn hene ku bêyî pêwîstiya xwe bi guhertina qanûnî hebe dikare bê pêkanîn. Mînak rewşa girtî û hikumxwaran ên ku cezayên wan bi dawî bûye, yek ji van pêkanînan e. Li gel ku cezayê wan di pratîkê de bi dawî bûye bi biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê nayên berdan. Ji bo çareserkirina vê rewşê pêwîstî bi sererastkirineke qanûnî ya nû nîne. Divê tavilê bi cih bê anîn.
Beriya her tiştî divê ev pirsgirêk bêne çareserkirin. Heta ku ev gav neyên avêtin mirov nikare qala entegrasyona çandî bike. Divê jiya hêsan destpê bike û piştre jî dewama pêvajoyê bê.
Meseleya entegrasyonê divê bi taybetî li ser bingeha ‘entegrasyona demokratîk’ bê nirxandin ku Birêz Ocalan destnîşan kir. Ev nêzîkatî tê wê wateyê ku her kes bi ziman, çanda xwe hebûna xwe bi garantiya hiqûqî ewle bike. Tişta ku em bi israr dibêjin ew e ku civak bi demokrasiyê bê birêvebirin û destketiyên heyî li ser zemîna hiqûqê bê garantîkirin.
Li welatên ku hiqûq û demokrasî tine be hilweşîn destpê dike. Tenê çareseriyeke vê heye: demokrasî û hiqûq. Eger herdu nebin bivê nevê civak wê li kaosê rast bên. Pratîka Roajva ya li pêş çavê me yek ji mînakên şênber ên entegrasyona demokratîk e. Paradîgmaya ‘Rêya Sêyemîn’ a Birêz Ocalan ev bi xwe ye.”
‘DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN PÊK WERE’
Mûharrem Şahîn destnîşan kir ku ji bo pêvajoya entegrasyonê bi pêş ve biçe divê Rêber Apo xwedî mercên azad ên kar be û got, “Birêz perspektîfa çareseriyê ya ku Birêz Ocalan pêşkêş kiriye, perspektîfa aştiyê bi rengekî xurt bê vegotin. Yekane rêya vê jî ew e ku Birêz Ocalan bi lezgînî xwedî wan derfetan be ku karibe bi her kesî re têkiliyê dîne û ew bi xwe vê vebêje. Ji bo vê jî divê bi rengekî fîzîkî azad be. Heta ev nebe, heta pêşengê aştiyê li girtîgehê bê ragirtin, aştî wê zehmet be.”

