Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxwazên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihanîna sererastkirinên qanûnî yên ji bo mayindekirina pêvajoyê di rojevê de ye.
Rêber Apo ku ji bo rêveçûna pêvajoyê li ser zemîneke demokratîk û civakî bal kişand ser girîngiya tevlîbûna civakî ya berfireh, di nirxandinên xwe de ji bo avakirina aştiyê û civaka demokratîk rola dîrokî ya hunermend, rewşenbîr û nivîskaran destnîşan dike.
Endamê Komeleya Wêjevanên Kurd nivîskar Orhan Sakçî li ser vê rola rewşenbîr û nivîskaran ji ANF’ê re axivî.
Sakçî anî ziman ku Rêber Apo bi salan e di têkoşîna civakî de işaretê bi rola pêşengiyê ya rewşenbîran dike û got, “Banga Rêber Apo bangeke nû nîne. Herî kêm çil-pêncî sal in heman rastiya dîrokî tîne ziman. Pêşengiya tevgerên civakî her tim ji aliyê rewşenbîran ve hatiye kirin. Dîrok vê yekê nîşanî me dide. Hûn li kîjan devera cîhanê dinihêrin binihêrin, li pişt veguherînên civakî teqez rewşenbîr hene ku fikir diafirînin, rê nîşan didin û tevgera civakê dimeşînin.
Em di sedsala 21’emîn de ye. Di demeke bi vî rengî de berpirsyariya hunermend, rewşenbîr û nivîskaran hîn mezin bûye. Ji ber ku veguherîna demokratîk tenê bi siyasetê nabe. Pêwîstî bi guherîna fikrî ya civakê heye. Yên ku vê bikin jî rewşenbîr in.”
‘REWŞENBÎR BI WIJDAN Û EXLAQÊ XWE PÊŞENGIYÊ JI CIVAKÊ RE DIKE’
Sakçî destnîşan kir ku rewşenbîrê ne tenê afirandina fikir e û diyar kir ku ev yek di heman demê de berpirsyariyeke exlaqî û wijdanî ye.
Bi dewamî got, “Rewşenbîr bi wijdan û exlaqê xwe derdikeve pêş. Mirovekî xwedî berpirsyariya exlaqî û wijdanî nikare bi xemsarî nêzî pirsgirêkên civakî bibe. Bala xwe diçe ser pirsgirêkan, hewl dide çareseriyê biafirîne, alternatîfan ava dike û van digihîne civakê. Rewşenbîr ew kes e ku fikrê xwe civakî dike. Eger ji civakê qut be, bi pirsgirêkan re eleqedar nabe û çareseriyê neafirîne hingî berpirsyariya rewşenbîriyê bi cih nîne.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo rewşenbîran jî firsendeke dîrokî ye. Ji bo rewşenbîrekî ku dixwaze civakî bibe berpirsyariyeke mezin e, di heman demê de firsendeke girîng e. Divê ev bang bi cih bê anîn. Rewşenbîrekî xwedî wijdan û exlaqê eger li pêşberî vê pêvajoyê xemsar be, hingî li ber pîvanên xwe radibe. Girîng e rewşenbîr di nava tevgerên civakî de be, rêyên çareseriyê hilberîne û pêşengiyê ji civakê re bike.”
‘EGER REWŞENBÎR ÎRO NEAXIVIN WÊ KENGÎ BIAXIVIN?’
Sakçî diyar kir ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de nabe ku hunermend û nivîskar bêdeng bimînin û got, “Eger rewşenbîr wê îro ranebin ser piyan hingî kengî wê rabin? Eger wê îro li çareseriyê negerin, wê kengî lê bigerin? Rewşenbîrî tê wateya pêşengiya ji lêgerîna çareseriyê re. Tê wateya bililndkirina asta aramiya civakê, tevkariya li afirandina jiyana demokratîk. Ev yek ne tenê berpirsyariyek e, di heman demê de wezîfeyek e. Rewşenbîr divê bi fikir, huner û wêjeyê berê civakê bide çareseriya demokratîk. Divê hun bikin ku huner, fikir û alternatîfa we ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin. Pêvajoya ku em jê re ronîkirin dibêjin ev e.”
‘RASTIYA RÊBERTÎ NABE KU JINEDÎTÎ VE BÊ’
Sakçî bal kişand ser rola dîrokî ya Rêber Apo ya ji bo gelê Kurd û got, “Rastiya Rêbertiyekî heye ku ji sal a1973’an û vir ve pêşengiyê ji Tevgerê re dike, dike ku gelê Kurd rastiya xwe ya civakî jinûve ava bike. Bi nedîtina vê rastiyê çareseriya demokratîk pêk nayê.
Ya ku Rêber Apo afirand ne tenê azadiyeke şexsî ye. Ev yek rastiyeke dîrokî ye ku bi azadiya civakê re ketiye nava hev. Ji ber vê jî serketina vê pêvajoyê ji mercên Rêber Apo cudatir nîne. Eger aliyekî muzakereyê di bin tecrîda giran de be hingî muzakereyeke çêker nayê kirin. Aliyek di nava mercên hucreyê de ye aliyê din jî dewlet e. Di nava merceke bi vî rengî de zemîna muzakereyê ya wekhev nikare bê afirandin.
Beriya her tiştî divê ji bo Rêber Apo mercên azad ên karkirinê bêne afirandin, maseya muzakereyê di nava mercên wekhev de bê danîn. Bi ferzkirinên yekalî heta niha ti pirsgirêk çareser nebûye.”
‘MEJIYÊ TASFIYEKAR DIVÊ BÊ TERIKANDIN’
Orhan Sakçî diyar kir ku di dîroka komarê de her tim bi mejiyê tasfiyekar nêzîkatî li pirsgirêka Kurd hatiye nîşandan û destnîşan kir ku ev yek divê êdî bê terikandin.
Sakçî got, “Ji Koçgirî heta bi Şêx Seîd, ji Dersimê heta bi Agiriyê di nêzîkatiya dewletê de heman feraset tê dîtin. Pêvajoyek tê destpêkirin, lê belê piştre vediguhere siyaseta tasfiyeyê. Di pêvajoya 2015’an de jî tabloyeke bi heman rengî hebû. Piştî ku hêzên tarî ketin dewrê siyaseta şer jinûve hate kûrkirin. Heta ku ev feraset neguhere aştiyeke mayinde nabe.
Rastiya Rêbertî, rastiya tevgerê, rastiya gel û demokratîkbûna Tirkiyeyê nikare ji hev cuda bê nirxandin. Eger bi rastî jî aştiyeke mayinde û bi rûmet tê xwestin, divê mercên karkirinê yên azad ji Rêber Apo re bêne afirandin, zemîneke hiqûqî û demokratîk bê danîn, rewşenbîr, hunermend û hemû beşên demokratîk ên civakê divê bibin hêmana çalak a vê pêvajoyê.”

