Yek ji sê jinên şoreşger ên 12 sal berê li Parîsê di encama êrişa dewleta Tirk de hatin qetilkirin Sakîne Cansiz li Goristana Asrî ya Dersimê li ser gora xwe hate bîranîn.
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêman Demokratîk (DBP) Berîvan Bahçecî, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordû û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, rêveberên bajar û navçeyan jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Jin li pêşiya goristanê li hev kom bûn û bi qurnefîlan ber bi gora Sakîne Cansiz ve meşiyan.
Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dayika Aştiyê Meryeme Tuma axivî û di şexsê Sakîne Cansiz de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.
Meryeme Tuma got, “Em kuştina jinan naxwazin. Naxwazin ku dayik bigirîn. Em aştî û azadiyê dixwazin.”
Bîranîna ku di salvegera 12’emîn a şehadeta cangoriyên Parîsê hate lidarxistin, bi danîna qurnefîlan li ser gora Sakîne Cansiz û vêxistina çeraxan bi dawî bû.