Par di 20’ê Hezîranê de agir bi gundê Tobînî yê navçeya Xana Axpar a Amedê ket û ji wir heta navçeya Şemrex a Mêrdînê belav bû, ku di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di ser şewatê re salek derbas bû. Şewata ku ji ber dîrekên elektrîkê rû da û bi bandora bê belav bû, bi saetan ji hewayê ve nehate vemirandin. Ambûlansan têrê nekirin.
Li gundan ku şewatê hem madî hem jî manewî zerareke mezin lê kir, pirsgirêka av û elektrîkê hîn jî dewam dike. Gundî dibêjin zerara wan nehatiye dayin û birînên wan nehatiye pêçandin.
20’ê Hezîranê êvarê saet di 22:00 de piştî ku têlên elektrîkê qut bûn, şewatê destpê kir û di demeke nêz de bi bandora bê belav bû.Şewatê li gundê Tobînî yê navçeya Xana Axpar a Amedê destpê kir û li gundên Herberê, Bagrikê û Botika yên Xana Axpar, gundên Kelekê, Şevaşî û Dirine yên navçeya Şemrex a Mêrdînê belav bû. Ji ber şewatê yek jê zarok, 2 jê jin bi giştî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi hezaran donim qada çandiniyê şewitî, nêzî hezar sewal mirin.
Li gel ku gel bal kişand ser dîrekên elektrîkê û wêneyên li herêmê hatin bidestxistin jî DEDAŞ’ê berpirsyariya bûyerê neda ser milê xwe.
Her wiha li gel rapora çar zanyaran a lêpirsîna têkildarî bûyerê de, lêpirsîn salekê jî bi pêş ve neçû. Dosya lêpirsînê ku kiryar hîn nehatine cezakirin dewam dike. Gundî daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare dikin.
Li gundê Kelekê yê Şemrexê ku di encama şewatê de deh kesan jiyana xwe ji dest dan, xemgînî û bêdengiyeke mezin heye. Gundî diyar dikin ku di nava sala derbasbûyî de edalet bi cih nehatiye anîn û hemû cejnên piştî şewatê weke ‘cejna reş’ pênase dikin.
Sadik Demîr ku di şewatê de 2 bira û gelek xizmên xwe ji dest da, bi girî qala êşa giran û xemsariya di bûyerê de kir. Demîr got, “Em dixwazin ku şewat ji ber çi rû daye û kî berpirsyar e. Daxwazeke me ya din nîne, em tenê edaletê dixwazin.”
‘ŞEWAT BI BÊ RE LI HER DERÊ BELAV BÛ’
Sadik Demîr bi van gotinan qala wê roja tarî kir:
“Wê rojê me li malê çay vedixwar. Bi carekê me dengê teqîneke mezin bihîst. Piştre jî agir bi her derê ket. Bi du bira û biraziyên xwe em derketin derve. Dema ku me dît du şivanên li gundê hember di nava agir de mane, em bi alîkariya wan beziyan. Em li traktorê siwar bûn û çûn, lê belê bi ba agir di demek kurt de belav bû û bi motorê ket. 8 kesên di hundirê wesayitê de bû piraniya wan ya jiyana xwe ji dest dan, yan jî bi giranî birîndar bûn.”
Sadik Demîr ku bi mezinbûna şewatê re neçar ma vegere, anî ziman ku wî nehişt zarok û jin biçin cihê şewatê, dayika xwe li wesayitekê siwar kir û dûr xist, ew bi xwe jî li gel metka xwe ket nava zeviyê pîvazan û bi vî rengî sax ma.
‘DEMA KU MIN SERÊ XWE RAKIR MIN DÎT KU BIRAYÊN MIN ŞEWITÎNE’
Sadik Demîr tevlîheviya piştî şewatê jî bi vî rengî vegot:
“Min navê birayên xwe got û ber bi herêma şewatê ve beziyam. Di rê de gelek birîndar hebûn ku rewşa wan giran bû. Min şûşeyek av avêt gel wan. Welê lê hatibû ku nedihatin naskirin, tenê kember li ser wan mabû. Gundiyên din gotibûn belkî cenazeyê birayê min ê wan e, pêçandibûn û bi xwe re biribûn. Li nava zevî bi qasî şeş saetan ez lê geriyam. Bavê min li morga li nexweşxaneyê tiliyên birayê min teşhîs kir.”
Demîr anî ziman ku piştî şewatê ambûlans nekarîn bikevin nava gund, cenaze û birîndar bi traktoran gihandin ambûlansên li ser rê.
‘HELÎKOPTER JI BO REKLAMÊ HATIN, DEMA KU ME CENAZE DIBIRIN DI SER ME RE DERBAS BÛN’
Demîr diyar kir ku bi derengî dest li şewatê hate werdan, helîkopter piştî rojekê sibehê dema cenaze hatin sewqkirin xwe gihandin cihê bûyerê û got, “Arkuj bi derengî hat, helîkopter jî serê sibehê di ser me re firiiya û çû. Tenê hatin xwe nîşan dan. Eger di dema xwe de bihata, dibe ku ewqas mirov nemiribûna.”
‘DIXWAZIN DOZÊ BIDIN JIBÎRKIRIN’
Sadik Demîr ragihand ku pêvajoya dozê ya têkildarî bûyerê bi pêş ve naçe û got, “Salek di ser re derbas bûn, lê belê ti pêşketinek nîne. DEDAŞ bi tirsandina gel meşgûl bû. Roja ku bûyer qewimî jenderme û tevgera taybet ji gundê Koksalanê neçûn. Diyar e tiştek dîtin, lê belê em hîn bi rastiyê nizanin.”
‘EV MIROV JI BER XEMSARIYÊ MIRIN’
Xizma Sadik Demîr Sûltan Demîr jî anî ziman ku wan bûyerên qewimîne ji bîr nekirine. Sûltan Demîr ku gelek xizmên xwe yên ciwan ji dest da, qala hestên xwe kir: “Hemû ciwan bûn, hemû canê me bûn. Ev zevî şîn bûn, lê belê ew venegeriyan. Ne leşker, ne helîkopter hatin. Em sê gund bi tena serê xwe man. Eger di dema xwe de dest lê bihata werdan, dibe ku ewqas mirov nemiribûna. Ev mirov ji ber xemsariyê mirin.”
‘EM Ê NEHÊLIN BÊ JIBÎRKIRIN’
Sûltan Demîr destnîşan kir ku cejn êdî bi xemgînî derbas dibe, her rojeke taybet diçin goristanan, lê belê êdî ti tişt weke berê nabe: “Salek di ser re derbas bûn, lê êşa me kêm nebû, pirsgirêkên me nehate çareserkirin. 15 mirov mirin, hîn jî nehate eşkerekirin. Kes nehat cezakirin. Em heta bimirin em ê wê rojê ji bîr nekin.”