Gelek Sûriyeyî bi hêviya jiyaneke baştir koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Salih Hisên Xidir ê Hamayî jî yek ji van e. Salih ji gundê Şerîa yê Hamayê ye û bavê 8 zarokan e. Salih 57 salî ye û ev 26 sal in bi seravantiyê ve mijûl dibe. Di Kooperatîfa Çandiniyê de bi hevjîn û keça xwe re dixebite.
Salih sala 1998’an li Tartûsê bi cih bû û heta her du salên destpêkê yên krîza Sûriyeyê li Tartûsê bi serantiyê ve mijûl dibe. Bi krîzê re şert û mercên jiyanê her ku diçe zehmet dibe. Li ser vê yekê sala 2014’an vedigere gundê xwe Şerîayê. Ji ber bombebarana dijwar a li ser gund, tenê 9 rojan li wir dimîne. Ji bêçaretiyê li kampa li Îdlibê bi cih dibe. Salih diyar kir ku jiyana kampa li Îdlibê ji ya Tartûsê cuda nîne û got: “Me berê xwe daba kuderê, derî li me dihat girtin. Ji ber şert û mercên xerab me nedikarî bijîn. Kurekî min li Rojava bû û sala 2015’an em hatin navçeya Rimêlan a Rojava. Sala 2016’an min li karê xwe yê li Serayan dewam kir. Ji ber ku em alîgirên jiyaneke bi ewle û aram in, em hatin vir. Şert û mercên xebatê jî zêde ne. Derfetê xebatê yê piralî tê dîtin.”
SERAVANTÎ BELAV DIBE
Salih diyar kir ku beriya seraya sebzeyan a li Rimêlanê hatî destpêkirin, berhemên îthalê hatin Dêrik, Girê Legê û Rimêlanê û wiha domand: “Di seravantiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûyî de, îthalat pir kêm bû. Ji bo ku mirov di aboriyê de hîn zêdetir bi kêr xwe were, divê seravantî hîn zêdetir bê kirin. Hormon di nava berhemên me de nînin. Em ji bo mezinkirina berhemên xwe, rêbazên xwezayî bi kar tînin û bi vî rengî avakirina civaka bi tundurist weke hêman dibînin. Bi seravantiyê em li gorî berhemên di piyasê de, sebzeyên hîn erzantir digihînin gel. Bi vî rengî gelê me jî di aliyê aborî de zêde zehmet nakêşe.”
JIYANA KU MIROV BIKARE LÊ NEFES BISTÎNE
Salih destnîşan kir ku ew bi malbata xwe re li Rojava kêfxweş e û ev tişt got: “Em li jiyanek welê digeriyan ku bikarin lê nefes bistînin û me li Rojava ev jiyan peyda kir. Ji bo ewlehiya zarokên xwe, min cihekî ji Rojava baştir nedît. Ez sebzeyên di serayan de bi tendurist mezin dikim û bi vî rengî xizmetê ji gelan re dikin. Ev yek jî min pir kêfxweş dike. Em 6 malbat di vê kooperatîfê de dixebitin. Em bi alîkarî dayîna hevdû, li serayan jiyaneke bi aram dijîn.”