Endamê Konseya Serokatiya PYD’ê Salih Muslim îfade kir ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Rojhilata Navîn e û hate dîtin ku heya neyê çarfeserkirin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser nabin û got: ‘’Rêveberiya Xweser alî û perçeyeke çareseriyê ye. Dijminatî, nedîtina rastiyan e.’’
Endamê Konseya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim têkildarî geşedanên dawîn û rewşa aliyan pirsên ANF’ê bersivandin.
Di 27’ê Mijdarê de li hemberî Helebê êrîş hate destpêkirin, ev yek tê çi wateyê?
Ev êrîş ji aliyê El-Nusra bi navê xwe yê nû HTŞ’ê ve tên kirin. Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê jî li gel e. HTŞ di nava xwe de birêxistinkîrî û xwedî disîplîn e, Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê jî ew çete ye ku ji aliyê dewleta Tirk hatiye avakirin, dijminatiya gelê Kurd dike û bi pereyan kar dike. Ji dewleta Tirk telîmatan digire. Di nav de gelek kom hene, lê belê hemû çete ne. Van her du koman bi hev re êrîş dan destpêkirin lê belê ya kontrol dike û bi rê ve dibe HTŞ ye.
Kî bi kî re şer dike, gelo tifaqên nû tên kirin?
Rûsya, Hîzbullah û Îran temsiliyeta eniyekê dikin. HTŞ temsîliyeta eniyeke cuda dike. Têkiliyên HTŞ’ê yên bi dewleta Tirk re baş in. Aliyekî şer ê din jî em in, yanî dînamîkên Sûriyeyê yên li gel Rêveberiya Xweser tevdigerin.
Gelo girêdayî rewşa dawîn, dibe ku li herêmê DAÎŞ ji nû ve derkeve holê?
Helbet, bi destpêkirina êrîşan wan jî dest bi êrîşê kir. Li rojhilatê Humûsê dest danîn ser hin gund û herêman. Ew jî li deverên ku lê ne, berfireh dibin. Ji ber ku rasterast sînorê me ye, ji bo gefek e. Gırêdayî vê yekê hêzên me jî wê heya Dêrazorê berfireh bibin.
Ger rewşa li Sûriyeyê ber bi avabûna rêveberiyeke nûve biçe, wê pozîsyona HTŞ’ê jî hebe? Di nêrînên we yên têkildarî HTŞ’ê de guhertinek heye?
Ji destpêka şerê Sûriyeyê û heya niha her kesî qala çareseriya siyasî dikir. Ji ber ku heya niha dewleta Tirk di rola sereke de bû gelê Kurd ji van lêgerînên çareseriyê hatin dûrxistin. Ji ber ku li gel Kurdan rûneniştin, çareserî jî nehate peydakirin. Niha rewş diguhere. HTŞ gotinên cuda dike. Dibe ku HTŞ di pratîkê de jî biguhere û ger ne di bin kontrola dewleta Tirk de be em dikarin pêre têkiliyan bidin destpêkirin û biaxivin. HTŞ dibejê ku wan ji xetayên xwe yên di 2012’yan de ders standiye û qala yekîtiyê dike. Ji pêkhateyên Sûriyeyê temsîliyeta nasnameya olî û etnîkî dike. Li gorî gelek şîrove û nirxandinan; li Sûriyeyê pergaleke federal ya ji sê aliyan pêk tê, tê derpêşkirin. Behsa pergala ku li aliyê rojava herêma Sunî, herêma Kurdan û aliyê rejîmê tê kirin. Ez nizanim wê çi qas pêk were lê belê teqez eşkere ye ku wê serdemeke nû destpê bike.
Di navbera we û HTŞ’ê de hevdîtinek yan jî têkilî hene?
Bi rêya navbeynkar û Koalîsyonê hin hevdîtin pêk tên. Ji bo ku li taxên Kurdan ên li Helebê pevçûn rû nedin, hin têkiliyên me çêbûn. Têkiliyên bi vî rengî çêdibin û dibêjin ku tu eleqa me bi we re tune ye. Lê belê em nizanin di pêşerojê de wê çi biqewime.
Tevî ku hin kes dibêjin ev êrîş ji ber lawazbûna Îran û Rûsyayê hatine kirin, lê îdiayên lihevkirina navneteweyî ya ku Rûsya jî di nav de ye jî hene. Gelo rewş çi ye?
Bi min qala planeke ku baş hatî sazkirin, tê kirin. Bi destpêkirina şerê Xezeyê dihat texmînkirin ku wê rê li ber geşedanên nû veke. Destpêka avakirina Rojhilata Navîn a mezin e. Wê vê yekê ava bikin. Di Rojhilata Navîn a nû de wê hevsengî biguherin. Her wiha geşedanên nû jî vê yekê nîşan didin. Îsraîlê derbeyên mezin li HAMAS û Hîzbullahê dan. Lubnan dîzayn kir. Niha jî dixwaze Sûriyeyê dîzayn bike.
Têkildarî geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê Îsraîlê bandoreke çawa heye?
Ne rasterast lê belê Îsraîl hêzeke mezin e. Bi nimûne sedema herî mezin a ketina Helebê lawazkirina Hîzbullahê ye. Ev encameke êrîşên Îsraîlê ye. Her wiha têkilyek di navbera wan êrîşan û rewşa heyî de heye.
Hûn pozîsyona Îran û Rûsyayê çawa dinirxînin?
Îranê tim qala berfirehbûnê û fethên Îslamî dikir. Bi min ji niha û şûnde wê xwe bikişîne nava sînorên xwe. Ji bo Rûsyayê jî rewşeke giran e ku rabe û ji bo kesên din şer bike. Jixwe Ûkraynayê gelekî zor lê kir. Ji ber siyaseta Tirkiyeyê ya şantajê wê teqez li têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re binêrin û binirxîne.
Gelo planên DYE’yê çi ne?
Rewşa ku em jê re dibêjin Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e. Ev projeyeke NATO’yê ye. DYE jî serkêşiya wê dike.
Li gel rewşa dawîn wê têkiliyên Rêveberiya Xweser, DYE û Rûsyayê çawa bin?
Ev yek girêdayî helwesta wan e. Hin rastî hene; ji ber ku heya niha Kurd ji nîqaşên çareseriyê hatin dûrxistin, çareserîyek nehat peydakirin. Lê belê ji niha û şûnde wê neçar bimînin û wê Kurd jî di nava nîqaşên çareseriyê de rola xwe bilîze. Ya duyem; hate dîtinku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Ger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser nabin. Ji ber wê yekê her kesî fêm kir ku divê were çareserkirin. Rêveberiya Xweser alî û parçeyeke çareseriyê ye. Dijminatî, nedîtina rastiyan e. Kurd, perçeyeke Sûriyeyê ne û daxwaza çareseriyê dikin. Li hemberî tu kesî dijminatiyê nakin. Ji niha û şûnde divê vê rastiyê bibînin û jiyana pêkve qebûl bikin. Divê herî zêde jî Tirkiye vê yekê bike.
Peyamên Îsraîlê yên dawîn ên têkildarî pirsgirêka Kurd tên çi wateyê?
Realîteyek, rewşeke rastîn heye. Em nikarin rastiyan paşguh bikin. Cihû, perçeyeke Rojhilata Navîn in. Dibe ku em hin polîtîkayên wê neecibînin û rexne bikin. Lê belê ev yek rastiyan naguherîne. Ger weke mutefikeke xwezayî ditîba, wê heya niha ya hewce bikira. Teqez tişteke bi wî rengî tune ye.
Ji niha û şûnde wê hevdîtinên Astanayê berdewam bikin?
Bi min hevdîtinên Astanayê êdî berdewam nakin. Beriya ku hevdîtinên Astanayê pêk werin em jî vexwendî bûn lê belê deq û dolabên Tirkiyeyê her tişt ser û bin kir. Astana kete rêyeke din. Ber bi aliyekî din ve çû û di dawiyê de jî wiha çêbû. Bi rastî ger weke destpêkê bûna, dibe ku çareserî bihatana peydakirin. Bawer nakin ji niha û şûnde berdewam bike.
Hebûna QSD’ê ya li rojavayê Firatê; rewşa li Minbîc û Dêrazorê çawa ye?
Jixwe Minbîc herêmeke Rêveberiya Xweser e. Divê bi Heleb û Til Rifetê neyê tevlîhevkirin. Hêzên me wê parastina Minbîcê bikin.
Li gorî we çareseriya vê krîzê çi ye?
Li Sûriyeyê bi destpêkirina şoreşê re em xwedî li nirxên şoreşê derketin. Me parastina çareseriya neteweyî ya demokratîk kir. Me xwe li gorî vê yekê birêxistin kir. Me Rêveberiya Xweser a ku hemû bawerî û gelan di nava xwe de dihewîne ava kir. Di warê pêkvejiyanê de em bûn mînak. Aliyên din ev yek qebûl nekirin û di serî de jî dewleta Tirk. Şer ferz kirin û ev şer heya niha dewam kir. Me li hemberî vê yekê li ber xwe da û hemû kesî dît ku projeya me derbasdar e. Helbet ji bo xweparastin gelekî girîng e. Em vê yekê jî dikin. Em xweparastina xwe xurttir dikin. Ji bo gelên bindest me pratîkeke girîng nîşan da. Peymana Civakî mînakeke gelekî girîng e.