Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên SMO’yê, li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê çalakiya nobedê di roja 25’an de ye. Girseya ku serê sibehê hat qada çalakiyê, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Na ji şer re”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” li xwe kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz jî tev li çalakiyê bû.
Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin hatin hilgirtin.
Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz di daxuyaniyê de wiha got: “Ji bo parastina Şoreşa Rojava ev 25 roj in em li ser sînor nobetê digirin. Em li dijî êrişan nobeta mirovahiyê digirin. Ev, berpirsyartiyeke dîrokî ye. Dixwazin bi destê çeteyan destkeftiyên me tune bikin.”
Bi domdarî Saliha Aydenîz da zanîn ku gelê Kurd ne tenê ji bo mafên xwe, ji bo demokrasiyê jî têdikoşin û wiha pê de çû: “Divê statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin. Dê li Tirkiyeyê pêvajoyek dest pê bike. Domandina vê pêvajoyê girêdayî statûya Rojava ye. Êrişa ser Rojava, êrişa li ser Bakur, Başûr û Rojava ye. Lewma divê statûya Rojava bê qebûlkirin. Divê pirsgirêka Kurd tavilê bê çareserkirin. Ev jî bi gotinên demokratîk û aştiyane dibe. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din jî qetil dikin. Wiha nabe. Belê hevdîtinek heye û çendek roj in şandeya me diçe serdana partiyên siyasî. Lê mûxatab (Abdullah Ocalan) gotinên xwe kir. Divê muxalefet êdî bersiva vê bide. Pergala birêz Ocalan pêş xistî, alternatîfa pergala qirêjî ye. Divê ev weke şensek were dîtin. Lewma divê ne hevdîtin, şert û mercên azadiyê bên cîbicîkirin. Divê birêz Ocalan demek beriya demekî azad bibe ku şert û mercên aştiyê çêbibin.”