SAMER’ê nûçeyên di Bîanet, Jinnews, Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, Ajansa Mezopotamya (MA), Anit Sayaç û gelek ajansên çapemeniyê yên neteweyî û herêmî lêgerîn kir û daneyên bi dest xistî ragihand SPSS’ê. Li gorî encamên lêgerînê, navbera 1’ê Çileyê-5’ê Adara 2026’an; herî kêm 48 jin û 6 zarokên keç hatin qetilkirin, 47 jin û 11 zarok bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
SAMER: 95 Jinan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Sahê SAMER navbera 1’ê Çileyê-5’ê Adara 2026’an de 95 jinan jiyana xwe ji dest dan ku 47 ji van bi rengekî bi guman in.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

